Fotograf: Serge de Vries
Hin kesan dema em zarok bûn ji me re derew kirin, hin kesên din jî niha heman derewan didomînin
Rastî ne tenê yek e ku bibêjim aniha ez têgihiştim, rastî jî bi her rojê re diherike
Deh sal bêre bû. Ez li wargeha Zaningeha Bogaziçiyê dimam. Rojekê, piştî evarê ez ji metbexê derdiketim û diçûm odeya xwe. Min bihist ku keçîkek qala tevgera azadiya gelê kurd dike. Ez vegeriyam û hatim li hemberî vê keçê sekinîm. Min got hûn hemû terorîst in û dabeşkar in. Destê te sax be. Gava wê gotinên min bihistin, hewl da ku li min bide . Lê min dijûn kirin û ez çûm odeya xwe û min deriyê xwe girt. Hevalên min ên din gihiştine min û wan mesele pirsîn û ew mesele li wê derê ma. Lê bêle ew roj qet ji bira min naçe. Ez tirsiyam ji ber ku min rastiya xwe, nasnameya xwe û çîroka xwe nizanîbû. Loma niha piştî deh salan ez li paş xwe dinêrim û dibînim ku min li wir hem ji xwe fedî kiribû hem jî ez ji xwenezanina xwe tirsîbûm.
Qederê tevna xwe honand û niha em li gel vê keçikê hevalên gelek xweş û dilgeş in. Lê, di destpêka vê nivîsê de min xwest nişan bidim çawa xwezanîn di destê desthiladarîyê de ye û çawa çend nifşan xwe bi vî awayî wenda kir. Ez di zaningehê de li rastiya xwe gihiştim û heta vê rojê bi biryarên xwe re mijûl im. Niha bi vê nivîsê re li benda heqîqeta xwe me. Lê li vir, bê kêmasî, di vê helwestê de pirsa mezin ew e ku heta bist salîya min, rastiya min çawa ew qas bi şaşî hat ava kirin? Gelo ji ber ku ez gelek bêaqil û bêfêm bûm ku min qet eslê xwe li ser rojeva xwe nanî? Na. Ez biaqil û bihiş bûm ku ez di ezmûna giştî de bi ser ketim. Lê heta van rojan min bi çanda popûler û dîroka fermî ya tirkan her tişt zanîbû tenê dîroka gelê min her tim li derveyî min bû. Her çiqas ez niha malbat, bav û diya xwe sûcdar dikim jî, sal bi sal ez fêm dikim ku rastiya gelê min ji çîroka malbata min hê mezintir e.
Ez ji beşa wêjê û zimanên rojavayî mezûn bûm, loma min li ser çîrok, helbest û dîroka çend neteweyên din jî xwendin. Ji ber vê yekê min dît ku min yekcar li ser wêjeya kurdan nexwandiye û lêkolînek nekiriye. Sal derbas bûn. Paşê, min teza xwe li ser wêjeya Mehmed Uzun jî nivîsand. Lê ew ji bo min emrek bû, ji ber ku rastî roj bi roj bi xeletiyan hatiye nivîsandin. Loma divê ez piçek li ser xwezaya rastî û heqiqetê jî bisekînim ku piçek zelal bibe çima ez ew qas ji xwe dûr ketibûm.
Bingehên dîroka neteweyî siyasetmedar, çîrokbêj û rojnamager in
Çîrokbêj, sîyasetmedar û rojnameger hemû lingên dîroka neteweyî ne. Di nivîsa min a dawî de min li ser rastiya xwe ya ku min li ser zimanê xwe ava kir nivisandibû. Min di vê gotarê de got ku rastiya min heta ez fêrî kurdî bûm ne temam bû. Lê belê, piştî vê gotarê ez hişyar bûm ku rastî ne têne li ser rastiya min tê ava kirin. Rastî û heqîqet bi awayekî cuda tên ava kirin. Çîrok û dîrok tenê du bingehên din in bi hev ziman re. Gava min dest bi xwendina kurdî kir, min dît ku rastiya kurdan û rojeva kurdan xelet tê nirxandin. Ji ber vê yekê hin pirs di serê min de peyda dibin ku ez ê hewl bidim li bersivên van binêrim.
