Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun dev ji erka xwe berda
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku di çarçoveya “Prensîba Paşve Kişandinê” de wî ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun ragihand ku wî ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye.
Dogan Hatun li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew di çarçoveya “Prensîba Paşve Kişandinê” de ji wezîfeya xwe ya hevşaredariyê îstîfa kiriye.
Dogan Hatun diyar kir ku demek beriya niha wî di çarçoveya biryara “Prensîba Paşve Kişandinê” ya di konferansa Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê de hatibû girtin de ji bo xwe bi paş ve bikişîne daxwaza xwe dabû berpirsên DEM Partiyê û partiyê ev biryar nirxandiye û di cih de dîtiye.
Dogan Hatun anî ziman ku ew ji îro şûn ve ji Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê xwe vedikişîne.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.