Di çenteyekî de çi tune? Ma çi tune? Heger çenteyê xanimekê be, ji desmalê bigire heta ojeyê, ji rûjê bigire heta pedê, av, parfûm, benîşt, qelem, cizdan, eynik, şarj, pereyê hûr û gelek tiştên ku ez navên wan nizanim; di yê xwendevanekî de, kitêbên wî ne, defterên wî ne, qelem e, jêbir e û tiştên bi vî awayî.
Di çenteyê şêlankerekî de dibe ku çi hebe? Ez ya herî rehet bibêjim û xwe jê xilas bikim: Pere. Ew heyat e jî, heyatan jî diparêze, heyatan jî têk dibe, tune dike.
Ev fîlm li gor fîlmên din ne bi dilê min bû. Belkî jî ji ber wê bû ku fîlmekî hinekî polîsî û dedektîfî derketibû holê. Jixwe senaryo ji romaneke Georges Simenon hatiye adaptekirin û ev camêrê me jî bi berhemên xwe yên polîsî tê naskirin. Ne ku ji fîlm û berhemên polîsî aciz im, bîleks kêfa min gelekî ji wan re tê û tesîra wan jî li nivîsa min bûye. Bes ji çar fîlmên ewil min fam kir ku Tarr ne yê fîlmên polîsî ye. Ez jî wî Tarrî hez dikim ku bêhtir bi kûrahiya ruhê me de dadikeve, quncikên herî tarî û xumam yên hestê me nîşan dide. Erê, fîlm bi qasî fîlmên polîsî yên naskirî ne polîsî ye û gelo meriv dikare jê re bibêje fîlmê polîsî yan, ew jî nîqaşeke zêdeyî vê nivîsê ye.
Lê bisekinin, heqê wî nexwin. Vî fîlmî bi dîmenên xwe yên hostayane fîlmên din li pey xwe hiştin. Çi heyf ku dûrî teknîk û termînolojiya sînemayê me loma nikarim merema xwe bi zelalî û kurtebirî bibêjim. Ez dibêjim qey hat famkirin çi dibêjim. Vê dibêjim: Ew amatoriya destpêkê di kişandina vî fîlmî de xuya nake, meriv ecêb dimîne (qet nebe ez ecêb dimînim) çawa kamerayê weha xweşikî ji nêrîna kesekî li ber pencereyê dadixe heta nêrîna kesekî li xwarê. Di destpêkê de kamera Maloinê serleheng nîşan dide li kulûbeya wî, dûre kamera ji nêrîna wî du şêlankerên li ser keştiyê nîşan dide û em axaftinên wan dibihîsin, dûre kamera (nêrîna Maloin) ber bi çepê ve dibe û em yek ji wan şêlankeran li erdê dibîninin ku ji yê li ser keştiyê re destê xwe li ba dike ku çenteyî biavêje, kamera piştre hêdîka ber bi rastê diçe ku em ji pişt pencereyê dibînin hin ji wan kesan li trênê siwar dibin û diçin, yanî derhêner ji quncikekê çar sehneyên cuda nîşanî me dide. Hêvî dikim ev ne tiştekî normal be.
Çenteyê pereyan heyata şêlankerên xwe naparast û xweş nekir, ew bû sebeb ku heyata her duyan jî tune bibe. Pêşî yek ji wan heyata yê din tune kir, herî dawî gava ev çenteyê pereyan ket destê Maloin, yê dawî ji aliyê Maloin ve hat kuştin. Heyata Maloin jî berbad bû, peywendiyên wî yên malbatî têk çûn. Lê bila ji xwe re dia bike, herî dawî hat çente teslîmî dedektîf kir û xwest bê girtin. Hem nehat girtin û hem di ser de dedektîfê me ew bi pereyekî cuzî xelat kir. Xêra Xwedê. Çi bû, li jina wî şêlankerê kuştî bû. Wekî temaşevanekî safik meraq dikim gelo niha ew jin heyata xwe çawa dibe serî? Zehmet e, welehî gelekî zehmet e.
Di vî fîlmî de çend lehengên fîlmên din cardin cihên xwe girtine. Herî zêde yê barmen bala min dikêşe, bû du sê fîlm, karê barê dike. Nizanim çima, min ew şiband Umberto Eco. Li navê wî dinêrim, Gyula Pauer. Camêr hunermendê peykeran e. Lê karê xwe yê barmentiyê jî xweş dike, Xwedê wekîl. Rast yan derew, xêr û guneh di stûyê xelkê de, dibêjin gava li Cannesê kes eleqeyê bi vî fîlmî nake, Tarr aciz dibe û biryar dide ku bi fîlmê bê, A torinoi lo, dawî li heyata xwe ya sînemayê bîne. Sînemaya Tarr, heyata wî bû. Û heyata wî jî, di çente de bû.
(IE/MB)
Çavkanî: inanolo
Wêne: Imdb