Helbestvan, nivîskar, şanoger, Endamê PENa Kurd û Endamê PENa Navnetewî Bariyê Bala 25ê Gulana 2020an di 84 salîya xwe de li Alma Ataya Qazaxistanê çûye serdilovaniya xwe.
Profesor Kinyazê Îbrahîm, Serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê li ser navê Yekîtiyê wiha gotiye: “Em bi wefata Şaîr û Nivîskarê kurd Bariyê Bala gelekî xemgîn in. Windabûna Bariyê Bala dibe ku bi awayeke fizîkî be, lê ew ê herdem bi fikir, raman, helbest û nivîsarên xwe, ne tenê li Qefqasyayê û Sovyeta Berê, em di wê baweriyê de de ku wê li seranserê welatê me di dilê her neferê kurdan de bijî.”
Profesor Kinyazê Îbrahîmî herweha derbarê helbestvanî û nivîskariya Bariyê Balayî de ev tişt aniye ziman: “Pênûsa xwe di hemû mijaran de, helbest, nivîsara vekirî, bîranîn û dramatûrgîyê de ceribandîye. Mijarên helbest û poêmên Bariyê Bala cuda-cuda neb Evînîya du dila, hubhizkirina dê û bavan, gel û welat, hizkirina mirovahîyê û tebîyetê, rexne, şîret û yên din. Lê helbestvan di helbestên xwe de fikra hîmlî datîne ser welathezî, hub û hizkirinê. Koletî û bindestîya welatê kal û bavan ango Kurdistanê, par-parîbûna gelê kurd axîn û kedereke giran dixe dilê şaîr. Zilm û komkujîya li Helepçê, Şengalê, Kobanîyê, li bajar û gundên kurdên wêranbûyî dilê wî dişewitîne.”
Derbarê Bariyê Balayî de
Bariyê Bala (Bariyê Elîyê Paşê) 25ê Tebaxa 1937an li nehiya Masîsa Ermenîstanê, li gundê Demîrçîyê di nav malbeteke kurdên sade de ji dayîk bûye. Bavê wî Elîyê Paşayê Miho, dayika wî Qaza Evdoyê Bişo ye Heft kur û keçeke wî çêbûne. Barîyê Bala sala 1958an dibistana gundê Demîrçiyê ya navîn xilas kiriye û li bajarê Yerevanê ketiye Para Dîrok û Fîlolojîya Azerî ya Zanîngeha (Îînstîtûta) Dewletê ya Pêdagoiyê ya li ser nave Xaçatûr Abovyan. Di sala 1963yan de bi dereceyeke baş xilas kiriye. Piştî xilaskirina zankoyê salên dirêj di dibistanê da wekî mamosteyê ziman û wêjeyê kar kiriye.
Ew di sala 1975an de li gundê Hebilkendê, Nehîya Masîsê bûye serwêrê dibistana navîn. Paşwextîyê di vê nehîyeyê de wekî mufetîşê (înspêktorê) perwerdeya dibistanên navîn de karê xwe meşandiye. Salên dirêj li nehîya Masîsê bûye serwêrê sovxoza Serwanlerê. Sala 1989an wextê şerê li ser Qerebaxa Çîyayî navbera ermenî û azerîyan de malbata Barîyê Bala jî tevî hemû kurdên misilman ji Komara Ermenîstanê dertê, çûye Komara Azirbêcanê. Sala 1998an hatiye Qazaxistanê, bajarê Alma Atayê. Li vir jî ew bi awayeke aktîv tevî karê civakî bûye. Di nav xebatên Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê "Berbangê" da wekî mamostê ziman û edebîyatê kar kiriye. Bariyê Bala wexta şagirtê dibistana navîn bûye dest bi nivîsara helbestan kirîye.
Helbesta wî ya ewilîn sala 1957an bi sernivîsara "Dayika min" di rojnama "Rya Teze" de hatiye weşandin. Paşwextîyê helbestên wî di rojnameyên "Rya Teze", "Dengê Kurd", "Jîyana Kurd", "Ev Roj" "Dîplomat", kovara "Nûbar" û gelekên din de hatine weşandin. Helbest û nivîsarên wî yên vekirî bi zimanê ûrisî, azerî, ermenî û qazaxî hatine wergerandin. Di rojname û kovarên wan zimanan de ronkayî dîtine. Barîyê Bala xwedanê deh pirtûkên weşandî ne: "Dinya min", "Kuda herim", "Dîlbera min". "Dayik", "Kulîlkên Neçilmisî", "Deh Bûyer", "Bijare", "Ez û Kevokê Tenê", "Zerdeştê Kal", "Dilê Şikestî".
Barîyê Bala di sala 2005ê de wekî endamê PENa Kurd hatiye hilbijartin. 2014ê bi xelata ser nave Ehmedê Xanî dane wî. (FD)