Moraşîn: Pêşengî û temsîliyeta jinên Kurd a li dikê ye
“Hefsê dibê yadê dilê min li yanê
Genc xelîl kurmamê min li welatê xerîbani …”
Ev risteyên destpêkê yên sitrana Genc Xelîl e.
Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê, Moraşîn jî li ser vê pêkhateyê dest pê dike. Lîstik weke ku beşek ji destana Genc Xelîl e û bi vî awayî hatiye honandin. Her weha em Hefsê, dergisiya Genc Xelîl bi navê Moraşînê di lîstîkê de dibîne. Jixwe lîstikê jî nave xwe ji vê dergisiyê wergirtî ye. Moraşîn li pey dergisiyê xwe Genco dikeve û çîrok dest pê dike .
Hemû formên hunerê bingehê xwe ji beşên destan û mîtosan digirin, lewre mîtos û destan hunera herî ewîl in. Di kurahiya mirov de tarîtî, li hember xweza û dinyayê nezanînek heye; ji ber vê yekê jî mirov her çiqas ji xwîn û laş peyda bibe jî derûniya wî/wê ji meraq û tirsê pêk tê. Ev meraq û tirs bi dualîtî mirov bi pêş xistiye û di giyanê wî/wê de bûye rêbazeke her herî girîng û sereke. Ji ber wê jî mîtos, destan û çîrok wekî şûr û mertalên mirovahiyê ne; ji bo li hember derketina vê tarîtî û nezanînê ne û di heman demê de tirsrevên in. Ev yek formên mîtosan jî ava dike. Ger mirov bixwaze bibe pêxember, divê ji mala xwe dûr bikeve. Wateya hîcretê jî ev e. Odîseus, Gilgamêş û hwd. bi vê rêwîtiyê dest pê dikin. Ji ber ku rê; temsîla ronahîbûnê, zanyarîbûnê û tekoşîna li hember tarîtiyê ye. Pêdiviya mirovahiyê bi qehreman, rêber û pêşengan heye. Qehreman dê bi rê bikeve û serhatiya wî/wê jî dest pê bike. Di dawiya rê de rê û şop diguhere, lê qehreman jî diguhere. Di serî de wekî kesayetiyek bi serê xwe derdikeve rê û xwedî armanceke kesane ye, lê di rê de armanc diguhere, dibe temsîla mirovahiyê û kesayetiya qehremaniyê lê bar dibe. Ê ku derdikeve rê û ê ku dighêje dawiya rê ne yek in; di serî de kesek bû, niha temsîliyeta zanîn û civakê ye. Êdî ne kesek e, civak bi xwe ye.
Di Moraşînê de jî em van forman dibînin. Evîndara Genco xewneke pir tevlihev dibîne û xewna xwe bi dayîka xwe dide şîrovekirin. Piştî şîroveya xewnê, êdî fêm dike ku ger bikeve pey evîna xwe, dê bigihêje miraz û evîna xwe. Piştre biryara rêwîtiyê dide, xwe amade dike û dikeve rê. Ev ne biryareke hêsan e. Çîroka Moraşînê û cudahiya wê ya xweser jî tam li vir derdikeve pêş. Di destanan de yên ku derdikevin rê tev mêr in û ji ber vê sedemê jî temsîla qehremanî, çavsorî û zanînê mêr dikin; em dinyayê di çavên mêran de dibînin. Lê di lîstika Moraşînê de kesê ku bi rê dikeve jin e. Ev yek guhertineke mezin e; nivîsandina dîrokeke nû ye.
Di rastiyê de Kurdan sedsala bîstan bi berxwedaneke mezin derbas kir û ev pêt hîn jî berdewam dike. Di van tekoşîn û berxwedaniyan de pirê caran yên ku serkêşî dikirin jin bûn. Ji ber vê yekê jî civakê gelek qehremanên jin di cîhana xwe de afirandin û ew dîroka ku tenê bi qehremaniya mêran hatibû hûnandin, ji nû ve nivîsandin. Em dikarin Moraşînê jî di vê çarçoveyê de binirxînin. Ew, vê pêşengî û temsîliyeta jinên Kurd a ku li cîhanê deng vedaye derdixe ser dikê û qada hunerê pê mezin dike. Di sedsala me de hunera modern xwe ji vê temsîliyeta jiyanî dûr dixe; lê belê hunera herî qedirbilind ew e ku hîm û binaxeya xwe ji jiyana civakê bigire û pêşkêşî mirovahiyê bike. Hunera serdest a îro, di rûtîna rojevê de winda dibe û bêbandor dimîne; ji ber ku hîm û binaxeya xwe ya ji rastîye werdigire wenda kirî ango pêwendiya bi civakê re qels û lawaz bûye. Moraşîn li dijî vê asêbûnê 'rêyeke' nû nîşan dide; hem di şanoya Kurdan de astekê ava dike, hem jî li dijî hişmendiya baviksalar (mêrtiyê) xençerekê dide destê jinê. Destan û çîrok bi vê 'rêwîtiya “Moraşînê” ji nû ve tên nivîsandin.
Moraşîn bi rê dikeve; di vê rêwîtiyê de ezmûnên cûrbecûr Moraşînê diguherînin. Ew, cewherê evînê baştir fêm dike, civakê kûrtir nas dike û fêrî pîvanên tekoşîn û berxwedanê dibe. Her ku dimeşe, jîrtir û zanatir dibe. Temaşevan jî pê re fêr dibe û gav bi gav bi vê guhertinê re dibe yek û baweriyê pê tîne. Wexta ku digihêje Genco, her çend Genco wekî sembolekê li ser dikê li pêşberî me be jî, em êdî fêm dikin ku mesele ne tenê rûyê Genco ye; mesele gihîştina armancê rastiya civakî ye. Moraşîn di destpêkê de weke takekesî bi rê ketibû, lê gava digihêje dawî, veduguhere civakekê. Ew êdî dikare tarîtiya cîhanê biqelişîne û ji cîhanê re straneke wêrekiyê bistrê.
Nêzî 50 lîstikvan tên temaşekirin. Senkronîzasyona wan, reqs û dengên wan bi harmoniyeke bêhempa li ber çavên temaşevanan pêk tê. Moraşîn, him bi estetîka xwe ya dîtbarî û him jî bi peyama xwe ya destanî, lîstikeke resen û xweser e. Performansa lîstikvanan ji destpêkê heta dawiyê qet danakeve; bi coşeke bilind dest pê kir û bi lûtkekê bi dawî bû. Di fînalê de awazê Kawîs Axa, temaşevanan jî daxilî nav atmosfera lîstikê dike.
Her weha ji bo hunera axaftinê û bikaranîna ziman divê em kewaneke taybet vekin: Dewlemendiya zimanê Kurdî di devê lîstikvanan de bi hostatî hat performekirin û çêjeke resen ji kurdî hat stendin. Vê şanoyê nîşan da ku Kurdî ji bo hunera bilind xwedî tûreke têr û tije ye; lîstikvanan bi şiyana xwe ya li ser dikê ev rastî raxistin ber çavan. Keda wan yek bi yek sax be, mala wan ava be.
(İB/AY)