Fotograf: DEDEF
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) ji ber operasyona leşkerî ya ku li navçeya Xozat û Pûlûrê destpê kiriye, civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Lijneya Parastina Mûnzûrê li ser navê DEDEFê civîn li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê pêk aniye.
Rêveberên DEDEFê û Seroka ÎHDya Stenbolê Gulseren Yolerî tevlî civînê bûne. Alîkarê Serokê Giştî yê DEDEFê Alî Riza Bîlîrî metna ku hatiye amadekirin xwendiye.
Bîlîrî bal kişandiye ser operasyona leşkerî ye ku hefteya borî li Xozar û Pûlûrê destpê kiriye û diyar kiriye. Li gorî zanyariya ku Bîlîrî dane operasyon li gundên Kakper, Zogar, Tanzî, Dêra Sor û Çamûrekê ev 6 roj in dewam dike.
Derdora gundê Kakperê bi balafirên şerî tên bombekirin, her weha ketin û derketina nava gund hatiye qedexekirin.
"Par jî di dema operasyonê de gelek daristan şewitîn"
Alî Riza Bîlîrî operasyona leşkerî ya di sala 2021ê de dabû destpêkirin bibîr xistiye û gotiye ku ji ber operasyonê darisan şewitîne û bi hefteyan nehatine vemirandin:
"Par piştî operasyonên leşkerî daristanên me bi hefteyan şewitîn û demeke dirêj nehatin vemirandin. Ev ne agirên ji xwe ber derdikevin, karesateke ku bi destê dewletê pêk tê. Siberoja me tê şewitandin. Em bi hev re ji van re bibêjin, bisekini.
"Li Dêrsimê û bajarên herêmê di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê" de bi salan e bi hezaran hektar daristan tune bûn, ger bi heman ferasetê dewam bikin wê tunebûna wê jî dewam bike. Em Dêrsimî dizanin ku bi şewitandina daristanan, di pirsgirêk çareser nabin."
"Asîmîlasyon jî bi lez û bez didome"
Alîkarî Serokê Giştî yê DEDEFê Alî Riza Bîlîrî gotiye ku digel qedexeya ketin û derketina van deveran, şîrketên madenan, li gundê Otlûbahçeyê, di bin kontrola hêzên ewlekariyê de û bê destûr dikarin kar bikin:
"Tevî zextên bi rêya şewatên daristanan, xebatên lêgerîna madenan, li herêmê êrîşên asîmîlasyonê jî bi lez û bez dewam dikin.
"Serokê Karûbarên Olî Alî Erbaş, hate Dêrsimê û li vir di bin navê Navenda Ciwanan a Hz. Fatmayê, Navenda Ciwanan a Hz. Aliyî, Kursa Quranê ya Ehlîbey, navenda destûrê ya Hafiztiyê de navendên asîmîlasyonê vekirin.
"Em dibînin ku kesên qiymetê nadin Dêrsim û Elewîtiyê, bi nirxên baweriya gelî dilîzin û tiştên pîroz ên Elewîtiyê ji bo armancên xwe yên asîmîlasyonîst dikin amûr.
"Em wê Îslama ku ji bacên Elewiyan meaşê xwe digire, Elewiyan tune dihesibîne, Cemxaneyên me weke navendên baweriyê qebûl nake û vê feraseta ku Îslamiyetê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar tîne, red dikin.
"Destê xwe ji Harde Dewreşî bikişînin." (FD)