Fotograf: Hîkmet Adal/arşîva bîanetê
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
156 sal li ser sirgûnkirin û komkujiya çerkezan derbas bûye. 156 sal berê Rûsyaya Çarî gelê Çerkez sirgûn kiribû û rûbirûyê qirkirinê mabûn. Partiyên siyasî derbarê qirkirina Çerkezan de daxuyanî dane.
Di daxuyaniya ku îmzeya Tulay Hatîmogûllari, Alîkara Hevserokê Komîsyona Baweriyan û Gelan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li bini de hatiye gotin ku daxwazên maf yên Çerkezan hê jî naxwazin bibin in.
Ercument Akdenîz, Serokê Giştî ê Partiya Kedê(EMEP) jî aniye ziman ku divê mafê perwerdeyê yê zimanê dayîkê û daxwazên fermî yên weke pasaportê bên dayîn.
'Divê mafên olî û çandî bên dayîn'
Daxuyaniya HDPê weha ye:
"Em têkoşîna jiyana azad, wekhev û demokratîk a bi zimanê dayikê, çand û baweriya gelê Çerkez weke tekoşîna xwe qebûl dikin. Em bang li wan dikin ku maf û azadiyên demokratîk ên ku daxwaz dikin qebûl bikin da ku nasname, ziman û çanda xwe zindî bigirin."
"Divê Qirkirina Çerkezan bê naskirin, yekane rêya rûbirûbûna vî sûcê mezin ê li dijî mirovahiyê ev e. Divê Çerkesên li Tirkiyeyê dijîn nav û nasnameyên wan û ziman û mafên wan ê çandî bên dayîn, divê navên gundan ên hatine guhertin bên vegerandin û vegera wan a ji bo welatê wan bê şert û merc, madî û menewî were destekkirin."
'Divê derî bên vekirin, daxwaz bên pêkanîn'
Daxuyaniya EMEPê jî weha ye:
"Divê dewleta Rûsyayê bi rastiyên dîrokî û qirkirinê re rû bi rû were. Ji bo kesên ku dixwazin vegerin welatê xwe divê derî bên vekirin."
"Nêzî 6 mîlyon Çerkez li Tirkiyeyê dijîn daxwazên weke mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, guhertina paşnav, çûna ji bo welatê xwe û hilgirtina pasaporta dualî dixwazin. Divê êdî ev daxwazên ku sed sal û nîveke dereng maye bên bihîstin û bi cih werin anîn."
(AS/AY)