Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şaredariya Stenbolê ji bo wan kesên di 15ê Tîrmehê de hewil dan derbeya leşkerî bikin, goristaneka bi navê ‘’Goristana Xayînan’’ çêkiriye.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin, a Stenbolê Kadîr Topbaşî duhî di mîtîngeka li avcilarê diyar kir ku yek ji miriyan li wê goristanê hatiye binaxkirin.
Topbaş:
‘’ Hûn li ber tangan û topan sekinîn. Lê we destûr neda leşkerên FETOyê yên siket-leşker siberoja we reş bikin. We hemî nîyetên wan beravêtî kirin... Yek ji wan îro (Duşem) li ‘’Goristana Xayînan’’ hat veşartin/binaxkirin. ‘’
Serokê Serokatiya Karên Dîyanetê jî eşkere kiribû ku ji bo ew kesên beşdariya derbekirinê kirîn bêne binaxkirin xizmetên dînî dê neyên kirin.
Mafê binaxkirinê tine tê hesibandin
Eren Keskîna parêzer û mafparêz ji bianetê re got mafê binaxkirinê mafekê mirovan e û nayê qebûlkirin ku ‘’goristana xayînan’’ hebe.
Keskîn:
‘’Em li erdnîgariyekê dijîn ku li wê derê mafê binaxkirinê jî nîne. Ev der bidawîbûna mirovatiyê ye. Ez texmîn nakim ku li ti derên dinyayê tiştekê bi vî rengî hebe. Her dîsa ev yek ne li gor ti baweriyên dînî ne. Her dîsa wan gora wan kesên jê re dibêjin ‘’xayinên dewletê’’ li rexa gova heywanan çêkiriye û bi wî awayî heqaretê li heywanan jî dikin.
‘’ Malbatên leşkeran gelek ditirsin. Me ji wan re got serî li ‘’Weqfa Mafên Mirovan’’ bidin. Lê ew ditirsin ku nivîskî serî lê bidin. Bi tenê 15-20 kesan bi telefonê serî lê dane.’’
Berê jî mafê binaxkirinê hatibû binpêkirin
Adnan Menderesê serokwezîrê dewra xwe û wezîrê karên derve yê wê demê, Fatîh Rûştû Zorlû û wezîrê maliyê yê wê dewrê Hasan Polatkan di derbeya 27ê Gulana 1960ê de hatibûn bidarvekirin û termê wan bi salan bê kêl û nav li Girava Îmraliyê hatibûn binaxkirin.
Di sala 1990ê ev hersê gor ji bo Goristana Topkapiyê hatin veguhestin.
Ew kesên cihê gora wan nayên zanîn
Cihê gora Seyît Riza, Şêx Se’îd û Bedîûzzeman Se’îdê Kurdî hê jî nayê zanîn. Ti encam ji pirsnameyên di parlamentoyê de hatîn pêşkêşkirin jî derneketine. (NV/MB)
Wêne: Zafer Arslan – AA - Stenbol