Li Rojhilata Navîn, şer êdî tenê bûyereke demkî nîne; bi awayekî berdewam di jiyana rojane de cih digire.
Rojname, ekranên televîzyonan û medyaya civakî bi wêneyên bombebaranan, êrîşan û mirinan tije ne. Lê di nava van wêneyan de rewşeke balkêş heye: hin mirin li çaraliyê cîhanê hesteke kûr a şîngirtinê çêdikin, hinên din jî hema bêje nayên dîtin. Di vî warî de xebata Judith Butler, Frames of War: When Is Life Grievable?, çarçoveyeke teorîk ji bo têgihîştina rejîma şer a îroyîn pêşkêş dike. Butler di vê xebatê de pêşniyaz dike ku armanca rexneya şer ew e ku li ser şertên pêwîst bifikirin da ku şîna hemû jiyanan bi heman rengî were girtin (r. viii).
Pirsa wê bi xwe hêsan/ji rêzê xuya dike, lê gelekî balkêş e: şîna kîjan jiyanan têne girtin, yên kîjanan nayên girtin? Butler balê dikişîne ser vê yekê ku şerên nûjen ne tenê çalakiyên ku li qada leşkerî der diçin. Ew her wiha di qada temsîl û axaftinê de jî têne avakirin. Çarçoveyên (frames) ku ji hêla medyayê, siyasetê û nîqaşên giştî ve saz bûne, hin jiyanan weke nirxeke ku windabûna wê nayê telafî kirin pêşkêş dikin, lê hinên din jî hema bêje weke nayên dîtin diyar dikin.
Butler li ser têgeha ‘’nasbarbûn’’ (recognizability) rawestiyaye. Li gorî wê ‘’Nasbarbûn şert û mercên giştî yên ku mijarekê ji bo naskirinê (recognition) amade dikin an jî wê li gorî wan teşkîl dikin, diyar dike... ji ber vê yekê, nasbarbûn berî naskirinê tê’’ (r. 5). Jiyanek tenê dema ku di nav şemayên taybetî yên têgihiştinê de cih bigire dikare bibe nasbar (recognizable); û tenê di vê şertê de şîna wê tê girtin.
Ev yek di şerên îroyîn de, bi taybetî li Rojhilata Navîn, gelekî zelalî xuya dibe. Hin mirin bala cîhanê dikişînin; kesên ku di êrîşekê de jiyana xwe ji dest dane, çîrokên wan têne vegotin, wêneyên wan têne belavkirin. Lê bi sedan kesên ku li deverên din dimirin û her çiqas şertên wan jî wek hev in, pir caran tenê wekî îstatîstîk dimînin. Ev cudahî, Li gorî Butler, tesaduf nîn e; ew beşek ji mekanîzmeyake îdeolojîk a şer e: ‘’Em dikarin şer wek nifûsê bifikirin ku hin jiyan hêjayê şîngirtinê dibîne hinan jî na. Jiyaneka ku şîna wê nayê girtin, jiber ku jiyanek e ku ew qet nehatiye jiyîn, ango ew qet wekî jiyanekê nehatiye hesibandin, şîna wê jî nayê girtin’’ (r. 38).
Di vê çarçoveyê de, têgeha ‘’framing’’ (çarçovekirin) girîng dibe. Çarçovekirin, tenê sînorekê dîtbarî (visual) nîne; ew bi xwe operasyona desthilatdariyê ye jî. Butler vê rewşê wiha rave dike: ‘’çarçoveyên ku me ber bi wê yekê ve dibin ku em jiyanên din wekî jiyanên winda an birîndar fam bikin an jî nebînin, bi awayekî siyasî hatine destnîşankirin. Ev çarçove (frames) bi xwe operasyonên desthilatdariyê ne. Her çend ew şert û mercên xuyabûnê bi yekalî diyar nakin jî, ew armanc digirin ku sînorên qada xuyabûnê diyar bikin’’ (r. 1). Şer tenê bi hêza leşkerî naçe, lê di heman demê de bi wêneyan, zimanê nûçeyan û gotûbêja siyasî jî dimeşe.
Di şertên îroyîn de, belavbûna wêneyên şer ji her demê bêtir berbilez e. Medyaya civakî dikare di demeke kurt de wêneyê êrîşekê bigihîne mîlyonan kesan. Lê ev berbilez her gav empatiyê çênake. Carinan, dubarekirina van wêneyan dibe sedema ku şer wekî normal were qebûlkirin. Butler balê dikişîne li ser vê bandora exlaqî ya dîtbarîyê û dibêje ku wêne tenê tiştek ku em dibînin nîne; ew di heman demê de awayê dîtinê jî çêdike. Wêne, bi awayekî çalak, şîrove dike û carinan jî têgihîştina me bi rê dixe (r. 71). Ji aliyekî din dewlet dikarin bi kontrolkirina perspektîfa medyayê - bi rêya ‘’raporên çêkirî’’ (embedded reporting) - diyar bikin ka kîjan jiyan dê werin dîtin/xuyakirin (r. 64). Bi vî rengî, wêneyên şer dikarin hem empatî û hem jî bêhesasiyet çêbikin.
