Abdullah Ocalan: “Em di pêvajoyê de israr û acele dikin”
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Pervin Buldan, Mithat Sancar û Faik Ozgur Erol ku duh (24ê Gulanê) bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê re hevdîtin pêk anîbûn, îro daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ocalan têkildarî “Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk”, mudaxeleya polîsan a li ser Navenda Giştî ya CHPê û geşedanên di rojevê de nirxandin û hişyarî kirine.
Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Li gorî agahiyên ku Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ragihandine, nirxandinên Ocalan wiha ne:
"Civakên ku xwedî hersekî mezin in beyî fikir û nirxên etîk nayên veguherandin. Civak li hemû qadên jiyanê ji etîkê bigirê heta siyaset, hiqûq û aboriyê xitimîneke dijî. Lewma em di pêvajoyê de israr dikin û acele dikin.
Ez wisa difikirim ku konjektora Rojhilata Navîn ji hertiştî re vekiriyê. Dewletên weke Îsraîl û Îranê tûj dibin û wisa xuya dike ku dê hê tujtir jî bibin. Li Rojhilata Navîn xurtkirina netewperestiyê, li hev cihekirin û mezinkirina netewperestiya teng zerarê dide. Em pêvajoyeke ku çavderiya geşedanên bi risk dike, pêşî digirê û hesabên xwînî asteng dike bi rê ve dibin. Helbet ya girîng ew ê ku hemû tiştên tên kirin bi qanûnan bê mîsoger kirin. Li bendemayin û tevgerîna bi bendewariyê tenê xetereyan derdixînê. Dema me ya ku em winda bikin tune ye. Ez bawerim hemû aktor dê bi vê berpirsyariya dîrokî tevbigerin û TBMMê jî dê xebatên xwe bi vê hesasiyetê bi rê ve bibe.
Çerçove qanûnek dikarê bingeha pêvajoyê ava bike. Sererastkirina qanûnan dê bibe pêvajoyeke avakirina înşayeke pozîtîf a rasteqîn û demokrasiye. Demokratîkbûyin pêdiviyeke bingehîn e û serkeftina pêvajoyê me nêzî vê armancê dike.
Gelo ketina bi zorê ya navenda giştî ya partiyeke siyasî, bi şikandina deriyê wê ya bi balyozê, li gorî rêbazên demokrasiyê ne? Pêkanînên li ser Partiya Gel a Komarê (CHP) û geşedanên ku diqewimin, bi nebûna demokrasiyeke rast û siyaseteke demokratîk re têkildar in. Sedema ku rewş anî vê astê bêparbûna ji prensîba demokrasiyê ya di bingeha komarê de ye. Encamên nêzîkbûna li demokrasiyê mîna ku luksek, demagojiyek an jî gotegotek be û piçûkdîtina demokrasiyê şaşiyeke giran û wehîm e. Ti rewşeke ku bi qasî pêşxistina pênaseya demokratîk a komarê lezgîn be, nîn e.
Em di vî welatî de hewl didin ku zemîna vê pêş bixin û îmkanên wê mezin bikin. Dema ku em li Îmraliyê ber bi çareseriyê ve ber bi gavên qanûnî ve diçin, amadekirina komarê ji bo derketineke demokratîk û hiqûqeke demokratîk pir girîng dibînin. Em vê wekî gaveke ji bo ji holêrakirina kêmasiya demokrasiyê ya di nav partiyê de û di navbera partiyan de jî dibînin. Divê beramberiya hemû hewldanan; gihandina komarê ya bi naverok û çandeke demokratîk û avakirina pergaleke saxlem a hiqûqî erkeke sereke be. Li ser vê bingehê ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk.
Ev e wateya entegrasyona Kurdan a di komara demokratîk de. Em hewl didin rewşeke ku bi salan e ji ber meseleya Kurdî asê maye, derbas bikin. Hêmana şîdetê ya ku ji meseleya Kurdî çavkanî digire, bi sîstematîka çareseriyê tê derbaskirin. Em dikarin ji vê pêvajoyê re pêvajoya ji nû ve birêkûpêkkirin, nûjenkirin û modernîzekirina têkiliyên Tirk û Kurdan jî bibêjin.
Peyamên ronakbîr û akademisyenên navneteweyî yên ku piştgirî dane pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, kirin pirtûk. Di vê çarçoveyê de ez dixwazim destnîşan bikim ku ez amade me her cûre pêşniyar, rexne û tevkariyan bi awayê herî hûrgilî binirxînim. Di vê serdemê de ku herî zêde pêdiviya me bi aştî û demokrasiyê heye, ji bo piştgiriya wan a pir girîng ez silav li wan hemûyan dikim.”