Kî çîrokên gelî ji nifşên nû re digihîne? Bîra gelê me bi rêya kê digihije nifşên nû? Ew mesele çima ewqas giran e ku em dibêjin çîrok derbarê siberoja me de biryarê didin. Ger rewşa me ew e, çirokên me di destên kê de ne?
Di vê nivîsi de ez dixwazim li ser têkîliya di navbera heqîqet, derew û çirokê de bisekinim. Ger hûn jî bixwazin werîn li ba min ku em bi hev re li ser riya heqîqetê bimeşin. Lê, berî her tiştî ez dixwazim bêjim ku di vê nivîsê de armanca min a yekemin ew e ku ez bikarim we bi pirsên nû re rû bi rû bihêlim. Edî hûn jî min dizanin, karê min li gel bersivan nine, ez her tim li pey pirsan digerim.
Siyasetmedar, rojnamevan, çîrokbêj, wêjekar û oldar hemû kirdeyên derewên sazûmanê ne. Ji ber ku bi wan re derewên dewletê şekla xwe ya dadnasî li gor mirovan zexim dikin[1]. Wekî rastiyeke giştî derdikeve holê. Dema em li arşivên fermî dinêrin, li ber çavan e ku rastiya Kurdan heta niha hem bi medyayê re hem jî bi zimanê fermî re ketîye bin erdî. Lê nifşên me yên xwenas û piştrast qet nahêlin ku rastiya çîroka gelê Kurdan bikeve bin erdî. Lê belê di çaxê pişt-rastiyê (post-truth) de, nifşên nû yên ku li metropolan dijîn, rastiya xwe jî nikarin bi awayeke resen û bêyî bandorên siyaseta fermî bizanin.
Bi vê çanda popûler, bi zaningehan re û ji aliyê siyaset û şiddeta dewletê nasnameyeke Kurdîyatîya bêdeng tê ava kirin. Ji ber ku bi navgînên ragihandinê re nasnamayeke nû ya Kurdbûnê tê avakirin, loma rastiya Kurdan ji nifşên nû re nagihije. Wekî civaknas Adnan Çelik di hevpeyvinekê de gotiye, nasnameya Tirkbûnê li ser îmtiyazên nasnameyî (Tirkbûn û Sunnîtî) wek alavên nijadperestî hatiye ava kirin.[2] Loma niha di vê wextê pişt-rastiyê de pêwist nîne ku em bibêjin heqiqeta Kurdan nayê nivîsin. Heqîqeta Kurdan yekcar di dîroka fermî ya Tirkan de nehatiye nivîsin, ji ber ku Tirk wekî masiyên di nav avê de ne; qet ji behra nezaniyê dernakevin ku rastiya jiyana ji derveyî avê bizanin. Dernakevin; ji ber ku li derve ihtimal heye rastiya kurdan bibînin. Wekî Barış Ünlü di kiteba xwe ya bi navê Peymana Tirkbûnê de nivisandiye; (di nav Tirkan de) peymana nezaniyê (bilgisizlik sözleşmesi), avakirin û hînbûna agahiyên di derbarê kes û komên ku ji derveyî vê peymanê hatiye qedexekirin. Qadên Akademî û medyayê yên ku xwediyê vê bingeha etîk in û dikarin agahiyên wisa ava bikin, di meseleya domandina peymana nezaniyê de amûrên girîng bûne.[3]
Mejîyê Kurdan li Tirkiyê bi Tirkî qet bi awayeke rast nehatiye nivîsin. Ji ber vê yekê heta vê rojê rastiya Kurdan a bi zimanê tirki qet ne heqiqet bû ku em niha bikarin bibêjin rastiya kurdan di çaxê pişt-rastiyê de xerab bûye û dernakeve holê. Ew wekî ava zelal li ber çava ye, bi taybetî wextê mirov bala xwe baş bide li ser rojeva siyaseta li Tirkiyê, em dibînin ku rojeva Kurdan tenê di destê dewletê de ye. Çalakîyek tê bîra we ku tenê çand, ziman û stranên kurdan mijara wê bû? Na. Divê em her tim rêyeke talî peyda bikin ku rojeva xwe li rojeva Tirkan bixin. Ew encax eyb û şerma me ya mezin e ku rojeva Kurdan heta vê rojê ji aliyê Tirkan tê biryar dan.
