Her helbestvan xwedî pencereyekê ye. Ji pencereya xwe li helbestê datîne. Me jî bi helbestvan Rêdûr Dîjleyî re, li ser xweza û ruhîyeta pencereya wî ya helbestê, di helbesta wî de li ser temaya ax, dîrok û mîtolojiyê axivîn. Di vê pencereyê de me li kitêbên wî "Eşêfa Temenekî" û "Kêsek"ê nêrî. Me tesîra wergerê û rojnamevaniyê ya li ser helbestê nîqaş kir.
Birêz Rêdûr Dîjle, berî her tiştî mala te ava, ji ber ku te daxwaza me ya ji bo hevpeyvînê qebûl kir. Berî em dest bi hevpeyvîna xwe bikin, ewilî em dixwazin tu hinekî behsa xwe bikî; Rêdûr Dîjle kî ye?
Mala te jî ava be. Ez di sala 1987’an de li gundê Dêrîşê yê Stewra Mêrdînê çêbûme. Wekî gelek kurdan ez jî ferdê malbatekê me ku bêyî li warê xwe bikemilim, bêhna wê bikişînim sî û cergê xwe pê re bibim hemhal, di çaxê min î herî gonceyî de ji ruhê min, ji jiyana min hat xwarin. Zemanê min li çerxeke din hat fesilandin û bi darê zorê ji warê xwe hatime nefîkirin. A rast, ji hêla form û awa dibe cuda be, lê bi kurt û kurmancî dikarim bêjim ku muhtewaya çîroka min jî hema bêje muhtewaya çîroka kurdên li darê zorê yê pergalê aliqiye bixwe ye.
Te kengî û çawa dest bi helbestê kir? Tu dikarî hinekî qala serpêhatiya xwe ya bi helbestê re bikî?
Di emrekî biçûk de dilê min bijiya edebiyatê, nexasim jî helbestê. Ez dibêm ev dilbijandin di salên min î li hicrikên medreseyê de li min peyda bû. Gava em ji bêgavî ji gundê xwe derketin û li gundekî Amedê bi cih bûn, diya min ez dam ber destê seydayekî da bibim xwedî ilm. Li wê hicrikê xwendina kitêbên erebî, ew retorîk û belaxet, nexasim jî ew aheng û muzîkalîteya mewlûda kurmancî pir li xweşa min diçû, wekî ku dilê min mist bide. Lê dikarim bêjim ku dema kekê min helbesta “Kî Ne Em” a Cegerxwîn ji me re dixwend, ew dilbijandin hê gurtir dibû.
Piştî em ji bêgavî ji vî gundî jî derketin, em hatin li Bismila Amedê bi cih bûn û min dest bi dibistanê kir. Ketim nav mengeneya perwerdehiyeke ku heqîb û xurcê min ê kurdî qul dikir, Yek bi yek ji heqîba min a kurmancî kereste û peyv dimehadin. Her diçû ev yek meyl û hewesa min bi ser tirkî ve dibir. A soxî, hêdî hêdî ew ahenga kurmancî ya dilê min mist dida ji min dûr diket û min bi tirkî dest bi nivîsandina helbestan kir. Yanî bêyî hayê min jê çêbibe, ev mengene mîna marekî xasûk çanda min î ku havênê hebûna min bû, ji xwezaya wê ya eslî diquraft û diçirpand. Me ber bi tiştên ku wateya wan a sereke dihat manîpulekirin ve hêl dikir û dikir fanatîk. Yek ji van jî futbol bû ku min helbestên xwe yên ewil li ser tîma futbolê, Beşîktaşê nivîsandin. Dû re her ku sal buhurîn, bi xwendin û danûstendinên bi mirovan û derdorê re ez jî lê hay bûm ku wekî Eagleton dibê “mirov bêyî çandê nikare bijî”, min hewl da pêwendiya çanda xwe û xwezaya wê ya eslî ya jê hatiye qutkirin zevt bikim da karibim hebûna xwe hîs bikim. Her ku ev bîr û şiûr xurt dibû, ji wî zimanê ku min pê helbest dinivîsandin û dikir nedikir nedibû eynika ruhê min dûr diketim wekî ava ku cihoka xwe dîtibe ber zimanê xwe ve herikîm. Gava di pola dawî ya dibistana navîn de, hevalê min î ku ez û wî li heman textebendê rûdiniştin (çend salan ji min mezintir bû) bi tirkî pirtûkek dixwend û di wê pirtûkekê di nav ew qas hevokên bi tirkî de çavê min bi hevokeke kurmancî ket, wê çaxê ew aheng û dilbijandina ku di salên min î hicrikê de li min peyda bûbû, li dilê min da û ji wê rojê ve min hewl da ku êdî tenê bi kurdî helbestan binivîsim. Ji wê rojê heta niha ji nivîsandina bi kurdî daneketim.
