Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Daîreya Cezayan a 2yem a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê, biryara ku Dadgeha Cezayê Giran a 5an a Enqereyê ji bo doza JITEMa Qoserê dabû, pesend kiriye.
Bixwîne -Doza JİTEMê ya Qoserê bi sedema dem di ser re boriye, bi dawî bûye
Doza JITEMê ya Qoserê di 9ê Îlona 2019an de bidawî bûbû. Doz ji bo ku 22 kes di navbera salên 1992 û 1996an de li Qoserê, navçeya Mêrdînê hatibûn kuştin û bi darê zorê hatibûn windakirin, vebûbû. Dadgehkirin piştî demekê li Enqereyê dewam kiribû.
Dadgehê di danişîna dawî de biryara beraetê dabû. Piştî vê biryarê parêzerên qurbaniyan ji bo lêkolîn li ser dosyayê bike, serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê dabûn.
“Li gorî nêrîna Îstînafê delîl têrê nekirine”
Li gorî nûçeya Ahmet Kanbalî ya di Ajansa Mezopotamya de hatiye weşandin, Daîreya Cezayan a 2yan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê gotiye ku ew “ne erkdar in” di vê dosyayê de û ew şandine Daîreya Cezayan a 19an. Daîreya Cezayan a 19an daxwaza parêzeran a ku gotine ew dixwazin danişîn pêk were û beşdar bibin, qebûl nekiriye û biryara xwe aşkere kiriye. Dadgehê di biryara xwe de gotiye ke ew biryara dadgeha herêmî qebûl dikin.
Dadgeha Îstînafê diyar kiriye ku “di biryarê de tiştekî ne licih e nîne.”
Erdal Kûzû, parêzerê qurbaniyan bertek nîşanî biryara dadgehê daye hu gotiye ku digel ji bo cezakirina bersûcên di dosyayê de her cure delîl hebûn jî lê him dadgeha herêmî him jî ya îstînafê li gorî konjonkturê biryar daye. Kûzûyî diyar kiriye ku ew ê serî li Dadgeha Bilind bidin.
Çi bûbû?
Ji ber kuştin û windakirina 22 kesan a di salên 1992 û 1996an li Qosera Mêrdînê de doz li neh kesan vekiribûn.
Kesên ku hatibûn kuştin an jî windakirin ev in: Abdulvehap Yiğit, Süleyman Ünal, Mehmet Nuri Yiğit, Tacettin Yiğit, Zübeyir Birlik, Abdulbaki Birlik, Kemal Birlik, Zeki Alabalık, Menduh Demir, Nurettin Yalçınkaya, Necat (Şemsettin) Yalçınkaya, Mehmet Emin Abak, Hıdır Öztürk, Abdulvahap Ateş, Mahmut Abak, Yusuf Tunç, Şeyhmus Kaban, İzzettin Yiğit, Yusuf Çakar, Abdurrahman Öztürk, Mehmet Ali Yiğit û Abdulbaki Yiğit.
Kesên dihatin dadgehkirin: Serhengê teqawidbûyî, Hasan Atîlla Ûgûr, Fermandarê Cendermeyan ê Amedê yê wê demê Eşref Hatîpoglû, Fermandarê Liqa Qomandoyên Cenderme Ahmet Boncuk, Serçawiş Unal Alkan û cerdevan Abdurrahman Kûrga, Mehmet Emîn Kûrga, Ramazan Çetîn, Mehmet Salîh Kilinçaslan û Îsmet Kandemîr.
Ji ber sûcên ku “rêxistina çekdar ava kirine û birêve birine, bûne endamê rêxistina çekdar û bi zanebûn hin kes kuştine” di sala 2014an de doz vekirin. Beriya ku doz vebe, bi sedema ewlehiyê doz birin Enqereyê.
Doz di 9ê Îlona 2019an de biencam bû.
Serhengê teqawidbûyî Hasan Atilla Ûgûr û serheng Eşref Hatîpoglû, Fermandarê Cendermeyan ê Amedê yê wê demê di mijara tohmetkirina “avakirin û birêvebirina rêxistinê” beraet kirin.
Her weha bergumanên din Fermandarê Liqa Komandoyên Cendermeyan Ahmet Boncûk, serçawîş Unal Alkan û cerdevanên wê demê Abdûrrahman Kûrga, Mehmet Emîn Kûrga, Ramazan Çetîn, Mehmet Salîh Kilinçaslan û Îsmet Kandemîrî jî di mijara tohmetkirina “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” de beraet kirin.
Ji ber 20 sal di ser dozê re boriye, di mijara tohmetkirina windakirina bi darê zorê, kuştin û înfazkirina bêdad de jî biryar hate girtin ku doz bi dawî bibe. (AS/FD)