Bila Cejna Vartavarê ya Ermeniyan pîroz be
Vartavar ku yek ji pênc cejnên herî mezin ên Dêra Ermenan e, duh (12ê Tîrmehê) li Kinaliadayê, di Dêra Surp Krikor Lusavoriç de hat pîrozkirin.
Coşa cejnê bi lîstikên bi avê, govend û bi çalakiyan tevahiya rojê berdewam kir ku bi sedan kes başdar bûbûn.
Li gorî nûçeya Rojnameya Agosê, Hayr Surp Harutyun Damatyan ê ku rîtûela olî ya li dêrê bi rêve dibe, weke her sal îsal jî tevlî pîrozbahiyan bû û cejn bi cemaetê re pîroz kir.

Vartavar, ji peyvên “vart” bi zimanê ermenan tê wateya “gul” û “var” tê wateya şewq/biriqîn pêk tê û di heman demê de wekî “Cejna Avê” jî tê zanîn.
Dîroka Vartavarê bi qasî 5 hezar salan kevn e û koka wê xwe dispêre çîroka Tofana Nûh.
Di cejnê de avreşandina mirovan a li ser hevdu, nîşaneya destpêkirina jinûve ya jiyanê ye ku piştî tofanê bi barana bereketê re hatibû.
Hayr Surp Harutyun Damatyan, dema ku zarokan bi avê şil dike
(TY/AY)