Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor û Bolûspor di hefteya 33yemîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev.
Amedspor bi pankarta hişyariya avê ya “Av tune be pêşeroj tenê îhtîmaleke” derket maçê.
Di encama maçê de Amedsporê bi 6-1ê Bolûsporê têk bir. Alîgirên Amedsporê bênavber dirûşm berz kir. Alîgiran di maçê de dirûşmên “Kesk Sor Her Bijî Amed”, “Kîne em, Kurd in em” û “Vaye alîgir vaye şampiyon” berz kir.
Amedspor ku bi 70 pûanan di rêza duyemîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de ye dê di 9ê Nîsanê de bi Eroksporê re bilîze ku di rêza sêyemîn de ye.
(AY)

