Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Erdîşê, navçeya Wanê mutehîd Şahîn Yagar û xizmên wî, di sala 2017an de êrîşî rojnameger Îdrîs Yilmazî kiribûn. Yilmazî xwestibû nûçeyekê derbarê projeya rêya peravê de binivîse ku wê şaredariyê ew rê bida çêkirin. Piştî vê bûyerê bi 6 salan, dadgehê Yilmaz bi cezayê girtîgehê ceza kiriye.
Piştî bûyerê, herdu aliyan giliyê hev kiribû û doz hatibû vekirin. Dadgehkirin li Dadgeha Asliye Cezayê ya 2yem a Erdîşê pêk hatiye.
Dadgehê bi îdiaya ku “bi zanebûn birîndar kiriye” rojnameger Yilmaz bi 4 meh û 15 ro cezayê girtîgehê ceza kiriye. Dadgehê di biryara xwe de kameraya Yilmazî weke “çek” nîşan daye û ceza bi qasî nîv qatî zêde kiriye.
Dadgehê ji bo rojnameger ErHan Başî biryara beraetê daye ku wê rojê li cem Yilmazî bûye.
Heman dadgehê ji ber sûcê “bi zanebûn birîndar kiriye” 3 hezar û 800 TL cezayê pereyan û 10 meh û 15 roj jî cezayê girtîgehê daye mutehîd Şahîn Yagarî. (HA/FD)