Weşanxaneya Sîtavê romana Mehmet Oncuyî ya bi navê “Raperîna Baba Îshaq” weşandiye. Oncuyî di vê romanê de behsa raperîna Babaiyan kiriye ku Baba Îshaqî serpereştiya wê kiriye.
Raperîna Babaiyan di sedsala 13yan de li hemberî Selçûkiyan pêk hatiye ku navenda vê raperînê Semsat e.
Oncuyî di romanê de behsa felsefe, jiyan û baweriya Baba Îshaqî kiriye ku li gorî ji vê baweriyê re Rêya Heq tê gotin.
Nivîskarî di pirtûkê de li gorî zanyariyên dîrokî yên li ber dest, dîroka Semsat û ew bajarên li derdorê, serpêhatiya Baba Îshaqî, sedem û encamên raperîna wî, têkiliya wî û Babaiyên din ên weke Baba Elyas, Baba Qasim vegotiye. Her weha danûstandinên di navbera wî û Haci Bektaşî de jî di nava rûpelên pirtûkê de cih girtiye.
Nivîskarî di beşên destpêkê yên romanê de weke bêjerekî çîrokek honandiye. Nivîskarî di vîr de behsa du pirtûkan kiriye ku ew jî beşek ji vê çîroka xeyalî ne. Yek ji van pirtûkan a kesekî bi navê Bengî ye. Bengî li gorî çîroka nivîskarî, katibê Baba Îshaqî ye. Pirtûka din jî dîsa behsa serpêhatiyên dema Baba Îshaqî dike. Di vê çîrokê de piştî nivîskarî ev her du pirtûk bi dest xistiye, di beşên piştî wan de çîroka Baba Îshaqî û raperîna wî hatiye nivîsîn.
Her weha di van beşên destpêkê de bi saya gotinên nivîskarî xwendevan çavdêriya cîh û warên dîrokî û xwezayî yên Semsat û derdora wê dikin.
Beşên li pey çîroka yekem, vê carê li ser zarê Bengiyî çîroka xwe honandiye ku qonax bi qonax behsa serpêhatiyên beriya raperîna Baba Îshaqî û dema wê raperînê dike.
Di vê çîrokê de nivîskarî ji devê Bengiyî jiyana rojane ya Baba Îshaqî, jiyana talibên wî ya li gorî baweriya Rêya Heq, têkiliya wî bi civak, kom û hêzên desthilatdar re nîşan daye.
Nivîskarî nimûneyan ji zext û zorên Selçûkî û axa û begên li derdora wan li civakê dikin û ev zext û zorên ji Baba Îshaqî re dibin sedema raperînê vegotiye.
Her weha di pirtûkê de ew pêvajoya amadekirin û destpêkirina “Raperîna Baba Îshaq” jî heye ku ji Semsatê heta Amasyayê, ji Tokatê heta Elbistanê li devereke geleke berfireh deng vedaye.
Raperîna Baba Îshaqî di sala 1240î de li gundê Kefersûta bi Semsatê ve girêdayî destpêkiriye. Piştî ew dest bi raperînê dike, Baba Elyas jî di nav de gelek Babaiyên din bi hêzên xwe beşdarî vê raperînê dibin.
Her weha ew gelên li herêmê dijîn, yên ji ber zext û zorên desthilatdara ne di ti halî te ne, wan jî serî hildaye û beşdarî nava raperîna Babaiyan bûne. Wan di demeke kurt de gelek dever bi dest xistine. Di dema vî şerî de 12 caran Selçûkî têk birine lê piştî têkçûna Baba Elyasî û Selçûkî bi hêzeke gelekî mezin derketin pêş wan, raperîna Baba Îshaqî jî bi ser neketiye.
Di gelek beşên pirtûkê de nivîskarî behsa bandora civak û çanda kurdan a li herêmê kiriye. Nivîskar ji Komageneyê heta Eyubiyan û gelek civak û komên din, dîroka wan, bandora wan a li ser siyaset, çand û jiyana rojane di tevahiya pirtûkê de bicih kiriye.
Heta niha kesên li dîroka Baba Îshaqî lêkolîn kiriye, ew weke derwêşekî tirkmen dane nasîn. Beşek ji lêkolîneran jî Baba Îshaqî weke rûm nîşan didin. Mehmet Oncu di vê romanê de Baba Îshaq weke fîgurekî kurd nîşan daye. Û ew vê îdiaya xwe dispêre wî tiştî ku Baba Îshaq “Kurdekî ji Bajarê Semsatê bû, di eslê xwe de ew ji binemala Keyên Komagenê bû. Baba Îshaq perwerdeyeke gelekî baş dîtîbû, baweriya Ebûl Wefayê Kurdî nas dikir, li ber destê Îbnî Arabî perwerde ditîbû û ew heyranekî Baba Tahîrê Hemedanî bû.” (FD)