Berhema te ya ewil “Eşêfa Temenekî” di sala 2012’an de der çûye. Pênc sal şûnde jî berhema te ya duyem “Kêsek” der çûye. Ji navê her du berhemên te jî dixuyê ku têmaya sereke ya her du berheman jî ax e. Çima ax?
Her giha herî xweşik li ser koka xwe şîn tê. Eger em dirûv pê bixin; her netew, hêz û quwetê ji reng û dengê xwe, ji dîrok û çanda xwe û ji nirxên xwe yî manewî digire. Li gor bîr û baweriya min nasnameya herî xurt a vê yekê jî ax e. Îjar ji bo civakên bindest, nexasim jî civaka kurd ku hema bêje tam qirnek e bi awayekî dijwar bi qirkirin û qelihandineke çandî re rû bi rû ye, pêwendiya wê ya bi axê re pir muhîm e. Aîdiyeta wê ya bi axê re çawa ye, çi qasî hîs dike, kodên wê yên bi axê re çi qasî têkûz in û çi qasî hatine tarûmarkirin..? Wekî Gabriel Garcia Marquez jî gotî, di bin axa ku em lê dijîn eger miriyên me tune bin, em ne ê wê axê ne. Îjar di civakeke bindest de, di civakeke ku çi strukturel çi wateyî wekî kewareke mêşan ku malikên wê hatibin perçekirin û hatibe rûxandin, sazîbûyîna wê hatibe tarûmarkirin, ji wate, feraset û estetîka wê hatibe xwarin, ji bo bê rizandin bi her cure tahde û zorbatiyê re rû bi rû maye, bihostek wê jî bê mirî nemabin, şiûr û pêwendiya wê ya bi axê re divê baş bê diyarkirin.
Di vê çarçoveyê de, çi di “Eşêfa Temenekî” û çi jî di “Kêsekê” de, bêyî peyvê di melankolîzm û romantîzmê de bifetisînim min xwe spart hêza helbestê û bi vê hêzê dubare dubare xwest îşaret bi vê yekê bikim. Wekî Ehmed Huseynî gotî, hewl didim di helbestê de kêlîka bindestiyê zevt bikim û berê helbestê bidim nav malê. A rast di her du dîwanên min de jî min ev yek bi piranî di ser portreyan, portreyên miriyan ên bûne ax re daye, da ku em hîs bikin ku ez ji vê axê, tu ji vê axê, ew ji vê axê, em ji vê axê, hûn ji vê axê û ew ji vê axê ne.
Her çend temaya sereke ya her du dîwanan ax be jî, lê em dibînin ku te di pirtûka xwe ya dudoyan “Kêsekê” de “ax”ê bi mîtolojî û dîrokê kelijandiye…
A rast gotinên min ên ji bo “ax”ê hema bêje ji bo “mîtolojî” û “dîrokê” jî têbor in. Ji bo vegera “nav malê,” ji nasnameyên bivênevê yek jê jî dîrok û mîtolojî ye. Tê gotin, gava ku hê nivîs tune bûye, çanda devkî zû bi zû nedigihat civakê, lê belê ew bîr û baweriya bi mîtan çêbibû diviya bi awayekî bihata parastin û ragihandin. Meselen, Octavio Paz ji bo vê diyar dike ku di vî warî de helbest xwedî roleke girîng e û dibêje: “Vegera li kokên xwe, serîhildêrî ye. Nûbûn e, vejîneke ji nû ve ye.”
