Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Li Dîgorê, navçeya Qersê cerdewanî li welatiyan ferz dikirin, bi ser malên wan de digirtin û îşkence li wan dikirin. Li dijî vê rewşê niştecihên bajêr di 14ê Tebaxa 1993yan de xwenîşandanek li dar xistibûn. Lê gule bera ser xwenîşanderan hatibû kirin û di encamê de zarok, ciwan, pîr û kal di nav de 17 kes miribûn. Zêdetirî 200 kesî jî birîndar bûbûn. 27 sal di ser vê qetlîamê re derbas bûye.
Mîrza Çagdavûlê ku di dema qetlîamê de keça wî Selviya 13 salî hatibû kuştin û parlamentere Şirnexê yê wê demê Mehmût Alinak ji Dîndar Karataş, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê re behsa qetlîamê kirine.
“Selviya min qetil kirin”
Şahidê qetlîamê Mîrza Çagdavulê 80 salî qala wê rojê kiriye û wiha gotiye: "Ez zewicîm û 11 sal şûnde keçek min çêbû. Min navê wê kir Selvî. Dema diranê wê derket min ji bo wê qurbanek da. Min pir ji keça xwe hez dikir. Min cilê herî xweşik li wê dikir. Min disa cilê xweşik lê kir û em çûn qadê. Keça min ji min qetiya û çû pêşiya meşê. Di wê kêliyê de li ser gisrê gule reşandin. Ji ber keça min li pêş meşê bû ez reviyam pêşiya meşê. Min xwest wê rizgar bikim. Lê di heman kêliyê de keça min qetil kiribûn. Min ew qas ji keça xwe hez dikir, piştî neviya min çêbû min navê neviya xwe jî kir Selvî. Lê min qet çîroka keça xwe ji neviya xwe re negot."
“Weke roja mehşerê bû”
Çagdavûlî aniye ziman ku berî leşker qetlîamê bikin rojê 2 caran bi ser mala wî de digirtin û lêgerîn dikirin: "Eskeran alavê min ên bi qîmet desteser dikirin. Ji bo em vê rewşê şermezar bikin ez tev li meşê bûm. Wê roja komkujiyê li me bû roja mehşerê. Ew roj li me bû roja mehşerê. Zilma ezkeran êdî nedihat tehamulkirin. Hemû gundî li dijî zilmê rabûn serhildanê. Me êdî tehamul nedikir ku her roj esker bi ser malên me de bigirin. Wîcdanê me qebûl nedikir ku esker wê zilmê li me bikin. Em qebûl nedikir ku zilmê li axa me jî bike. Li dijî vê zilmê gundiyên derdorê meşiyan Dîgorê. Em ji bo derdê xwe bînin ziman meşiyan Dîgorê. Lê wan kemîn danîbû pêş me. 2 kilometre nêzî navçeya Dîgorê li ser me gule reşandin. Dema gule reşandin girsê xwe li erdê dirêj kir. Ew roj li me bû dojeh. Gelek kes birîndar bûn. Lê destûr nedan em birîndaran bibin nexweşxaneyê.
“Ji Gundê Nexşanê 7 kes hatin kuştin. Di 1'ê Tebaxa 2020'an de ciwanê bi navê Osman Ozçalimli ku çû eskeriyê gotin "Xayinê welat" û qetil kirin. Di ser komkujiyê re 27 sal borîn. Wê demê bi keyfî zilm kirin û qetil kirin. Niha jî bi keyfî qetil dikin. Çi sûcê Osman hebû qetil kirin? 27 sal berê jî gotin PKK’î ne û qetilkirin. Niha jî heman tiştî dikin. Piştî komkujiya 27 sal berê hatin gund û xwestin em bibin sîxur. Xwestin erebe û ajantiyê teklif bikin.
Alinak: “Destûr nedan birîndaran bibin nexweşxaneyê”
Parlamenterê Şirnexê Mahmut Alinakî jî aniye ziman ku wê demê çûne li herêmê lêkolîn kirine û wiha gotiye: "Dema em li meclîsê bûn me bûyer bihîst. Me heyetek ava kir û em çûn Digorê. Nasekî min ê li Dîgorê li min geriya. Bir bi fikar bû. Got 'Tîmên taybet li Dîgorê li ser gel guleyan direşîne. Li ser gel gule direşîne. Birîndar rakirin Erzirom û Qersê. Polîsan destûr nedan ku xwînê bidin birîndaran. Di telefonê de dengê qerîn û hawarê dihat. Ez li Waliyê Qersê geriyam. Walî got gel dimeşin Zibinî. Walî îdea kir ku PKK'iyan gule reşandine û piştre şer derketiye. Got 8-10 birîndar bûne. Piştre ez bi telegonê bi 2 kesan re axivîm. Welatiyan li dijî welatiyan agahî dan. Welatiyan diyar kirin ku şer tune. Tenê tîmên taybet li ser girsê gule reşandine. Bi dehan kes hatine kuştin. Bi sedan kes birîndar bûne.
