Bernameya 12emîn Hefteya Rûmetê a Transan a Stenbolê aşkere bû: Şêwazê “T”yê yê kolanan
12emîn Hefteya Rûmetê a Transan a Stenbolê dê di navbera 15-21ê Hezîranê de bi temaya “Xeyala Transan” pêk were. Bernameya hefteyê duh (10ê Hezîranê) aşkere bû.
Di dirêjahiya hefteyê de ji atolyeyan heta foruman, ji gotûbêjan heta hevdîtinên civakî bi giştî 30 çalakî dê bên lidarxistin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Komîteyê ve hat dayîn de wiha hat gotin:
“Em trans îsal wek mêşehingiv xebitîn, me pir xwe birêxistin kir; niha jî em ê wê polîtîkaya ku me tevahiya salê hûnandiye, bi hev re vediguherînin rastiyê. Em ê xeyala xwe ya Şêwazê “T”yê yê kolanan bikin rastî. Bila Meha Rûmetê û Hefteya Rûmetê a Transan li me hemûyan pîroz be û bi hêvî be.”
Hefte, dê di 21ê Hezîranê de bi Meşa Rûmetê a Transan bi dawî bibe.
Bu gönderiyi Instagram'da gör
Kesên ku dixwazin beşdarî çalakiyan bibin, divê ji bo her çalakiyê formeke serlêdanê ya cuda tije bikin.
Ji ber sedemên ewlehiyê, navnîşana cîhên çalakiyan dê rojek berê bi rêya e-postayê ji beşdaran re were şandin.
(TY/AY)