Bîranîna Komkujiya Pirsûsê: Berpirsiyarê komkujiyê dewlet e
11emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li ber Navenda Çandê ya Amarayê ya li navçeya Pirsûsa Rihayê pêk hat.
Di bîranînê de birîndarên komkujiyê, nûnerên SGDFê, ESPê, Platforma Saziyên Demokratîk, Cîgirê Serokê Koma Partiya DEMê Sezaî Temellî û gelek welatî amade bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat di bîranînê de fotografên 33 rêwiyên jiyana xwe dest dabûn hatin hildan û ji bo bîranîna wan xulekek rêz hat girtin.
"Em ê têkoşîn û xeyalên wan pêk bînin"
Bîranîna Komkujiya Pirsûsê/Riha. Fotograf: Ajansa Welat
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nîhat Demîrbîleklî di bîranînê de axivî û bal kişand ser Şoreşa Rojava û wiha got:
“33 rêwiyên me yên xeyalan dixwestin biçin Kobanê û ji zarokan re pêlîstok û şekir bibin. Lê rasterast bûn armanca komkujiyê. Di wê demê de dayikekê gotibû ‘Xwezî li şûna wan em bimirana, em fêrî êşê bibûn lê wan êş nedîtibû.’ Ev gotin bi xwe nîşaneya biratiya gelan e. Em ê têkoşîn û xeyalên wan pêk bînin.”
Li ser navê SGDFê Aslı Demîrê jî diyar kir ku beriya 11 salan ji bo avakirina Kobanê ketine rê û ev tişt anî ziman:
“Rêwîtiya wan ji bo biratiya gelên Kurd û Tirkiyeyê bû. Berpirsyarê vê komkujiyê dewlet e ku beriya teqîna bombeyan astengî çênedikir. Qatil hîn nehatine darizandin. Îro şahidên Pirsûsê salvegera komkujiyê li zindanan pêşwazî dikin. Em ê şehîdên xwe çi li zindanan çi li derve bînin ziman.”
“Em ê mîrasa wan biparêzin”
Bîranîna Komkujiya Pirsûsê/Riha. Fotograf: Ajansa Welat
Ferhat Demîr jî li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê axivî û got ku piştî salan jî êşa wan nû ye û diyar kir ku dê mîrasa 33 rêwiyên xeyalan biparêzin.
Endamê MKYya ESPê Okan Danaci da zanîn ku ew daxwaza aştiyeke adil, wekhev û demokratîk dikin û wiha got:
“Li vê baxçeyî xeyalên me veşartî ne. Daxwaza gelan a ji bo azadî û aştiyê qetil kirin. Lê em bin neketin. Aştiyeke ku li ser teslîmiyetê bê ferzkirin em qebûl nakin.”
Gaziyê Komkujiya Pirsûsê Efe Çatalbaşi jî diyar kir ku ew ji her çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibûn wir û berpirsên vê komkujiyê ew kes in ku digotin ‘Kobanê ket û dê bikeve’.
"Em ê têkoşînê bilind bikin"
Bîranîna Komkujiya Pirsûsê/Riha. Fotograf: Ajansa Welat
Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî destnîşan kir ku Kobanê hêviya gelan bû û ev tişt vegot: “Hêzên tarî û barbar hevalên me li vir qetil kirin. Rêya wan rêya demokrasiyê, sosyalîzmê û komara demokratîk e. Ji bo pêkanîna xeyalên 33 rêwiyên xeyalan em ê têkoşîna xwe hîn bêtir bilind bikin.”
Piştî daxuyaniyê, bi diruşmên ‘Bijî biratiya gelan’ û ‘Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo hemû kesî edalet’ qerenfîl li cihê komkujiyê hatin danîn. Paşê girseyê serdana goristana qurbaniyan kir.
Li ser goristanê xizmên Osman Çiçek ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, Hanim Çîçek axivî û ev peyam da: “Me ew ji bîr nekirin, têkoşîna wan têkoşîna me ye.”
Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Amedê hatin bibîranîn
Bîranîna Komkujiya Pirsûsê/Amed. Fotograf: Ajansa Welat
Bi pêşengiya Federasyona Şoreşgerên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) qurbaaniyên Komkujiya Pirsûsê Veysel Ozdemir û Nazli Akyurek, li ser gorên xwe yên li Goristana Yenîkoyê û Goristana 450 Evlerê yên li Amedê hatin bibîranîn.
Parlamenter û rêveberên DEM Partiyê, rêveberên MEBYA-DERê, nûnerên rêxistinên sosyalîst, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û û malbatên cangoriyan tev li bernameyên bîranînê bûn. Di bîranînan de ji bo cangoriyan rêz hate girtin. Pêşî bernameya bîranînê li ser gora Veysel Ozdemîr a li Goristana Yenîkoyê pêk hat. Paşê jî bernameya bîranînê li ser gora Nazli Akyurek a li Goristana 450 Evlerê pêk hat. Di her du bernameyan de jî axaftin hatin kirin.
Bîranîna Komkujiya Pirsûsê/Amed. Fotograf: Ajansa Welat
Endamê SGDFê Devrîm Altinkaynak diyar kir û got:
“Sosyalistên welatparêz ji aliyê AKPê ve bi destê DAIŞê hatin qetilkirin.” Devrîm Altinkaya qala armqanca ciwanan kir û destnîşan kir ku ev ciwanên çepgir û şoreşger di oxira ku di navbera gelê Kurd û Tirk de bibin pir canê xwe ji dest da.
Piştre Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz jî axivî û komkujiyên 5ê Hezîranê û 10ê Cotmehê ji bir xist û wiha got: “Bi êrişan pêşiya aştiyê girtin. Ji bo hestên ciwanan em bi cih bînin, ev pêvajo dema wê ye. Divê em li gorî ruhê demê xeyalên qurbaniyan bicih bînin.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî axivî û da zanîn ku cangoriyên Pirsûsê bi destê dewletê bi hêzên tarî ve hatin qetilkirin û ev yek anî ziman:
“Heta ku hemû komkujiya neyên zelalkirin, ew hêzên li pişt wan komkujiyan neyên darizandin, aştiyek mayînde nayê ser vê axê. Demildest em daxwaz dikin ku hemû hêzên li pey van komkujiyan derkevin holê û kujer bên cezakirin.”
Çi bûbû?
Li ser banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), di 20ê Tîrmeha 2015an de 300 ciwan li hev kom bûn. 300 ciwanan wê alîkariya mirovî û pêlîstok bibirana Kobaniyê. Dema ciwanan li Pirsûsê, li Navenda Çandê ya Amarayê civîneke çapemeniyê li dar xist, êrîşeke bombeyî pêk hatibû. Di encama êrîşê de 33 kes û êrîşkar miribûn.
(AY)