Etiyopya: Piştî hilbijartinan jî krîza li Tîgrayê berdewam dike
Li Etiyopyayê li herêma Tîgrayê û bi taybetî li herêmên ku xweseriya wan nayê naskirin sindoqên hilbijartinê nehatin danîn. Hîn berî ku hejmartina dengan dest pê bike, dihat zanîn Partiya Refahê ya li ser desthilatê û Serokwezîr Abiy Ahmed dê bi ser kevin.