Tarik Tolûnayê ku ji salona dadgehê hatiye derxistin,
wêneyê ku xêz kiriye li ser Twitterê par ve kiriye
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Karsaz û mafparêz Osman Kavalayî jî tê de dadgehkirina 16 rojnameger, nivîskar, plansazê bajarvaniyê, parêzer û hunermendan li 30em Dadgeha Cezayê Giran, li Kampusa Silivriyê berdewam dike. Kavala 707 roj in ku girtî ye. 16 kes bi tohmeta ku di dema çalakiyên Parka Geziyê de “hewldane hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji nav bibin” hatin dadgehkirin. Dadgehê biryar girtiye ku Osman Kavala neyê berdan. Dadgehkirin wê di 24 û 25ê Kanûna Pêşiyê de berdewam bike.
Danişîna yekem di 24ê Hezîranê de pêk hatibû û hemû bergumanan parasnameyên xwe pêşkêş kiribûn. Dadgehê di biryara xwe ya navberê de biryara tehliyeyê ji bo Yîgît Aksakoglûyî dabû. Lê biryara tehliyeya Osman Kavalayî nedabû.
Di danişîna duyem a 17ê Tîrmehê de parêzerên bergumanan nêrînên xwe diyar kiribûn. Parêzer Fîkret Îlkîzî gotibû, “33yem Dadgeha Asliye Cezayê pênc sal berê biryara beraetê dabû. Nabe bi heman tohmetê cara duyem doz bê vekirin.”
Saet di 10.30 deqîqeyan de cendermeyan Osman Kavalayî birine salona dadgehê û piştî wî kesên ji bo şopandina nûçeyê çûne xistine hundir.
Bixwîne - Osman Kavala
Serokê Dadgehê digel ku li gorî Qanûna Mihakemeya Cezayan ne qedexe ye, ji danişînên cidatir tevgeriyaye û nehiştiye wênesaz Tarik Tolûnay li salonê bimîne. Tolûnay wê wêneyên salonê xêz bikira. Tolûnay neçar maye derkeve ji derve.
SEGBİS nexebitiye
Di vê danişînê de wê dadgehê li Mûrat Pabûçê ku tohmet li Kavalayî dike, Ercan Orhan Aydinê ku di dema çalakiyan de li Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê fermandarê tîmekê bûye û Hasan Gulê alîkarê wî guhdar bikira.
Lê ji ber ku Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBİS) kar nekiriye, nekarîbûn li şahidan guhdar bikin. Piştî vê rewşê derbasî guhdarkirina nêrînên Osman Kavalayî bûne.
Kavala: Min piştgiriya madî nedaye
Serokê Dadgehê ji Kavalayî pirsiye û gotiye: “Di avakirina Platforma Taksîmê de we cih girtiye?”. Kavalayî wiha bersiv daye: “Min cih negirt. Lê ez beşdarî hin civînan bûm. Yek ji wan li restoranta Cezayîrê bû.”
Serokê Dadgehê pirsiye: “Ti zanyariyeke we derbarê rûpela Facebookê yê bi navê Ayaklan İstanbul (Serî hilde Stenbol) heye? Kê ava kiriye?”. Kavalayî gotiye: “Ez nizanim. Yekem peywendiya min a di mijara Geziyê de piştî bûyer destpêkirin, di Hezîrana 2013ê de bi rêya telefonekê pêk hat. Me bûyer nirxand. Ti peywendiyeke min bi xebatên beriya destpêkirina bûyerên Geziyê re nîne. Min ti alîkariyeke madî nedaye.”
Serokê Dadgehê: Hovîtiye
Serokê Dadgehê pirsiye: “Di dema bûyerên Geziyê de we vîdeo kişandiye û we xwestiye maneyekê bidin vê hovîtiyê? Hûn wisa difikirin? Hatiye îdiakirin ku bûyerên Geziyê wê pêşiyê li welêt veke û we xebat xebatên wisa kirine ku ji hestiyariya li beramberî jîngehparêziyê wêdetir e. Hûnê ji bo vê çi bibêjin?”
Kavalayî gotiye: “Di îdianameyê de behsa projeya filmekî hatiye kirin. Ev filmê ku hevalên me yên di Anadolu Kulturê li ser kar dikirin, pêk nehat. Heke ku pêk bihata wê îro weke berhemeke hunerê ba. Em piştgiriya wan berhemên hunerî dikin ku derbarê bûyerên civakî de ne. Lê xebatên me yên propagandayê nebûn. Ne li gorî armanca me ya avakirinê ye ku huner weke amûreke propagandayê bê bikaranîn.”
