Hat ragihandin ku zanyarên Çînî, di nimûneyên ku ji Heyvê anîne de du mîneralên nû yên ku berê nedihatin zanîn, dîtine.
Li gorî nûçeya Global Timesê, ev keşf di merasîma vekirina 11emîn 'Roja Fezayê ya Çînê' de ku li bajarê Çengdûyê hat lidarxistin, ji raya giştî re hat ragihandin.
Ev mîneralên fosfatê ji nimûneyên kevir û axê derketine û wesayîta keşfê ya bi navê 'Çang’e-5'ê kom kiriye. Her weha navên 'magneziyoçangızit-(Y)' û 'çangızit-(Ce)' li van mîneralan kirine.
Ev mîneralên di kategoriya 'fosfatên kêmpeyda' de ne, ji aliyê Komîsyona Polînkirin, Têgeh û Mîneralên Nû ya Yekîtiya Mîneralojiyê ya Navneteweyî ve hatin pejirandin û bi vî rengî wekî mîneralên fermî hatin qebûlkirin.

*Şêwazê krîstalî yê îdeal ê Changesit-(Ce)’yê. (Fotograf: Akademiya Zanistên Jeolojîk a Çînê)
Keşfa mîneralên duyem û sêyem ên Çînê li ser Heyvê
Ev her du mîneralên nû, wekî mîneralên duyem û sêyem ên ku Çînê di nimûneyên Heyvê de dîtine, ketin qeydan. Zanyarên Çînî berê di Îlona 2022an de jî aşkere kiribûn ku wan mîneralekî fosfatê yê bi navê 'çangızit-(Y)' dîtine.
Bi van keşfên dawî re, hejmara mîneralên ku heta niha li ser Heyvê hatine dîtin, derket 8an. Berê Amerîka û Rûsyayê bi nimûneyên ku ji rûyê Heyvê anîbûn, di vî warî de xebatên pêşeng kiribûn.
Wesayîta Çînê ya bi navê 'Çang’e-5' di Mijdara 2020an de ji bo Heyvê hatibû şandin; wê nêzî 1,73 kîlogram nimûneyên kevir û axê berhev kir û di kanûna 2020an de vegeriyabû Cîhanê.
