Fotograf: Twitter / Sibel Korkmaz
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 36em salvegera koça dawî ya Cegerxwînî peyamek weşandiye. HDPyê di daxuyaniya xwe de gotiye ku “Serboriya jiyana Cegerxwîn, wekî serboriya gelê Kurd û neynika zext û zor, pirsgirêkên civakî û sirgûniyê ya gelê Kurd bû. Serboriya jiyana wî ya ji Mêrdînê heta Stockholmê, ji Bexdayê heta Libnanê, ji Rojava heta Başûr, bandora xwe li ser karekterê wî yê rewşenbîrî, siyasî û edebî kir.”
Daxuyaniya HDPyê wiha ye:
"Hostayê mezin ê helbesta Kurdî, rewşenbîrê hêja yê serê sedsalê, kedkarê ziman, çand û edebiyata Kurdî, nivîskar û şair Cegerxwîn 36 sal berê ji nav me bar kir û koçî bêdawiyê kir. Cegerxwîn hem di emrê xwe de hem jî piştî koça xwe ya dawî, di dilê gelê Kurd de şexsiyetekî giranbuha bû. Em di salvegera 36emîn ya koça wî ya dawî de şairê mezin, yek ji nûnerê helbesta modern a Kurdî Cegerxwîn bi rêzdarî, bi rehmet û bi minet bi bîr tînin.
Serboriya jiyana Cegerxwîn, wekî serboriya gelê Kurd û neynika zext û zor, pirsgirêkên civakî û sirgûniyê ya gelê Kurd bû. Serboriya jiyana wî ya ji Mêrdînê heta Stockholmê, ji Bexdayê heta Libnanê, ji Rojava heta Başûr, bandora xwe li ser karekterê wî yê rewşenbîrî, siyasî û edebî kir. Ji bilî zext û zorên li ser gelê Kurd, înkar û bişaftinê, her wekî din, kêşe û neyeksaniyên civakî, xizanî, zora axayan li ser gundiyan, çerxa kedxwarî û mêtingehiyê û eşqa welat rengê xwe da helbestên Cegerxwîn û bandora xwe li ser çêbûna şexsiyeta wî ya civakparêz, welathez, aştîxwaz û azadîxwaz kir. Li dijî şer, helwesta wî ya aştîxwaz û hewldana wî ya ji bo pêkanîna sulhê îro jî xwedî wateyeke girîng e.
Cegerxwîn di hişûbîra gelê Kurd ya kolektîf de cihekî taybet girtiye. Ji ber vî karaktere wî jî, ew her tim ji aliyê zihniyeta ku dijminahiya gelê Kurd dike rastî êrişan hatiye. Nemaze di 4 salên dawî de, qeyûmên ku îradeya gelê Kurd desteser kirin, êrişî mîrateya Cegerxwîn jî kirin; saziyên ku bi ser navê wî hatibûn avakirin ji aliyê wan ve hatin girtin, navê kuçe û kolanan hatin guhertin, park hatin girtin. Ev êrişên li dijî Cegerxwîn, her wekî din nêrîn û zihniyeta desthilatî û qeyûman a li dijî hişûbîra gelê Kurd, dewlemendiya çandî û dîrokî ya gelê Kurd û hebûna Kurdan nîşan dide.
Cegerxwîn, bi helbestên xwe, bi xebatên xwe yên rewşenbîriyê, li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê û polîtîkayên bişaftinê li ber xwe da. Em di şexsê wî de hemû xebatkar û kedkarên ziman û çanda Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin."
Derbarê Cegerxwînî de
Helbestvanê kurd Cegerxwîn di sala 1903yan de li gundê Hesarê ya girêdayî navçeya Kercewsa Êlihê tê dinê. Navê wî Şêxmûs e. Qey qederê wisa dixwest, ku Cegerxwîn jiyaneke zor û zehmet derbas bike, dema dê û bavê wî dimirin ew sêwî dimîne. Jiyana wî bi zor û zehmetiyan re derbas bûye. Lê Cegerxwîn zû bi zû ji vê rewşê derket û berê xwe da zanistiyê, li cem şêx û melan li medreseyan li zanînê geriya, dest bi xwendina feqetiyê kir. Heft heşt salan bi vî awayî xwendin tewa kir û (îcaza) xwe li cem Mele Fethule stand, pişt re hinekî meletiya gundan kir. Du bûyerên mezin di herêmê de çêbûn, ev bûyer bûn sedemên guhertinê di kesetiya Cegerxwîn de, berê wî bi xurtî ber bi niştimanperweriyê de dan.
Cegerxwîn koçî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dike. Di vê demê de Cegerxwîn dest bi nivîsandina helbestê kir û di kovara Hewarê de helbestên xwe diweşandin. Piştî serkeftina şoreşa Iraqê sala 1958an Cegerxwîn derbasî Iraqê bû û li zankoya Bexdayê di beşa wêjeyê de xwend. Di sala 1963yan de ji naçarî dîsa vegeriya Sûriyê, heta sala 1979an û di wê salê de berê xwe da Swêdê û li paytexta Swêdê Stockholmê bicih bû. Di 22yê cotmeha sala 1984an de li bajarê Stokholmê koça dawî dike. (FD)