Şîrketa bi navê Zenkarê dixwaze li gundê Arzoxliya navçeya Sûra Amedê Projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê(GES) weke ZENKAR-1 û ZENKAR-2 çêbike. Gundî û saziyên herêmî li dijî vê yekê bertek nîşan didin.
Qada ku dixwazin projê li çêbikin, demek dirêj e ku ji aliyê gundiyan ve wekî çêregeh tê bikar anîn. Her weha herêma ku li tenişt qada projêye, “Xirap Bajêr” jî du meh berê di Asta 1em de weke Qada Arkeolojîk hate tomar kirin.
Komîsyona Hiqûqa Jîngeh û Bajarî ya Baroya Amedê di daxuyaniyek çapemeniyê de diyar kir ku bermahiyên mozaîkên dîrokî li qadê hatine dîtin û li qadê bêyî ku lêkolînên berfireh hatibe kirin, proje erê kirine.
"Ne kolandin û ne jî lêkolîneke berfireh hat kirin"
Serokê Komîsyona Hiqûqa Jîngeh û Bajarî ya Baroya Amedê Parêzer Ahmet Înan û yek ji şêniyên Arzoxliyê Murat Toprak têkildarî projeyê û tûndkariyê hêzên ewlekariyê bi bianetê re axivî.
Înan diyar kir û got:
"Biryar hat dayîn ku qada projeyê bêyî kolandin û lêkolîneke berfireh di nav qada arkeolojîk de neyê girtin. Her çend wisa be jî, divê di navbera qada arkeolojîk û qada li derveyî wê de herêmeke tampon were hiştin. Divê lêkolînên pir hesas bên kirin. Lêkolînên ku me bi şaredarî û Konseya Bajarê Amed re kirin nîşan didin ku bermahiyên kevnar ango antîk belav bûne û ji qada heyî pir mezintir e. Di vê çarçoveyê de rapor hatine amadekirin û fotograf hatine kişandin. Ji bo cihê pêwendîdar dê serlêdan bên kirin. Jixwe, ji bo betalkirina projeyê doz hatiye vekirin."

Dîmenek ji xwepêşandana ku di 7ê Adarê de li gund hatibû lidarxistin (Fotograf: Ajansa Mezopotamya)
Înan destnîşan kir û got, "Dibe ku li vir cihekî wekî Zerzevanê derkeve. Lêbelê, ev qad ji bo qezenc û rantê tê qurbanî kirin." Înan derbarê tûndkariya hêzên ewlekariyê a di 3ê Adarê de jî weha got:
"Pozê kesekî şikest û dema ku me serdana kesekî din li nexweşxaneyê kir, di rewşeke wisa de bû ku nikaribû xwe bibû bîne. Bi sedan guleyên plastîk reşandin; me ew guleyên plastîk kom kirin. Wekî Baroya Amedê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, em raporek hevbeş li ser îşkence û bêserûberiyan amade dikin. Vê gavê şîrket nayê; xebat rawestiyaye. Parastina bîra dîrokî, çand û xwezayê û parastina mafê jiyanê, dibe karekî pir dijwar. Tiştê ku divê li vir were pêşîn kirin ne qezenca şîrketekê be, divê sûda civakê be. Divê rêz li îradeya gelê herêmî were girtin. Lê ne dadgeh û ne jî saziyên din rêzê li vê yekê nagirin."
"Dewlet li pişta bihêzan e"
Ji şêniyên gund Murat Toprak jî got, "Em debara xwe bi xwedîkirina ajalan dikin. Hebûna GESê li vê qadê tê wê wateyê ku divê em bi tevahî dev ji xwedîkirina ajalan berdin. Dewlet li vir li pişta bihêzan e. Em ê hewl bidin ku pêşî lê bigirin û em hêvî dikin ku em ê biserkevin. Bi piştgiriya rêxistinên civaka sivîl û şaredariyê dibe ku em karibin projeyê betal bikin."

Ji Hesandînê bang: Em ji ber şîrketeke madenê şerpezeyî bûn
Derbarê tûndkariya hêzên ewlekariyê de jî Toprak got, "Hêzên ewlekariyê li welatiyan dan. Wan guleyên plastîk li rûyê birayê min reşand. Xwedê neke, ger ew li çavê wî ketiba dê çi bibûya?" Toprak têkildarî dîroka herêmê jî weha got: "Di berê de vir cîhek dîrokî ye. Lêbelê em nizanin ji kê maye, lê ez 51 salî me û ev der her gav wekî herêmek dîrokî hatiye zanîn."
(YAH/TY/AY)

