“Em him welatparêz in him jî lubunya ne”
Sînan*, di sala 1998an de, li navenda Amedê, di malbateke qelebalîx de wekî zarokê/a dawîn ê/a malbatekê ku bi gotina wî “welatparêz û kedkar e”, ji dayik bû. Zarokatiya wî/wê di nava atmosfera polîtîk û giran a herêmê de, li mal û kolanên kurdîaxiv derbas bû.
Sînan anî ziman ku beriya destpêkirina dibistanê bi tirkî nedizanî û heta wê demê tenê bi kurdî difikirî. Li malê û li kolanê zimanê wî/wê kurdî bû, lê piştî ku dest bi dibistanê kir, êdî hiş û ramana wî/wê ber bi tirkî ve guherî.
Sînan di heman serdemê de, ji ber ku bi tirkî nedizanî û Sirûda Neteweyî ya Tirkan (İstiklal Marşı) nedixwend, li dibistanê bi tûndkariyê re rû bi rû ma. Şablonên "malbata îdeal" ên ku ji aliyê bernameyê ve li ser wî/wê dihatin ferzkirin û rasteqîniya jiyana wî/wê ya li malê, di bîra zarokatiya wî/wê de "şermokiyek" hiştibe jî, ew îro hîn jî wan rojan wekî rojên "xweşik" bi bîr tîne.
Ji bo Sînan nasname ne tiştekî çêkirî an jî pevxistî ye ku paşê li mirov were barkirin. Sînan, bi heman nêrînê li nasnameya xwe ya LGBTÎ+yê jî dinêre; di pêvajoya qebûlkirina nasnameya xwe de tu aloziyên mezin ên hundirin nejiyaye û diyar dike ku di binê vê yekê de para nasnameya kurdî ya ku tê de mezin bûye, pir mezin e.
Fotograf: Fotoyekî aktîvîstê LGBTÎ+ yê Kurd Sînan ku ji piştê ve hatiye girtin.
Jixwe ji ber nasnameya kurdî bi rengekî herî giran cudakarîî lê hatiye û weke yê dî lê nêrîne û vê hiştiye ew zûtir xwedî li nasnameya xwe ya LGBTI+ derkeve.
Sînan, pêvajoya aşkerekirina nasnameya xwe ji malbatê re ne wekî rewşeke kesane, di çarçoveyeke civakî de dinirxîne. Ew di wê baweriyê de ye ku polîtîkayên sîstematîk ên li herêmê tên meşandin, civakê ji cîhanê qut dikin û hişk dihêlin; loma girtîbûna civakê ya li hemberî vê guherînê ne şaşiyeke kesane ye, encameke vê barîdoxa polîtîk e. Ji ber vê sedemê jî nekaribûye nasnameya xwe ji malbata xwe re eşkere bike.
Lê belê Sînan tîne ziman ku nasnameya xwe pir bi rehetî û rasterast ji hevalên xwe re aşkere kiriye. Her weha Sînan bîranîneke xwe ya bi hevalekî xwe yê ji xwe mezintir re wiha vedibêje:
“Ji min re gotibû, ‘Hêvî dikim ku tu aktîf î.’ Ez bawer dikim ku ev gotin ji ber fikarên xwişkanî û bi hesta parastinê ji devê wê derketibû. Bêguman ez nabêjim ku ev nêzîkatiyeke rast e. Piştre dema em li ser vê mijarê peyivî, ji ber van gotinên xwe lêborîn xwest û anî ziman ku pir bêwate û bêcih bûye. Lê wekî çîrokeke eşkerebûnê ya ku min qet ji bîr nekiriye, di hişê min de ma. Çi dibe bila bibe, di dawiya rojê de dîtina guherîn û veguherîna mirovan tiştekî pir xweş e.”
Li cîhê kar û li kolanan rûbirûbûna cûreyên tûndkariyê
Her çiqas di jiyana kar de bi nasnameya xwe ya rastîn cih negirtibe jî, Sînan rastî homofobî û gotinên nefretê hatiye. Li dijî heqaretên ku li LGBTÎ+yên din ên ku ji ber xuyabûn û tevgerên xwe dibûn hedef, gelek caran hewl daye dengê xwe bilind bike; lê her carê bi bersiva “Ma tu jî ji wan î?” re rû bi rû maye.
