Roja 2emîn a “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê” dest pê kir
Konferansa “Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de” di roja duyem de li Stenbolê li Navenda Çandê ya Cem Karaca dest pê kir.
Konferansa ku bi banga 29 ronakbîr û nivîskaran hat birêxistin, gelek navên ji qadên siyaset, civaka sivîl û çand-hunerê tîne cem hev.
Di konferansê de dê mijarên mîna di sedsala duyem a Komarê de demokratîkbûn, pirsgirêka Kurd, ezmûna hevwelatîbûnê ya jinan û nasnameyên cuda, û her wiha demokrasiya beşdar werin nîqaşkirin.
Beşa 2emîn a “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê” dest pê kir.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) June 14, 2026
Di beşa “Derfetên Demokratîkbûyînê ji Civakê ber bi Dewletê” de ya ku Akın Birdal moderatoriya wê dike de; Şukru Aslan, Ruşen Seydaoglu, Mehmet Bekaroglu û Ozgur Erol axêver bûn.
📷 @tucyil pic.twitter.com/s5m7AaWl1L
Bernameya roja duyem a konferansê weha ye:
Beşa 4an
Derfetên Demokratîkbûyînê ji Civakê ber bi Dewletê
Moderator: Akin Bîrdal
*Şukru Aslan (Tevna Civakî ya Pirreng ku bi Siyaseta Yekreng a Komarê Hate Tengkirin)
*Ruşen Seydaoglu (Di Avakirina Demokrasiya, Aştiyê û Azadiyan de Rola Damezirîner a Jinan)
*Mehmet Bekaroglu (Neteweperwerî, Welatparêzî yan Hemwelatî?)
*Ozgur Erol (Komar, Kurd û Derfeta Veguherîna Demokratîk a Hiqûqî)
Beşa 5an
Civakîbûna Demokrasiya û Aştiyê
Moderator: Şebnem Korur Fîncanci
*Ahmet Faruk Unsal (Di Avakirina Aştiya Civakî de Tecrubeyên 2013-2015 û 2024)
*Yuksel Genç (Bingeha Civakî ya Aştiyê: Derbasbûna ji Polîtîkayên Nebaweriyê û Avakirina Demokrasiya bi Hev re)
*Cemal Salman(Di Sedsala Duyemîn a Komarê de Ji Îdealê heta Rastiyê: Elewî)
*Vahap Coşkun (Demokratîkbûn û Lihevkirina Civakî)
Beşa 6an
Binê Asmanekê Hevpar: Hevgirtin, Rêxistinbûn û Demokrasiya Beşdar
Moderator: Çilem Kuçukkeleş
*Ahmet Turk (Siyaseta Demokratîk û Hêza Civakê: Ji Herêmê ber bi Komara Demokratîk)
*Arîf Alî Cangi (Bi Xwezayê re jî Aştî: Komara Demokratîk a Ekolojîk)
*Zülfiye Yılmaz (Derfet û Sînorên Hiqûqî yên Beşdariya Demokratîk ji Herêmê ber bi Navendê)
*Bahadir Ozgur (Karkerî û Ekolojî: Ber bi Rêxistinbûneke Nû ve…)
*Cuma Çîçek (Ji bo Pêşerojeke Hevpar: Eko-Herêm, Ne-Merkezîbûn û Siyaseta Têkildar)
Panel-Forum II
Komara Kîjan Kesî ye, Pêşerojeke Çawa?
Moderator: Kuban Kural
*Neslîhan Acar (Karker Çawa ji Hemwelatiyê Hatin Derxistin?)
*Yildiz Tar (Tenêtiya Sed Salan: Komar û Rastiya LGBTÎ+ û Lêgerîna Çareseriyê di Sedsala Nû de)
*Dîba Keskîn (Di Pêşerojeke Çawa de Komara Demokratîk ji Jina Dîndar re Çi Pêşkêş Dike?)
*Ayşe Gul Altinay (Bi Hevgirtina Cîhanî Aştiyê Tevnandin)
*Mehmet Ugur Korkmaz (Ma Komara Gel Pêşerojê ji Ciwanan re Dihêle?)
Girtin
Parvekirina Metna Banga Demokratîk ji bo Sedsala Nû.
(AY)