Têgeha din a girîng ‘’jiyana bêewle’’(precarious life) ye. Butler îdîa dike ku bêewlehî taybetmendiyeke bingehîn a jiyana mirovan e: ‘’Jiyan, bi pênaseya xwe, bêewle ye: ew dikare bi zanebûn an bi xeletî were jêbirin; berdewamiya wê bi tu awayî nayê garantîkirin. Ev, bi awayekî, taybetmendiyeke jiyanê bi tevahî ye; hizr û imkana jiyaneke tune ku bêewle nebe’’ (r. 25). Bêewle her weha rastiyeke civakî jî nîşan dide: ‘’bêewlehî (precariousness) nîşan dide jiyaneke civakî, yanî rastiya ku jiyana mirov her gav, bi awayekî, di destên yên din(the other) de ye. Ev nîşan dide ku em hem bi kesên nas re û hem jî bi yên ne nas re rû bi rû ne... ev nîşan dide ku em girêdayî ne’’ (r. 14). Mirov, hebûnên (beings) bi hev ve girêdayî û lawaz in. Ji ber vê yekê, exlaq û siyaset divê bi qebûlkirina vê xwezaya bêewle ya jiyana mirovan, dest pê bikin.
Lêbelê siyaseta şerên nûjen pir caran dij vê yekê dimeşe. Bêewlehî bi awayekî ne-hevseng tê belavkirin. Hin komên civakî ji piştgiriyê bêpar dimînin û di metirsiya tûndkariyê û mirinê de zêdetir dimînin (r. 25). Peyvên teknîkî yên wekî ‘’ziyana kêlekî’’* (collateral damage), ku pir caran di gotûbêjên şer de têne bikar anîn, vê yekê bi zelalî nîşan didin. Mirina sivîlan, bi daxistina wê bo têgeheke leşkerî û teknikî, ji lêpirsîna exlaqî tê dûrxistin.
Li gor Butler Rexneya tûndkariyê (violence), divê bi pirsa temsîlkirina jiyanê dest pê bike û dipirse (ku ev pirs, di bingeha xwe de, pirseke exlaqî ye): ‘’Çi ye ku jiyanek di qelsiya xwe de dîtbar dike?’’ (r. 51).
Nêzîkahiya Butler di vê xalê de pêşniyareke exlaqî ya girîng jî dihewîne. Li gor wê, gava yekem ji bo fikirîna li ser aşitiyê ew e ku em qebûl bikin hemû jiyan bi heman rengî layiqî şîngirtinê ne. Netûndkarî (nonviolence), li gorî wê, ne pasîfiyet e, ew têkoşîna çalak e: ‘’Ez dibêjim ku netûndkarî, li her derê û her demê ku hebe, hişyariyeke êrîşî li dijî meyla êrîşa ku wekî tûndkariyê xuya bibe vedihewîne. Netûndkarî, di vê maneyê de, têkoşînek e’’ (r. 170). Nirxa jiyana mirovan divê ji hêla netewe, ol an bi girêdana siyasî ve neyê destnîşankirin. Daxwaza netûndkariyê, tenê bi qebûlkirina ku hemû jiyan layiqê şîngirtinê ne dikare ji hevkarîkirina bi formên ne-hevsengiya epîstemîk dûr bimîne (r. 180).
Di şertên îroyîn de, dema ku rojeva Rojhilata Navîn tê nirxandin, pirsa wê hîn jî di cihê xwe de ye: kî nirxa jiyanê diyar dike? Dewlet, medya, an jî raya giştî? Li gorî Butler, bersiva vê pirsê di aliyê nedîtî/veşartî yê şer de ye. Dabeşkirina ferqî ya şîna giştî (public grieving) mijareke siyasî ya girîng e. Çima rêveberî ewqas hewl didin ku rêk û kontrol bikin ka kî/kê dikare şîna xwe li ber raya giştî bide û kî/kê nikare? (r. 38). Çunkî şer ne tenê bi çekan têne meşandin, pê re bi gotarên ku nirxa jiyanan diyar dikin jî têne meşandin.
Ji ber vê yekê, fikirîna li ser şer tenê bi analîzên jeopolîtîk têkildar nîne. Ew her weha hewce dike ku em vê pirsê jî bipirsin: kî/kê biryar dide ka kîjan mirin layiqê şîngirtinê ye û kîjan na?
(AB/AY)
Çavkanî
Butler, J. (2010). Frames of war: when is life grievable?. Verso
Jêrenot:
*termeke ku di gotara leşkerî de ji bo veşartina teknîkî ya mirinên sivîlan tê bikar anîn

