Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya
Li gorî agahiyên ku Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji çavkaniyên herêmî girtine, piştî vekişîna hêzên Tirk, wesayîtên Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve ketine nav gund.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat tîman ji bo dîtina mayîn û paşmahiyên şer, dest bi xebatên lêgerîn û paqijkirinê kirine.
Çavdêriyê diyar kir ku li gundê Cilbirê ku zêdetirî 70 xanî tê de hene, beşek pir mezin a avahiyan di dema bombebaranan de bi temamî yan jî hinekî hatine rûxandin.
Hat destnîşankirin ku gund di nav salan de veguheriye xeta eniyê û di encama bombebaranên berdewam de xanî û milkên xelkê ziyaneke mezin dîtine.
SOHRê ragihand ku piştî dagirkeriya 8 salan, şêniyên gund li bendê ne ku vegerin ser mal û milkên xwe lê fikar û metirsiya li ser hebûna mayîn û guleyên neteqiyayî hîn jî berdewam dike.