Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Xaçasor a Navneteweyî(ICRC) aşkere kiriye, li tevahîya Afrîkayê nêzîkî 20 hezar zarokan weke winda bûne hatiye tomarkirin.
ICRCê bi boneya 30ê Tebaxê Roja Windayên Cîhanê daxuyanî daye û diyar kiriye, , ji ber şerê li parzemînê, tûndkarî, koçberî û karesatên di encama guherîna sirûştê de pêk hatiye, nêzîkî 44 hezar kes winda bûne.
Di lîsteya windayên Afrîkayê de Nîjerya bi 23 hezar windayan yekeme û Sûdana Başûr jî bi 5 hezaran duyem e.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, ji sedî 45ê windayan nêzîkî 20 hezarî zarok in. Ji lîsteya windayan sedî 82 welatiyên Nîjerya, Etîyopya, Sûdana Başûr, Somalî, Lîbya, Komara Demokratîk a Kongoyê û Kamerûnê ne. (AÖ/AY/FD)
*Çavkanî: AA