Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di 19em danişîna Doza JİTEMê ya Qoserê (Kiziltepe) de 5em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryara xwe aşkere kir. Heyeta dadgehê biryara xwe li gorî nêrîna dozgerî da. Li gorî vê biryarê serhengê teqawidbûyî Hasan Atilla Ûgûr û serheng Eşref Hatîpoglû, Fermandarê Cendermeyan ê Amedê yê wê demê di mijara tohmetkirina “avakirin û birêvebirina rêxistinê” beraet kirin.
Her weha bergumanên din Fermandarê Liqa Komandoyên Cendermeyan Ahmet Boncûk, serçawîş Unal Alkan û cerdevanên wê demê Abdûrrahman Kûrga, Mehmet Emîn Kûrga, Ramazan Çetîn, Mehmet Salîh Kilinçaslan û Îsmet Kandemîrî jî di mijara tohmetkirina “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” de beraet kirin.
Ji ber 20 sal di ser dozê re boriye, di mijara tohmetkirina windakirina bi darê zorê, kuştin û înfazkirina bêdad de jî biryar hate girtin ku doz bi dawî bibe.
“Dozgerî hebûna JİTEMê qebûl kiribû”
Nûnerên Navenda Bîrê, Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Sezgîn Tanrikûlû, parêzerên hin bersûcan û yên malbatên midaxil beşdarî danişînê bûn. Cerdevan Mehmet Salîh Kilinaslanê ku ji ber sûcekî din girtî ye bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBİS) beşdarî dadgehkirinê bû.
Li gorî gotinê diviya danişîn saet di 10.00ê de dest pê bikira. Lê di 11.21 deqîqeyan de dest pê kir. Parêzerên midaxil daxwaz kirin ku jêpirsîn berfirehtir bibe.
Parêzer Erdal Kûzûyî diyar kir ku Yûsûf Çakar, Mehmet Alî Yîgît û Abdûlbakî Yîgît li cihên cida û di demên cida, bi heman çekê hatine kuştin û lêkolîn li ser têkiliya di navbera van kuştinan de nehatiye kirin:
“Têkiliya di navbera van kuştinan de ne tesadif e. Em dixwazin ku lêkolîn li ser wan bê kirin.”
Kûzûyî her weha daxwaza va tiştan kir:
“Di îdianameyê de bi awayekî aşkere hatiye diyarkirin ku rêxistina bi navê JİTEMê heye. Dozgerê komarê destnîşan kiribû ku tiştên li Qoserê bûne tiştên li ber çavan e. Em dixwazin ku rapora derbarê xebatên JİTEMê ya Kûtlû Savaşê bê vir.”
Kûzûyî xwest ku li qaymeqamê wê demê yê li ser erkê bû guhdar bikin.
Parêzerên bergumanan li hemberî daxwaza cezakirinan derketin û daxwaz kirin ku miwekilên wan beraet bikin. Heyeta dadgehê piştî navberekî biryara xwe da. (AS/FD)