Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ya ku navenda wê li Parîsê, paytexta Fransayê ye daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û behsa rewşa rojnamegeriyê ya di sala 2022yê de kiriye. RSFyê diyar kiriye ku heta 1ê Kanûna Pêşiyê 533 rojnameger girtî ne û li gorî sala berê rêjeya rojnamegerên girtî ji sedî 13,4 zêde bûye.
Ji van 432 rojnamegerên profesyonel, 83 jî ne profesyonel, 18 ji wan medyakar in. Ceza li 36,4 ji sedê birîne lê ji sedî 63,6 ji wan nehatine dadgehkirin.
Deloire: Girtîgehan bi lez û bez tên dagirtin
Sekretera Giştî ya RSFyê Christophe Deloire, gotiye, “Dîktator û rêveberên otorîter di pêvajoyeke lezandî dane destpêkirin ku girtîgehên xwe bi rojnamegeran tijî dikin. Girtina rojnamegeran a nû ya ku gelekî zêde bûye, pesend dike ku divê li dijî van hêzên bêûcdan li ber xwe bidin, bi hemû kesên ku hedefên azadî, serxwebûn û piranîparêziya nûçeyan diparêzin piştevaniyeke çalak li dar bixin.”
Hejmara rojnamegerên jin ên girtî di 5 salan du du qat zêde bûye
Di daxuyaniyê de Deloire bal kişandiye ser hejmara rojnamegerên jin ên girtî û gotiye ku li gorî sala 2021ê hejmar ji sedî 30 zêde bûye û RSF ti carî negihiştiye vê hejmarê: “Pênc sal berê rêjeya nûçegîhanên jin ên girtî ji sedî 7 bû, di sala 2022yê de ev rêje bûye ji sedî 15.”
Di raporê de Çîn weke girtîgeha herî mezin a cîhanê hatine penasekirin û behsa rojnameger Huang Xueqin hatiye kirin ku yek ji 110 rojnamegerên girtî ye.
Her weha ji bo Myanmarê jî hatiye gotin ku bi derbeya Sibata 2021ê de rojnamegerî hatiye qedexekirin û 62 rojnameger li vî welatî girtî ne. Li Komara Îslamî ya Îranê piştî destpêkirina çalakiyên girseyî bi mehekê, hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 47an û bi vê hejmarê li cîhanê bûye welatê sêyem ku herî zêde rojnameger girtî ne. Piştî van her sê welatan Wîetnam bi 39 rojnamegeran û Belarûs jî bi 31 rojnamegeran tên.
Ji Tirkiyeyê Alagaş weke mînak daye
Di daxuyaniyê de RSFyê cih daye Tirkiyeyê jî. Di beşa Tirkiyeyê de RSFyê diyar kiriye û gotiye, medya û şîrketên 3 rojnamegerên jin û medyakareke jin weke saziyên nêzîkî PKKyê hatine nîşandan û di meha Hezîranê de hatine girtin. Her weha behsa midûra nûçeyan a Jin Newsê Safîye Alagaşê kiriye ku di sala 2019ê de bi îdiya “propagandaya rêxistina terorê kiriye” hatiye tohmetkirin.
Li Meksîka, Haîtî û Brezîlyayê rojnameger hatine kuştin
Heşt rojnameger piştî şerê li Ûkraynayê di 24ê Sibatê dest pê kiriye, di dema şopandina şerî de hatine kuştin. Di nava van de foto-nûçegîhanê ûkraynî Marks Levinê di 13ê Adarê de leşkerên rûs ew kuştin û nûçeîhanê kanala BFM TVyê Frédéric Leclerc-Imhoff yê navenda wê li Fransayê ye jî hene. Leclerc-Imhoff dema tehliyekirina sivîlan a ji bajaran dişopand şarapneleke topan lê ketibû û miribû. Îsal 57 rojnameger mirine ku 11 jê li Meksîkayê, 6 jê li Haîtîyê, 3 jê jî jî li Brezilyayê bûne.
Di daxuyaniyê de her weha behsa rojnamegerên dîlgirtî jî hatiye kirin ku li cîhanê 65 rojnameger û medyakar dîlgirtî ne. Yek ji wan rojnamegeran rojnamegerê fransizî Olivier Dubois e ku 20 meh in li Malîyê di destê komeke nêzîkî El Qaîdeyê de ye. (HA/FD)