Doza rojnameger Abdurrahman Gok taloq bû
Rojnameger Abdurrahman Gok ji ber xebatên xwe yê rojnamegeriyê û gotinên îtirafker Umît Akbiyik, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin. 11emîn danişîna doza Gok, li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.
Dadgehê biryar da ku ew ê li benda encama dosyaya li Dadgeha Bilind bimîne û danişînê taloqî 22ê Îlonê bike.
Dadgehê tedbîra kontrola edlî a rojnameger Abdurrahman Gok betal nekir
11emîn danişîna dozê li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Di danişînê de Abdûrrahman Gok û parêzerê wî Resul Tamur amade bûn. Her wiha nûnerên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û Komeleya Mafên Mirovan jî wekî çavdêr beşdarî danişînê bûn da ku piştgiriya xwe nîşan bidin.
Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Di danişînê de parêzer Resul Tamur mafê axaftinê girt û daxwaz kir ku kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat piştî nirxandina daxwazan, şandeya dadgehê biryara xwe ya demkî eşkere kir. Dadgehê diyar kir ku ew ê li benda encama dosyaya jimare ‘2024/5456’ ya li Daîreya Cezayê ya 3emîn a Dadgeha Bilind bisekinin. Ji ber vê sedemê, dadgehkirin taloqî 22ê Îlonê hat kirin.
Derbarê rojnameger Abdûrrahman Gokî de lêpirsîneke nû hate vekirin
Çi bûbû?
Gok, di 25ê Nîsana 2023an de di çarçoveya operasyoneke de li Amedê hatibû girtin. Ev operasyon bi giranî li ser îfadeyên îtirafkarê Umît Akbiyik hatibû avakirin ku wî navê gelek parêzer, hunermend û rojnamevanan dabû.
Abdûrahman Gok piştî ku 6 mehan di girtîgehê de ma, di danişînên pêşîn de hatibû berdan lê dadgehkirina wî bi awayekî bêgirtî berdewam dike.
Doza Abdurrahman Gok, ji aliyê gelek saziyên mafên mirovan û rêxistinên rojnamevaniyê yên cîhanî ve wekî parçeyek ji polîtîkaya bêdengkirina çapemeniya azad û Kurdî tê şermezarkirin.
(AY)