Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Kurdên Bakûr yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 26ê Nîsanê de konferansekê li dar xist. Encamnameya konferansê aşkere bû.
Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, parlamenter, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û partiyên Kurdistanî û delegeyên înîsiyatîfê beşdar bûn. Her weha Abdullah Ocalan jî peyamek şand konferansê.
Di Konferansê de peyamen ji Rojhilat û Rojavayê hatine şandin jî, hatin xwendin. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî peyamek şand..
Encamnameya konferansê weha ye:
“Di vê qonaxa dîrokî de ku rewşa hêzên li Rojhilata Navîn diguhere û sînor ji nû ve têne xêzkirin, ji bo Kurdan pir girîng e ku bi yekîtîya neteweyî tevbigerin. Tenê bi hatina cem hev Kurd dikarin di vê qonaxa krîtîk de mafên xwe bi dest bixin û destkeftiyên heyî jî biparêzin. Tê zanîn ku qelsî û nakokiyên navbera hêz û rejîmên herêmî, rê li pêşiya van hêzên derve vedikin û bandorên neyînî li tevahiya herêmê û bi taybetî jî pêşeroja gelê Kurd dikin. Di vê pêvajoyê de li Kurdistanê hem fersendên dîrokî hene û hem jî ji ber nebûna yekîtî û parçebûna hêzên Kurd xetereyên mezin. Yek ji rêyên herî girîng ji bo serkeftina gelê Kurd di têkoşîna xwe ya bi sedsalan a ji bo hebûn û azadiyê de, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Gelê me jî di demên krîtîk de her gav pêwîstî bi yekîtiya neteweyî dîtiye û dizane ku serkeftin tenê bi dersên ji rabirdûyê hatine girtin û bi yekîtîyê dikare were bidestxistin.”
“Dema ku em li sedsala borî dinêrin, destpêşxeriya yekîtiya neteweyî ya hevbeş a hêzên Bakur, bi saya hewldanên Mam Celalê nemir, bû wesîleya ragihandina giştî ya protokolekê li Şamê ku bi navê ‘Protokola 1993’ tê zanîn, di nav Kurdan de hêviyek mezin çêkir. Her çend ji wê rojê ve gelek hewldan hebin jî, heta niha ew yekîtî li gorî daxwaza Kurdan neçûye serî. Dîsa hewldanên birêz Ocalan ên li ser vê mijarê ji destpêka salên 2000an heta vê serdema dawî jî berdewam in. Dema ku di sala 2013an de Birêz Abdullah Ocalan daxwaz û bangewazî kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurd kom bibe birêz Mesûd Barzanî bi destnişana xwe li ser navê her sê rêberên Kurdan (Mesûd Barzanî, Abdullah Ocalan, Mam Celalê nemir), hemû hêzên ji çar aliyên Kurdistanê vexwendin Hewlêrê. Bi xebatên wê kombûnê, Kurd gelekî nêzîkî yekîtîya neteweyî bûn. Lê belê, ji ber destwerdana hêzên derve, dîsa yekîtîya neteweyî nekarî ava bibe.”
“Ev parçebûyin her tim rê daye wan ku bi hêsanî polîtîka û komployên xwe yên li dijî Kurdan bicîh bînin. Berovajî wê jî hatina ba hev a Kurdan, rê li pêşiya xetereyên mezin girtiye. Dema ku çeteyên DAIŞê êrişî gelê me li Rojava, bi taybetî li Kobanî kirin, yekîtiya hêzên Kurd di parastina axa Kurdistanê de wekî mertalek pola şer kir. Dîsa di bûyerên dawî de jî helwesta bêhempa ya Kurdan di parastina Rojava de bi dirûşmeya ‘Yek e, Yek e, Yek e, gelê Kurd Yek e’ hemû sînorên çêkirî yên li ser axa xwe ji holê rakirin û hebûna xwe nîşanî hemû cihanê dan. Vê helwestê îspat kir ku yekîtîya neteweyî dikare bibe tekane garantiya pûçkirina planên dagirkeran. Mînakên ku hatine jiyîn jî nişan dane ku ger hêz dibin yek, hemû hevsengî li gor berjewendiya wan diguhere. Li ser vê bingehê lihevkirin, çêkirina stratejiyeke hevpar û pêşxistina bernameyeke neteweyî ya demokratîk dê berjewendiyên gelê me biparêze.”
“Biryarên ku di wê konferansê de hatine girtin û çalakiyên hevbeş ên hêzên Kurdî di sala borî de, divê ji bo hemû partîyên siyasî yên li seranserê Kurdistanê bibin emsal. Li ser vê esasê beşdarên konferansa me ya bi navê “Kurdên Bakûr Yekîtiya Xwe Ya Neteweyî Nîqaş Dikin” diyar kirin ku pêvajoya aştî û civaka demokratik a ku ev saleke zêdetir e li Tirkiyeyê didome, êdî veguhere qonaxeke yasayî. Ji ber ku pêvajo yekalî û sist didome û tu gavên ber biçav nayên avêtin, ev jî dibe sedema şikestina hêviyên civakê. Ji bo ku pêvajo li gor hêviyên civakê û bi serkeftî bigihe armanca xwe, divê dewlet nasname û hemû mafên Kurdan ên neteweyî di zagona bingehîn de teqez bike. Herwiha, divê li gorî qanûnên heyî tevbigere, girtiyên siyasî serbest berde û tavilê qanûnên pêwîst ji bo mafê hêviyê û darizandinên siyasî derxîne.”
