Di lêpirsîna qetlîama karkeran a Dîlovasiyê de 7 peywirdarên şaredariyê hatin girtin
Di lêpirsîna şewata Dîlovasiyê de Cîgirê Şaredar jî di nav de 7 fermanber hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna şewata Fabrikaya Kozmetîkê ya Raviveyê ya li navçeya Dîlovasiya Kocaelyê de, ku jê 3 zarok bi giştî 7 karkeran jiyana xwe ji dest dabû, piştî operasyona li dijî rayedarên şaredariyê 7 fermanber hatin girtin.
Cîgirê Şaredarê Dîlovasiyê Necatî Temîz jî di nav kesên ku hatibûn desteserkirin de ye.
Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê, li gorî rapora nû ya pisporan derbarê 8 wezifedarên şaredariyê de biryara lêpirsînê da.
Gumanbarên ku karên wan yên îfadeyê ên li emniyetê bi dawî bûn, sewqî Edliyeya Gebzeyê hatin kirin.
Piştî îfadeyên li dozgeriyê; Cîgirê Şaredar Necatî Temîz, Cîgirê Revebirê Zabiteyan Nîzamettîn Balci, Rêvebirê Berê yê Avakirin û Bajarvaniyê Huseyîn Ozturk, Revebirên Berê yên Kontrola Avahiyan Cîhan Sorgucu û Selîm San, Rêvebirê Kontrola Avahiyan ê heyî Muammer Tellî û Cîgirê Berê yê Rêvebirê Zabiteyan Cengîz Taşdemîr, ji aliyê dadgeha cezê û aştiyê ya nobedar ve hatin girtin.
Di dosya lêpirsînê de hat destnîşankirin ku rayedaran peywira xwe ya kontrolê bi cih neanîne, xebatên kargehê çavdêrî nekirine û rêkarên îdarî yên pêwîst bi kar neanîne.
Çi bûbû?
Di şewata ku li navçeya Dîlovasiyê di 8ê Mijdara 2025an de li Fabrikaya Kozmetîkê ya Raviveyê derketibû de; Tuğba Taşdemir (17), Nisanur Taşdemir (15), Cansu Esetoğlu (15), Hanım Gülek (52), Esma Gikan (31), Şengül Yılmaz (59) û Tuncay Yildiz jiyana xwe ji dest dabûn û 7 karker jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê, xwediyên kargehê jî di nav de 7 kes hatibûn girtin û hinek wezifedarên şaredariyê jî ji kar hatibûn dûrxistin. Di pêvajoya lêpirsînê de malbat û parêzeran li Meydana Bajar a Gebzeyê dest bi "nobeta edaletê" kirin.
Dema ku lêpirsîn berdewam dikir, biryara desteserkirinê ya ji bo fermanberan duh serê sibê pêk hat û 8 kes hatin desteserkirin. Her weha piştî pêvajoya îfadeyê 7 kes hatin girtin.
(EMK/AY)