“Beriya ku îdianame bihata amadekirin diviya ji min bihata pirsîn”
Kavalayî destnîşan kiriye ku jêpirsîna wî li emniyetê hatiye kirin û wiha axiviye: “Yek ji van pirsên ku hûn niha ji min dipirsin li min nehatiye kirin. Me nekarî dozgerî bibînin, li dadgehê jî nehate pirsîn. Bêyî ku ev pirs li min bên kirin îdianame hatiye amadekirin.”
Serokê Dadgehê gotiye, “Lê îdianame ji we re hatiye şandin, çi dibe?”. Kavalayî wiha bersiv daye: “Ji min re hat şandin lê beriya ku bihata amadekirin diviya ji min bihata pirsîn.”
Yapici: Şerîtên di îdianameyê de dijhiqûqî ne
Piştî Osman Kavalayî Mucela Yapiciyê îfadeya xwe daye.
Yapiciyê gotiye, “Şerîtên di îdianameyê de bi rêyên dijhûqûqî hatine bidestxistin. Ji xwe di dawiya îdianameyê de tê gotin ku fezlekeyên FETOyî amade kiriye ji nû ve hatine nirxandin. Ji ber wê ez îdianameyê qebûl nakim.
Atalay: Gezî hêviya edalet, azadî û wekheviyê ye
Can Atalay piştî Yapiciyê axiviye û wiha gotiye: “Piştevaniya ji bo Taksîmê an jî dezgeheke din ne xwediyê Berxwedana Geziyê ye. Piştevaniya Taksîmê xwestiye bibe tercumanê bi milyonan mirovan. Kê sûc kiribe divê doz li wan bê vekirin. Gezî hêviya edalet, azadî û wekheviyê ya van xakan e.”
Îdianame
Hin xalên balkêş ên îdianameyê ev in:
32. Henekên xwe bi polîsan kirine (Di dema bûyerên Geziyê de gelek çalakvanan slogan avêtine û bi tevgerên laşî henekên xwe bi polîsan kirine)
57. Bi hevala/ê xwe re şa nebûye
63. Derneketina ji malê (Di serî de Mehmet Alî Alabora, gelek kesên bi Mi Minorê re têkildar, di dema bûyeran de ji malên xwe derneketine)
68. Penahî (Di dema bûyeran de digel hemû hişyariyan, piştî mudaxeleyan belav bûne û xwe avêtine avahiya DİSKê, Mizgefta Dolmabahçeyê û Otela Dîvanê)
70. Koçberiya protestoyî (mînak hîcret. Mehmet Alî Alabora di serî de gelek kesên têkildarî Mi Minorê li Ingîltereyê dijîn)
Dozgerî diyar kiriye ku di dema çalakiyan de kulma xwe ber bi jor ve bilind kiriye û xwestiye bi vî awayî têkiliya çalakiyên Geziyê bi rêxistina OTPORê re çêbike. OTPOR di amblema xwe de kulma ber bi jor ve bi kar tîne.
Her weha ji ber ku serokê OTPORê Ivan Maroviç û Mehmet Alî Alabora di heman demê de li Misrê bû ne, dozgerî têkilî di navbera OTPOR û çalakiyên Geziyê de çêkiriye.
Şanoya Mi Minorê
Dozgerî di îdianameyê de îdia kiriye ku Alabora û hevalên wî piştî vegeriyane Tirkiyeyê şanoya bi navê Mi Minor lîstine û bi vî awayî xwestine derbe çêbibe.
Osman Kavala çûye sê welatan
Ji bo têkiliya Osman Kavala bi vê re çêbikin hatiye îdiakirin ku wê demê di nava 25 rojan de çûye Belçîka, Almanya û DYAyê.
Dîsa têkiliya çalakiyên Parka Geziyê bi spekulatorê fînansê û karsazê lîberal ê amerîkanî George Sorosê hatiye çêkirin. Hatiye gotin ku “George Soros, Ivan Maroviç û Mehmet Osman Kavalayî ji bo heman armancê xebatê dikin û têkiliya wan bi wan kesan re heye ku ji bo heman armancê kar dikin”.
Endamên koma Piştevaniya Bi Taksîmê re hatine sûcdarkirin
Dozger di îdianameyê de endamên koma Piştevaniya Bi Taksîmê re sûcdar dike. Di vî beşî de hatiye îdiakirin ku, bûyer ji roja pêşiyê bi rêxistin kirine, bang li gel kirine ku çalakiyên protestoyî çêbikin.
Doza Çalakîya Gezîyê
16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê polîsan operasyon li dar xistibû û Porf. Dr. Betul Tanbay û Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolû Kulturê Yîgît Ekmekçî, endamên Lijneya Rêveberiyê Alî Hakan Altay, Koordînatorê Giştî Asena Gunal û produktor Çîgdem Mater û Meltem Aslan, xebatkarên rêxistinên civaka sivîl Yîgît Aksakoglû, Fîlîz Telek, Bora Sari, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Hande Ozhabeş hatibûn desteserkirin.