Dixwazim di warê teknîkî de jî bal bikişînim ser helbestên te. Di “Kêsekê” de em leqayî gelek form û teknîkên cuda yên helbestê tên; haîku, jisei, senryu, helbestên mînîmal… Ji bo çi?
Çawa ku helbest qîma xwe bi pênaseyekê nayne, ez jî di helbestê de qîma xwe bi tiştên heyî naynim. Ji lew re, li gor qenaeta min ruhiyeta helbestê li dijî mîsogerî/qethîbûnê ye. Tişta kartezyenî/dekartî qebûl nake. Gava tu sînoran li ber helbestê deynî, asas tu helbestê ber bi întiharê ve rê dikî û wê dixtimînî. Ez dibêm helbest xwedî ruhekî kûantûmîk e, heta tu bêjî sîwana wê, pencereya wê berfireh e; hem di warê ruxsarî hem jî di warê muhtewayî de, ne tu dikarî wê di pênaseyekê de bisînor bikî, ne jî di çend form û dirûvan de. Ez wisa yeqîn dikim ku divê helbest di nav tişta mensûr û muntazam de neyê hepskirin. Ji lew re xwedî cîhaneke pir xweser e, bi tenê ye.
Her wiha tu wergêrî jî. Herî dawî te “Seher” a Selahattin Demirtaş wergerand. Ji xeynî vê te ji Birhan Keskin, Cemal Sureya, Melih Cevdet Anday… jî helbest wergerandine. Werger û helbest li hev dikin?
Di wergerê de (wergerkirina helbestê de), pîvan û qistaseke Ezra Pound ji xwe re esas digirim. Bi piranî ji bo têbigihêm ka helbestek çawa hatiye lêkirin, ji dahûrandin û tehlîlkirinê wêdetir berê xwe didim wergerê. Ji lew re ji bo lêkirina wê helbestê baş têbigihêm, car heye dahûrandin qîm nake. Ji bo vê xwe davêm wergerê. Pound, ji bo vê dibêje; eynê wekî perçeyeke muzîkê ku ji piyanoyê tansposeyî kemançeyê tê kirin, divê helbest jî bi heman awayî ji zimanekî bo zimanekî din bê transposekirin. Bi vî awayî bal dikişîne ser girîngiya wergerê û heta dibê werger pratika rexnekirinê ye. Helbet ji bo kurdî wergera helbestê hinekî zehmtir e, çimkî hem ji ber helbest dîsîplîneke xweser e, hem jî di helbesta kurdî de gelek qalib hene ku hîn nehatine ceribandin.
Di heman demê de tu rojnamevan î. Bi gelek kesan re hevpeyvînan çêdikî, lê a niha ez bi te re hevpeyvînî çêdikim, ev hîseke çawa li te peyda dike?
Di rojnamevaniyê de tu dipirsî û guh lê dikî. Yanî di dema pirskirinê de hema bêje tu heyecenek te tune ye. Lê niha min ferq kir ku biheycan imJ
Herî dawî dixwazim der barê helbestvanên jin ên kurd de pirsekê bikim. Tesîra wan î li ser te çî ye?
Dîroka edebiyata kurdî salixê dide ku berî Îslamê yanî beriya niha bi 1500-1600 sal berê helbestên bi zaravayê lorî û hewramî hatine nivîsandin, piranî xwedanê wan jin bûne. Yanî li gorî vê malûmata ku dîrok dide me, wê gavê hejmara helbestvanên jin ji yên mêr bêtir bûne. Ji lew re di baweriya yaresaniyê de di her warî de jin bêtir li pêş bûne. Helbet, tu bikî nekî ev malûmata dîrokî hem xwebaweriyekê hem jî kêfxweşiyekê li min peyda dike. Di vê çarçoveyê de, ez dikarim bêjim ku ez xwendevanekî Fatma Savci me ku bawer im ji tasa van helbestvanan ava helbestê vexwariye. (AZ/FD)
Fotograf: Murat Bayram / bianet