Li gora Sînan, hewldana tirsandin û bêdengkirina mirovan bi xwe jî cûreyekî tûndkariyê ye. Ew bixwe li kolanê rastî nefreteke fîzîkî jî hatiye:
“Êrîşa nefretê ya rasterast ku ez pê re rû bi rû mam, li Amedê bû. Dema ez û hevalekî xwe dimeşiyan, du mêrên ku me qet ew nedîtibû, êrîşî me kirin. Di encama kulma ku li çavê min ket de, çarçoveya berçavka min şikest û binê çavê min hat dirûn. Piştre em li polîsan geriyan, lê polîs nehatin û tu karûbarên fermî li ser bûyerê nehatin kirin. Ezmûneke min ya wiha heye.”
“Di nav Kurdan û welatparêzan de LGBTÎ+ cih nagirin”
Sînan, beriya sê salan bi gotina “Divê ez tiştekî bikim” berê xwe dide aktîvîzmê.
Cûdaxwaziya ku bi salan e rûbirû bûye, Sînan û hevalên wî/wê yên ku jixwe xwedî nasnameyeke polîtîk a Tevgera Azadiya Kurd in, han daye ku bi îlhamgirtina ji şêwazê siyaseta Sakine Cansiza ku qet gava paş de nediavêt, saziyeke taybet û xweser ji bo erdnîgariya Kurdi ava bikin: Sara Kolektîfa.
Kolektîfa Sara, li dijî têgihîştinên weke “Di nav Kurdan û welatparêzan de LGBTÎ+ nabin” û “LGBTÎ+ di nav sîstemê de ne, dejenere ne” hat avakirin û wekî yek ji saziyên herî xweser û resen ên erdnîgariya kurdî hebûna xwe didomîne.
Sînan, motîvasyona avakirina kolektîfê bi van gotinan dibêje:
“Em hem welatparêz in hem jî lubunya ne. Me xwest di qadeke ku ev herdû nasname digihêjin hev de xwe bi rêxistin bikin. Me xwest nîşan bidin ku dema roj bê, em dikarin bibin wekî aktor û pêşengên şoreşê.”
“Ji bo ku xwe radest nekim, ez derketim”
Sînan, ji ber zext û fişarên polîtîk, dozên ku ji ber tevlibûna çalakiyên demokratîk lê hatine vekirin, zextên sîxurkirinê û gefên eşkere kirina nasnameya wî/wê li pêşberî malbata wî/wê, beriya mehekê neçar ma ku koçberî Almanyayê bibe. Sînan weha got: “Ji bo ku ez xwe radest nekim, ez ji wir derketim.” Ew niha li Bonnê, dûrî welatê xwe dijî.
Her çiqas jiyana li Bonnê li gorî Tirkiyeyê û erdnîgariya Kurd ewletir xuya bike jî, ew tîne ziman ku hesretekî kûr a welat dikişîne. Li welatekî mîna Almanyayê ku tê de jiyana kesane û lîberal li pêş e, qutbûna ji dorhêla xwe ya kolektîf û xerîbiyeke mezin, pir hîs dike. Lê li gorî wî/wê, têkoşîn û rastiya wî/wê, ne bi sînorên erdnîgariyê ve girêdayî ye; tiştekî weha ye ku mirov di hişê xwe de hildigire. Sînan, gotineke ku diyarî "hevalekî" kiriye bi bîr tîne û dibêje: “Kurdistan, tu li ku bî, wir e.” Ew bi vê nêrînê, têkoşîna xwe niha li kolanên Bonnê jî didomîne.
Her çend nehevsengiya paşerojê berdewam bike jî, Sînan gotinên xwe wiha bi dawî dike:
“Ez ê teqez vegerim. Ez bawer dikim ku ez ê vegerim welatekî ku tê de jin û lubunya xwedî rêxistinbûneke xurtir a xweser in û tê de girêdanên hîn xurtir di navbera hev de ava kirine.”
*Navê aktîvîst li gor daxwaza wî/wê hatiye guhertin; her wiha ji bo ku rûyê wî /wê xuya nebe, fotografê wî/wê bi vî rengî li naverokê hatiye zêdekirin.
(YAH/TY/AY)