“Konferansa me helwesta şeş partiyên Kurdî yên li Rojhilat a ji bo avakirina eniyeke hevpar bi dilxweşî pêşwazî dike û diyar dike ku divê ev yek ji aliyê tevahiya cîhanê ve wekî maf û xwesteke xwezayî û mirovî ya gelê me yê li wir were naskirin. Beşdarên konferansa me li ser rewşa dawî xebat, daxwaz û daxuyaniyên hemû kom, rêxistin û aliyên siyasî yên cuda ku di derbarê yekîtiya neteweyî de tên kirin, girîng dibîne. Heke gelê me îro îradeyek xurt ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd nîşan dabe, tekane bersiva ku partî û komên siyasî dikarin bidin ev e ku gavên ji bo vê yekîtiyê bavêjin, bi helwestek hevpar bi hev re bixebitin û berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî.”
Peyama Abdullah Ocalan ji bo konferansê

“Beşdarên hêja,
Kapasîteya civakekê ya domandina hebûna xwe, rasterast bi hêza wê ya veguherîna li gorî rastiyên serdemê ve girêdayî ye. Tu pêkhateyek civakî ya ku naguherî, venaguhere û dînamîkên xwe yên navxweyî li ser zemîneke demokratîk ji nû ve ava nake, nikare mayînde be.
Kurd jî ji ber polîtîkayên înkar, îmha û zextê yên ku bi salan e rû bi rû dimînin, ji derfeta pêkanîna vê guherîn û veguherînê bêpar hatine hiştin.
Pirsgirêka bingehîn ku îro li pêşiya me radiweste ew e ku dê civaka Kurd çawa bibe civakeke modern a demokratîk.
Kurd bi dîrok, ziman, çand û tevna xwe ya civakî rastiyek in. Domdariya vê rastiyê, bi raberikirina vîna xwe ya di qadên siyaset, aborî, perwerde, tenduristî û çandê de ve girêdayî ye. Ev yek jî tenê bi sazîbûneke xurt a siyasî û civakî pêkan e.
Civaka demokratîk pêwîstî bi pêvajoyeke zanebûnî ya înşayê heye. Ev înşa ne bi tundiyê û ne jî bi ferzkirinê dikare pêk were. Ev yek bi rêxistinbûneke piralî ya civakî ya li ser zemîna siyaset û hiqûqa demokratîk tê meşandin pêkan e. Ji nû ve nirxandina civakîbûn, aborî, çand, ziman û dîrokê ya li gorî esasên demokratîk, bingeha vê pêvajoyê pêk tîne. Demokrasî li cihê ku zor û zext lê nîne şîn dibe.
Ji ber vê sedemê, divê civaka Kurd ne tenê li hemberî derve, di têkiliyên xwe yên navxweyî de jî ji nû ve înşayeke li gorî pîvanên demokratîk esas bigire. Dema em di têkiliyên bi netewe-dewletan re çareserî û muzakereya demokratîk diparêzin, divê em di nava xwe de jî ne tundiyê, lê siyaset û hiqûqa demokratîk esas bigirin. Rêya yekitiya demokratîk di muzakereya demokratîk re derbas dibe.
Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên gelê Kurd pirsgirêka yekitiyê ye. Ji ber vê yekê yekitiya demokratîk pêdiviyeke dîrokî ye. Lidarxistina kongreyeke berfireh a yekitiya demokratîk, ji bo derxistina holê ya hişê hevpar û vîna hevpar wezîfeyeke lezgîn e. Dema ku Kurd li welatên lê dijîn bi riya muzakereya demokratîk li çareseriyê digerin, neçar in ku pirsgirêkên di nava xwe de jî bi heman rêbazê çareser bikin.
Lê belê li pêşiya vê pêvajoyê, pergala têkiliyên teng a eşîrtî, qebîletî û ya ku civakê parçe dike wekî astengiyeke girîng disekine. Vê zihniyetê pêkhateya civakî qels kiriye û wêraniyên cidî afirandine. Bêyî rûbirûbûna bi vê rastiyê re, avakirina yekitiya demokratîk ne pêkan e.
Afirandina atmosfereke civakî ya ku pevçûnên navxweyî li pey xwe hiştine û dispêre rêzgirtina hevpar, pêkan e. Rêya vê yekê, di serdestkirina esasên demokratîk a li hemû qadên jiyanê re derbas dibe. Belavkirina vê têgihiştinê ya gav bi gav di nava civakê de, ku di serî de pêkhateyên siyasî tên, wezîfeya herî girîng a serdema li pêşiya me ye.
Serdema li pêşiya me, ji bo civaka Kurd serdemeke ji nû ve avabûnê ye.
Bingeha vê avabûnê jî wê yekitiya demokratîk, siyaseta demokratîk û muzakereya demokratîk be. Her gava ku li ser vê bingehê bê avêtin, wê pêşeroja me ya hevpar diyar bike.
Ez we hemûyan bi hezkirin û rêzdariyên xwe yên bêdawî silav dikim
Abdullah Ocalan
Îmrali”
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Welat

