Fotograf: Pinterest
Wekî Firat Ceweri di gotara¹ xwe de gotibû ku “ji birîneke laşî wêdetir bûye ya ruhî, loma ew bi min re dijî û min heta niha ji bîr nekirîye”. Di vê nivisê de ez ê li ser birîneke xwe ya kûr qise bikim; birîna min a bi zimanê kurdî. Ya ku heta niha şûna wê, bandorên wê weki ava zelal di zarokatîya min de diherîkî. Lê par min qertîşka birîna xwe jêkir. Niha li ber vê ez ê li xwîna xwe ya xemilandî û xedar binêrim. Heta nêma birîna min bedeqe, ez ê bi kêra demê xwînê jê bînim.
Di sala 1998an de malbata min ji Meletîyê derdikeve. Bê pere û bê hêvî bi çar zarokan, dê û bavê min dikevin rê. Di jîyana bajarî û xerîbîyê de wan nikarîbû zarokên xwe bi kurdî xwedî bikirana. Car caran tenê min fêm dikir ku di navbera xwe de dê û bavê min bi kurdî xeber didin. Wê demê tişta ku min hîs dikir wekî ronahîya roja nûhilatî bû. Min bersîva gelek pirsên xwe peyda kiribû. Wekî Samuel Beckett di romana xwe ya bi navê L’Innomable de dibêje “Wê di dawîyê de heqîqeta min derkeve holê.”² Min her tim pirs kir çima dîya min bi min re jî bi kurdî xeber neda. Lê belê niha hin bersivên giring û bêbext yên min hene ji bo vê pirsgirêkê.
Neynika zimanê kurdî ya kor
Paşê di zarokatîya min de, wan di malê de jî dest bi axaftina tirkî kir. Ji ber wê yekê di wê demê de derzena zimanê dayika min hat şikestin. Loma malbata min xelateke pir navdar dîyarî min kir: fêm dikim lê nikarim biaxivim. Ev hevok ji bo min wekî neynika bi nûr bû. Min li xwe dinêrî, lê tu carê di neynikê de xwe nedidît. Neynika zimanê min kor bû.
Dema ku mirov birîna xwe ya dijwar û vekirî dibîne, ji bo ku ew di têkoşîna xwe de bi ser bikeve, divê bêhna xwe fireh bike. Wekî vê nimûneyê, ez hewl didim zimanê xwe hîn bibim. Nivîsa hûn niha dixwînin, nivîsa min a yekemîn a bi kurdî ye.
Pêngav bi pêngav hestîyê zimanê min bihêz dibe
Zimannasê navdar Wittgenstein dibêje “rastî bi ziman re tê avakirin”. Ez nabêjim rastîya min heta niha şaş bû. Jê wedêtir, rastîya min heta vê rojê kêmtir ronak bû. Niha roj li ser zimanê min ava dibe.
Di 15ê Gulanê de em wekî gelê kurd, Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Ji bo birîna xwe bi wan paqij bikim îro min peyvên xwe yên nû û resen peyda kirin û ez ê êdî ji ber vê meselê nehelim.
Piştî ku birayê min ê biçûk, sê sal berê pirika milê xwe şikand, doktor ji wî re gotibû, hestîyê wî dê roj bi roj bikelije û çêbe. Lê wî bawer dikir ku ew êdî nikare bimeşe. Di sê mehan de hestîyên wî gav bi gav baştir bûn û ji şikle berê gijtir bûn. Ez çima behsa vê mînakê dikim? Lewre hestîyên zimanê min jî wekî yên birayê min niha bihêz dibin. Bi alîkarîya peyv û gotinên nû, di baxçeyê ramanên min de gulek hêşîn dibe.
Ziman wekî îdeolojîyê ye
Ziman wekî îdeolojîyê ye: Dibe ku hem li her derê be hem jî li tu deran nebe.
Dema kurdîya min laşê xwe û şiklê xwe girt, min fêm kir ku di naskirina min a dinyayê de û di ramanên min de her tişt hindik kêm maye. Lewre min bi tirkî dinivîsand û têgihiştina min a dîroka fermî û zimanê fermî bû. Wekî tê zanin berî her tiştî li Tirkîyeyê zimanê fermî marek binefs e û hewl dide dîroka kurdî binerd bike.
Têkilîya di navbera zimanê kurdî û sîyasetê de mijareke gelek dijwar e, mirov nikare fikreke dijberî eşkere bike. Dema ez hînê kurdî dibûm, çend caran hevalên min bi hevalên din re behsa nasnameya neteweyî dikirin. Ji ber ku ew dixwazin bi zimanê kurdî rastîyeke din li hemberî tirkî çêkin, nifşên nû bi peyv û fikrên nû û cuda re li ser zimanê xwe hewl didin. Bi ya min, divê em diyar bikin ku koka zimane kurdî ne tenê nasnameya neteweyî ye, çand, sazbendî, wêje û civaknasî jî bingehên zimanê kurdi ne. Lewra wekî rojnameger û produktor armanca min ew e ku çi bikim bi kurdî jî bikim. Heke na ez dizanim ez ê mecbûr bibim ku di sînorê têgeha zimanên din de bijîm û bifikirim. Wekî Nurdan Gürbilek di gotara xwe de dibêje “dema mirov navekî li tiştekî bike, mirov dikare sinorê ramana wî tiştî zelal bike. Loma navdan li ber mirov rêyeke azad vedike da ku mirov bi têra dilê xwe bifikire û qise bike”.3
Wekî zimannas Şerif Derince dibêje “dîroka zimanan nîşan dide ku mixabin berxwedaneke xurt pêk nehatîye, tu ziman azad nebûne, nekarîne bibin xweyî hêz û statuyek”.4 Loma divê em li zimanê xwe yê bilind û serfiraz xwedî derkevin û lê hişyar bin.
Di romana 1984an de George Orwell behsa ziman û ideolojîyê dike da ku nîşan bide çawa ziman bandorê li ser fikra mirov dike. Di vê romanê de dewlet berî her tiştî zimanê milet bindest dike û bi vê fikrên wan jî dixe şikleke din. Îro bi taybetî divê em bi hemû derfetên xwe hewl bidin ku çand û hunera xwe bi kurdî ava bikin. Heke na em ê mecbûr bibin ku wate û ramanên xerîb bi kar bînin. Ji ber vê yekê divê zimanê zindî û rojane bi çand û hunera me bê parastin da ku em bi çand û ramana xwe, dîroka xwe ya rast ava bikin.
Di dawî de, min qertişka birîna xwe di paşerojê de derxist, divê ez navê birîna xwe jî nas bikim da ku qet ji bîr nekim. Navê wê asîmîlasyona xurt a li ser zimanê kurdî bû. Wedetir, ew ne tenê birîna min e. Loma armanca vê nivisê ne ew e ku encameke nû û teqez ji we re peşkeş bike. Heke hûn di dawîyê de şaş mabin û nivîsa min di serê we de pirsên din ava kiribin, ez dibêjim ez gihiştim armanca xwe. Ez hêvî dikim hûn her tim pirs bikin û ne tenê li benda bersivan winda bin. (ÎB/FD)
-------------------------------------------------
¹Firat Cewerî — https://xwebun.org/suna-du-keran/
²Patrick J. Casement — Li ser nivisên Samuel Beckett
3Nurdan Gürbilek — Adlandırılmak — Defter Dergisi Vol.3
4Şerif Derince — Berxwedan ziman e — https://xwebun.org/berxwedan-ziman-e/