Kooperatîfa Şanoyê ji bo 27ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanî daxuyaniyek weşand. Kooperatîfê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku şano ne tenê qadeka hunerê ye; di heman demê de qadeke derbirînê ye ku şahidiya rûdanan dike, pirsan dipirse û bêdengiyê napejirîne.
Di daxuyaniyê de bal kişandine ser wê yekê ku di cîhanê de şer didomin, mirina zarokan asayî bûye û newekhevî kûr bûne. Her wiha amaje bi şerên li gelek herêman didomin û krîzên mirovî yên kûr, hat kirin.
“Helwesteke têkildarî cîhanê”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şanoyên bi modela kooperatîfê hatine cem hev, tevî hemû bêderfetiyan bi hev re hildiberînê. Her weha di daxuyaniyê de bal kişandine ser girîngiya piştevaniyê û wiha hatiye gotin:
“Têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê hîn jî bi berdêlên mezin didome. Li aliyê din, hişê çêkirî û teknolojiyên nû jiyanê bi lez vediguherînin û di heman serdemê de zarokên ku di bin sîbera amûrên şer ên bêmirov de mezin dibin hene. Dema mirovahî li aliyekî behsa pêşketinên mezin ên teknolojîk dike, li aliyê din rûbirûyî pirsên bingehîn ên edaletê jî dimîne.
Hunermend di vê cîhanê de li cihekî bêalî nasekinin. Şano jî bi tenê bi vegotina çîrokan re sînordar namîne; sehne ango dik wekî qadeke ku rûdanan dide nîşandan, pirsan dipirse û bêdengiyê qebûl nake ye û hebûna xwe bi vî awayî didomîne. Di dirêjahiya dîrokê de hunermendên şanoyê di dema şikestinên civakan de di nav wan kesên ku dengê xwe bilind kirine de cih girtine. Îro jî her çîroka ku li ser dikê tê nîşandan, têkildarî cîhanê helwestekê dihewîne. Her gotina ku li dijî neheqî, tûndkarî û newekheviyan tê gotin; li heman cihî û di heman demê de bi temaşevan re dibe hevrûbûnek. Ev hevrûbûn şanoyê ji temsîlekê derdixe û dike qada bi hev re fikirîn û pirsînê.”
Serokê Lijneya Rêveber a Kooperatîfa Şanoyê Mert Firat jî wiha got:
“Îro li gelek derên cîhanê êş, newekhevî û nezelaliyên mezin tên jiyandin. Di demên wisa de hêza hunerê û bi taybetî ya şanoyê bêtir xuya dibe. Sehne ne tenê qada temsîlê ye; di heman demê de cihê bi hev re fikirîn, pirsîn û hestkirinê ye. Wekî Kooperatîfa Şanoyê, em bawer dikin ku ev qad tenê bi piştevaniyê dikare bihêz bibe. Ji ber ku şano heta ku em bikaribin bi hev re hebin, dikare bijî.”
(TY/AY)