Bixwîne - Dozgeran ji bo Osman Kavala û 15 mafparêzan muebeda zehmetkirî xwest
16ê Çiriya Paşiyê piştî îfadegirtina wan Hande Ozhabeş, Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Asena Gunal u Bora Sari û Meltem Aslan, 17ê Çiriya Paşiyê jî Prof. Dr. Betul Tanbay, Yîgît Ekmekçî, Hakan Altinay, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Çîgdem Mater hatibûn berdan.
Yîgît Aksakoglû ku li Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê xebatên civaka sivîl dikir hatibû girtin.
Osman Kavala Serokê Lijneya Rêveber ê Anadûlû Kulturê ji 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê û vir ve bêyî ku îdianame ji bo wî bê amadekirin girtî ye.
Dozgerî ji îfadeyê bang li Atalay, Kahraman, Yapici, Saymadi, Agabeyoglû kiribû
Di çarçoveya lêpirsîna Geziyê ya ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dimeşîne, rêveberên Şaxa Buyukketa Stenbolê ya Odeya Mîmaran û ji Piştevaniya Taksîme Mucela Yapici û parêzer Can Atalay, plankarê bajarvaniyê Tayfûn Kahraman, endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Ji nû ve avakirinê ya Sosyalîstan (SYKP) Ahmet Saymadî û Halûk Agabeyoglû, 28 û 30ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê li Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê îfade dabûn.
Îdianameyeka 657 rûpelî 20 Sibatê hatibû amadekirin. 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 4ê Adara 2019ê ev îdianame qebûl kiribu. Di îdianameyê de li gel Can Dundar û Mehmet Alî Alabora kesên din ên ku tên tohmet kirin ev in:
Endamê Lijneya Rêveber a Anadolu Kultur A. Ş.yê Ali Hakan Altinay, Mîmar Mucella Yapici, lîstikvan Ayşe Pinar Alabora, sînemager û rojnameger Çîgdem Mater Ûtkû, Nûnera Tirkiyeyê ya Weqfa Civaka Vekirî Gokçe Yilmaz, nivîskar Handan Meltem Arikan, Koordînatora Navenda Pêşxistina Civaka Sivîl Hanzade Hîkmet Germiyanoglû, Înanç Ekmekçî, alîkarê derhênerî/ê, sînemager û reklamsaz Mîne Ozerden, parêzer Can Atalay, Serokê Lijneya Rêveberiya Şaxê Stenbolê yê Odeya Plansaziya Bajaran ê TMMOBê û endamê Lijneya Rêveber ê heman saziyê, akademisyen Tayfûn Kahraman, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveber ê Anadolu Kultur A. Ş. yê û Endamê Lijneya Rêveber ê Dibistanên Weqfa Terakkiyê Yîgît Alî Ekmekçî.
Lijneya Wezîran a 61ê bûye dozdar
Di îdianameyê de Lijneya Wezîran a 61ê weke dozdar hatiye nîşandan. Kesên di wê Lijneyê de cih digirtin ev bûn:
Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan, alîkarê serokwezîrî Bulent Ariç, Alî Babacan, Beşîr Atalay, Bekîr Bozdag û Emrûllah Îşler, Wezîrê Behrvanî, Ragihandin û Veguhastinê Bînalî Yildirim, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş, Wezîrê Zanyarî Pîşeyî û Teknolojiyê Nîhat Ergun, Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, Wezîrê Ciwanan û Sporê Sûat Kiliç, Wezîrê Çandinî, Xida û Ajalvaniyê Mehdî Eker, Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Hayatî Yazici, Wezîrê Navxweyî Mûammer Guler, Wezîrê Geşepedanê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Çand û Hunerê Omer Çelîk, Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek, Wezîrê Perwerdeya Milî Nabî Avci, Wezîrê Berevaniya Milî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Daristanan û Avê Veysel Eroglû, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû, Wezîrê Ekonomiyê Zafer Çaglayan û Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn.
746 kesan giliyên 16 kesan kiriye
Di îdianameyê de navê 746 kesan weke kesên giliyê 16 kesan kirine, hatiye nivîsandin.
Dîsa tohmetên derbarê 16 kesan de wiha hatiye nivîsandin:
"Xwestine Hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji navê bibin û pêşî li wezîfekirina wan girtine, zerar û ziyan dane mal û milkan, bi awayekî xurt zerar û ziyan dane mal û milkan, madeyên bixeter li cem xwe girtine û dane hin kesên din, zerar û ziyan dane perestgehan û goristanan, muxalefeta li dijî yasaya hejmar 6136ê, bi awayekî xurt talankirin, bi awayekî xurt birîndarkirin û muxalefeta li dijî yasaya hejmar 2863yê.