Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadweriyên Sûc û Cezayan 141 nûçeyên bianetê asteng kirine.
Di nava nûçeyên hatine astengkirine de raporên tundkariya mêran, dadgehkirinên rojnamgeran, Operasyonên 14-25ê Kanûna Paşiyê, nûçeyên derbarê kirîna ersayên li derdora Kanal Stenbolê yên Berat Albayrakî, nûçeyên newxeşxaneyên bajar û yên derbarê ked û karkeran de hene.
Saziya Yekîtiya Ragihaniyê ji bianetê re maîlek şandiye û xwestiye ku nûçeyên navborî bên rakirin, heke neyên rakirin wê ceza li bianetê bibirin.
(HA/FD)