Duh (27ê Sibatê) Şandeya Îmraliyê cara sêyemîn bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re civiya. Piştî civînê li Stenbolê peyama Ocalan hat xwendin.
Ocalan di peyama ku ji sê rûpelan pêk tê de destnîşan kiriye û gotiye ku “Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike.”

Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’
Her weha Rêberê PKKê Ocalan ji bo vê jî diyar kiriye ku ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesh bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.
"Pirsgirêka Kurd divê li Meclîsê bê çareserkirin"
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ji bo banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan daxuyanî da û got:
"Em hêvî dikin ku pêwîstiyên vê bangê ji aliyê mixatabên wê ve bên bicihanîn û em hêvî dikin ku terora ku bûye sedema mirina bi dehhezaran kesan û zirarên giran ên aborî û civakî afirandiye bi temamî bidawî bibe."
“Wek Partiya Gel a Komarî, em helwesta xwe ya dîrokî ya li ser çareserkirina hemû pirsgirêkên welatê xwe bi rêyên demokratîk didomînin. Bi heman awayî, em her dem li dijî hemû cureyên teror û tundiyê bûn û dê li dijî wan bimînin.”
“Em helwesta xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di bin banê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de, bi beşdariya hemû beşên civakê û bi şefafî diparêzin. Em hay ji berpirsyariya xwe ya ji bo çareseriyê ne ku dê raya hemû civakê, malbatên şehîdan, gaziyên me û hemû mexdûran li pêş bigire ji bo demokrasî, dewleta hiqûqê û aştiya civakî. Em dê ji niha û pêve jî alîkariyên xwe, wekî ku me heta niha kiriye, nedin paş.”
“Bangkirina rêxistina terorê ya ji bo danîna çekan û xweberhevkirinê girîng e. Em hêvî dikin ku daxwazên vê bangê ji aliyê berpirsên wê ve bên cih û terora ku bûye sedema mirina bi deh hezaran kesan û zerên giran ên aborî û civakî daye, bi yekcarî bi dawî bibe. Bê guman pirsgirêk bi hêviyan çareser nabin lê bi avakirina baweriyê û bi kiryaran çareser dibin.”
“Çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê tenê bi dabînkirina aştiya navxweyî pêkan e. Aştiya navxweyî jî ne di sîstemeke otorîter de lê di pergala demokratîk de, bi rêzgirtina ji bo prensîbên dewleta hiqûqê, dadperwerî û wekheviyê pêk tê.”
“Çiqas ku ji bo demokratîkbûnê guhertinên qanûnî pêwîst bin, ewqas jî dev ji nêzîkatiyên derveyî hiqûqê di bicihkirina qanûnên heyî de û dawîlêanîna binpêkirina destûrê pêwîst e. Partiya Gel a Komarî dê destûrê nede ti kes, meqam, cih û aktorekî ku daxwazên aştî û demokrasiyê yên civakê di çarçoveya armancên xwe yên siyasî de îstîsmar bike.”
“Li gorî prensîba ‘Aştî li welêt, aştî li cîhanê’ ya damezrînerê komara me û partiya me Gazî Mustefa Kemal Ataturk, em her tim li kêleka hewlên aştî û demokrasiyê û li dijî şer, teror, pevçûn û otokrasiyê ne.”
Îmamoglû: Em hêja dibînin
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû têkildarî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan wiha got:
“Em hêja dibînin. Lê belê berpirsyartî tenê ya aliyekî nîne, li ser milê rêveberên vî welatî ye.”
“Bi vê wesîleyê em bangê binirx dibînin. Lêbelê, berpirsyartî tenê ya aliyekî nîne, li ser milê rêveberên vî welatî ye. Bi rastî jî meseleya esasî ew e ku Tirkiye li gorî rêgezên demokratîk, mafên mirovan û hiqûqê bê birêvebirin.”
“Fikra komarê jî tam vê vedibêje; bêyî şert û merc hemû hemwelatiyan dihewîne û hembêz dike. Em bi hev re dikarin ji êşên berê hatine kişandin dersan bigirin û em mecbûr in pêşeroja xwe ya hevpar di nava aştiyê de ava bikin. Têkoşîna me ya ji bo Tirkiyeya azad û demokratîk dê bi biryardarî bidome.”
Çi bûbû?
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 23ê Cotmeha 2024an de di çarçoveya hevdîtina malbatê de piştî 43 mehan cara yekemîn bi biraziyê xwe Omer Ocalan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê re hevdîtin kir. Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kiribû ku tecrîda li ser wî didome û weha gotibû, "Ger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derxînim ser qada hiqûqî û siyasî."
Piştî hevdîtinê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku di 6ê Mijdara 2024an de 6 meh cezayê nû yê qedexekirina hevdîtinê li Ocalan hatiye birin.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya 26ê Mijdarê de got, "Em li bendê ne ku di navbera Îmraliyê û koma DEMê de rû bi rû hevdîtin bên kirin."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bersiva banga Bahçelî da û got, "Em weke hevserok dixwazin biçin hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bike û tevkariyê li aştiya vî welatî bikin."
DEM Partiyê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike heman rojê serî li Wezareta Dadê da.
Wezareta Dadê piştî mehekê bersiva erênî da serlêdana DEM Partiyê û Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28ê Kanûnê de li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Piştre Ahmet Turk jî tevli şandeyê bû. Li ser daxwaza Ocalan Onder, Buldan û Ahmet Turk bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kirin.
Şandeyê heta niha bi MHP, Partiya Pêşerojê, AKP û Partiya Saadetê re hevdîtin kiribû.
Piştî hevdîtina duyemîn şande di çarçoveya hevdîtinên ji bo pêvajoyê de serdana Herêma Kurdistana Iraqê kir û li wir bi serkirdeyên YNKê Bafil Talabanî, Kubat Talabanî û yên PDKê Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re civiyan.
Hevdîtina sêyem a bi Ocalan re di 27ê Sibatê de pêk hat. Piştî hevdîtinê peyama Ocalan li Stenbolê hat xwendin û Ocalan di peyamê de banga çek danînê kir.
Di şandeya vê carê de Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol cih girtin.
*Çavkanî: Rudaw, MA
(AY)