Di vê meseleyê de rojnameger, siyasetmedar û dîrokbêjên me hemû sûcdar in. Ji ber ku ew di sinorê Tirkan yê ku ji wan xerîb de dijin û berhemên xwe li ser vê bingehê ava dikin û bi kar tînin.
Pêwendiya derewê bi rastiyê re
Di lekolinên zimanan de encam diyar dikin ku piştî zarok fêri ziman dibin baştir û pirrtir derewan dikin. Ji ber ku kesên ku derewan dikin ji kesên din pirtir peyvan bi kar tînin û hevokên dirêjtir ava dikin. Bi vî awayî, dema ku min li xwe nêrî, min dît ku ez nikarim bi Kurdî derewan bikim. Wextê ku min li ser vê meselê gotarên akademîk xwendin, min fem kir ku ziman ne amûrek e ku mirov bikare rastiya xwe tenê li ser vî awayî bihêz bike.
Çima li ser derewê qise dikim? Ji ber ku riya rastîyê di ber riya derewê re dibore. Ewilî, ez piçek li ser derew û pewistiya vê bifikirim. Gava ku min fem kîr ku ez nikarim bi Kurdi derewan bikim, min qot ez çawa û çima derewan dikim?
Di zarokatiya min de derew wekî amûrekê bû ji bo min. Helbet li gori min ne tenê amûrek bû, heta ve rojê derew şekla xwe ya resen diguherine lê aslê wê eynî ye. Derew tiştekî ne rast e. Dibêm tiştek hem rast hem jî derew nabe. Loma derew bi teqez rêyekê cuda ye ku bi vê re em dikarin rastîya xwe peyda bikin. Gava mirov derewan dike hişyar dibe ku aslê vê meselê çi ye.
Rastiyeke bideyn
Bi tenê di vî çaxî de divê ku mirov bi biwêrekî bifikire û tiştekî li ser xwe derxîne holê wekî Faoucult di kitêba xwe ya bi navê Hunêra Gotina Rastiyê (Art of the Telling Truth, 2011) de dibêje mirov encax ve gavê dibe parrhesia[4].
Gava ez hewl didim nezanîya xwe derbas bikim û dest bi nivîsandinê bikim ez hay jê dibim ku ez tenê nivîsandina nivîsekê nû gîro dikim; ez ditirsim. Loma, min biryar da ku bi gotarên nû yên bi kêmasî re ez kêmasiya xwe temam bikim.
Dema ku kesek li ser desthilatdarîyê qise dike, divê ku bi teqez gotinên Foucault yên derbarê desthilatîyê jî bine li ser rojeva xwe da ku tekiliya deshilatîyê û rastîyê piçek zelal bibe. Wekî Meltem Ahıska di gotara xwe ya bi navê Li Tirkiyê Desthilatî û Rastî de nivîsiye li Tirkiyê gotinên desthilatîyê hewce neditiye ku xwe veşêre. Wedetir, dewlet gotinên û polîtikayên xwe yên cihêbuyî li her derê bihêz dike ku pirraniya gelheya welêt bêdaxwaz û bêhêza biryardanê bike.[5]
Loma di dawî de ez dixazim bejim, rastî, wekî her kes dibêje, ne di ronahiyê de ye. Bi ya min rastî di roja me ya îro de di tarîyê de ye. Ji ber vê yekê em dikarin piçek wêrek bibin û ji xwe bipirsin: Rastiya me bi rastî rastiya me ye yan ew rastiyeke bideynî ye?
Hêvî dikim hemû rastiyên me rojekê ji zordestîya desthilatdarîyê rizgar bibe û serbixwe bibe. Di vê rêyê de dilekî geş û rêyekî fireh ji we re niyaz dikim.
[1] Sarphan Uzunoğlu – Nedir Bu Post-truth?
[2] Adnan Çelik - “Êrîş li kurdbûna karkeran hatiye kirin” - http://www.ortadogunews.com/ozel-haber/rs-li-kurdbna-karkeran-hatiye-kirin-h4398.html
[3] Barış Ünlü- Türklük Sözleşmesi, 2017 peyvên: 220-221
[4] Kesên ku dikarin rastiyê di her şert û mercan de bibêjin.
[5] Meltem Ahıska, Türkiye’de İktidar ve Gerçeklik , Defter
(İB/FD)