Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Baroya Amedê, Komeleya Perwerdehî, Çand û Hevkariyê ya Şêx Seîd û warisê Şêx Seîd, Kasim Firat ji bo aşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên ku di sala 1925an de ji aliyê Dadgeha Şark Îstiklalê de li Amedê hatibûn darvekirin, di 15ê Sibata 2022an de serî li Wezareta Navxweyî dabûn.
Lêbelê wezaretê bersiva serlêdanê nedabû. Piştre serlêderan di 15ê Nîsanê de serî li 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê dabûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dadgehê di 28ê Nîsanê de agahî ji wezaretê xwestiye û li gor prosedurê divê wezaret di nava 30 rojan de bersiva dadgehê bide.
Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê parêzer Mehdî Ozdemîrî serlêdana hatiye kirin nirxandiye.
Ozdemîr, bi bîr xistiye ku Wezareta Karên Navxweyî serlêdan nebersivandiye û gotiye: "Wezareta Karên Navxweyî tu bersiv neda. Li gor Qanûna Usûlê ya Îdarî di pêşserlêdanan de ger di nava 30 rojî de bersiv neyê dayîn ev bi awayekî sergirtî tê wateya redkirina daxwazê. Me jî li hemberî vê redkirina sergirtî serî li Dadgeha Îdare ya 5an a Enqereyê da û xwest ev biryar bê betalkirin."
Ozdemîrî diyar kiriye ku Dadgeha Îdare ya 5an a Enqereyê serlêdana wan qebûl kiriye û gotiye, “Dadgehê ji wezaretê agahî û belgeyên têkildarî dozê xwestine û wiha pêde çû: "Dadgehê di biryara xwe ya navberê ya 28ê Nîsana 2022an de xwest mînakeke dosyeya ku belge û agahiyên têkildar tê de ne berpêşî dadgehê bê kirin. Dadgehê 30 roj muhlet da. Ger ev agahî û belge bên, paşê dê dadgeh têkildarî biryara betalkirinê ya wezaretê de biryara xwe bide, çi erênî çi neyînî."
Ozdemîrî destnîşan kiriye ku ger rêya hiqûqa navxweyî bixitime dê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. (RT/AY)