"Walî nikarîbû rê li pêş tîmên taybet bigire”
Alinak, diyar kiriye ku piştî komkujiyê gelek kes hatin binçavkirin û kesên hatin binçavkirin îşkence li wan hat kirin û wiha lê zêde kir: "Me heyetek çêkir û roja din em çûn Dîgorê. Di nava heyetê de wekîl Selim Sadak, Sirri Sakik, Muzaffer Demîr, Ali Yîgît û ez hebûm. Kesên ku tîmên taybet ew binçav kirin îşkence lmi wan kirin. Ez li walî geriyam. Lê Walî nikaribû gotinê ji tîmên taybet re bêje. Roja piştî komkujiyê ez û komek rojnameger bi balafirê çûn Erziromê. Em ji Erziromê bi rêya bejayî çûn Qersê. Me li Erziromê ji Walî randevû xwest û em çûn ziyareta walî. Walî li heviya me bû. Midûrê Polîsan jî li wir bû. Walî bê çare mabû. Walî nikaribû derewan bike. Burokratekî durust bû. Tu tişt bi wîre nehatibû parvekirin û her tişt ji wî hatibû veşartin. Di qoltixa xwe de winda bûbû. Nikaribû pirsên me bibersivîne. Ji gotinê wî dihat fam kirin ku tîmên taybet komkujî kirine. Midûrê Polîsan jî xwe di qaltixê de pahn kiribû û derew dikirin. Bersîvê pirsan tev bi nakokî bûn. Digot 'PKK'iyan gule berdan û hêzên ewlehiyê jî bersîv dan' Me niqaşên hişk kirin."
“Li Dîgorê bêdengiyeke kûr hebû”
Alinak, anî ziman ku walî gelek pirsên wan nebersivadiye û got: "Paşê me seredana birîndarên li Nexweşxaneya Dewletê ya Qers kir. Nexweşxane tije bûbû. Mirov girş bi guleyan birîndar bûbûn. Li nexweşxaneyê polîsan nedihişt em xw etev bidin. Her liv û tevgerên me bi kamerayan dihatin kişandin. Dihat gotin ku dîmen ji bo ewlehiyê tên girtin. Lê belê kifş bû ku ji bo mirovan bitirsînin dîmena digirtin. Piştî em ji nexweşxaneyê derketin polîsan gef dixwar. Em bi vî awayî çûn Dîgorê. Li Dîgorê bêdengiyeke wekî mirinê hebû. Mirov li paş camekanên dikanên xwe bitirs mêze dikirin. Ez parlementerê Şirnexê bûm, lê ez ji Dîgorê bûm. Min dizanibû dîgorî dixwazin bên cem me, lê nediwêrîn."
Her wiha Alinak diyar kir ku li odeya qeymeqam jî dîmen dihatin girtin û got: "Baweriya polîsan bi qeymeqam jî tunebû loma hevdîtina me qeyd dikirin. Em bi awayekî tund li dijî vê rabûn. Em û polîsan ketin qirika hev. Qeymeqam neçar bû. Ji polîsan ditirsiya. Nikaribû wan ji odeya xwe derxîne. Piştî hêviya me ji qeymeqam nema, me telefonî walî kir. Piştî hevdîtina bi walî re kamera hatin girtin. Lê me kir nekir ji odeyê derneketin."
“Îdiaya ku dibêje PKKiyan berdaye derew e”
Alinak, diyar kir ku piştî hevdîtinan çûne gundan û got: "rayedarên emniyetê ji me re gotibûn, PKKiyan êvarî li ser girê bilind ê li paş cihê bûyerê gule reşandine. Li gor vê, PKKyî di nava tîmên taybet de çek şixulandine. Lê belê şahidên bûyerê digotin, girê behsa wî tê kirin ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû dorpêçkirin û çûk jî nikaribûn lê bifirin. Îjar ji ber ku ne mimkun e PKKyî di nava hêzên dewletê de çekê bişixulînin, nexwe kiryar diyar bû. Her wiha midûrê emniyetê îdia dikir ku di navbera hêzên dewletê û PKKê de şer qewimiye. Lê belê diviyabû ji hêzên dewletê û PKKyiyan birîndar an jî mirîb hebûna. Halbûkî ne ji PKKyiyan ne jî ji dewletê ne kes birîndar bûbû ne jî miribû Me ev nakokî ji Waliyê Qersê pirsîbû. Lê belê walî nikaribû li ser çavê me binêre. Şahidên bûyerê û mexdûr digotin, tîmên taybet ew hedef girtine û bera wan dane. Digotin, di navbera PKKyiyan û hêzên dewletê de tu pevçûn neqewimiye."
Alinak, bilêv kir ku mesele pir aşkere ye û got, komkujî hatiye kirin. Alinak, got: "Gava em ji Dîgorê ber bi gundan ve tîmek, taybet gef xwarin û got, 'Hîn hûn ê gelek caran fatîheyan bixwînin. Heke bivê em ê bavêjin ser Meclîsê, seriyan bifirînin.' Hin birîndaran, gotin tîmên taybet bi qundaxên çekê li wan dane û xwestine wan bikujin, lê belê bi mudaxileya qeymeqm û fermandarê cendirmeyan xelas bûne. Ên birîndar bûbûn ji gundê Zîbînî, Zixçî, Mewreg, Nexwşan, Qizilqûle, Pufik, Başkoy û Baceliyê bûn. Hin birîndar bi tirsa ku dê bên girtin seçûbûn nexweşxaneyê, li mala xwe tedawî dibûn. Gelek birîndar û mirî jî ji bo îbretê bi paş panzêrê ve hatibûn girêdan û wan anîbûn bajêr. Ên tevlî meşê bûbûn û bi çavên xwe komkujî dîtibûn, diyar dikirin ku bi komkujiyke plankirî re rû bi rû mane."
“Tenê tiştek guheriye ew jî kiryar in”
Alinak, anî ziman ku gava vegeriyane Enqereyê di 23yê Tebaxa 1993yan de raporeke berfireh ji Serokatiya Meclîsê, Serokwezîrtiyê, Wezareta Dadê û gelek saziyên din re şandine. Alinak got: "Hewldanên me bi kêr hatin. Der barê tîmên taybet de li Dadgeha Cezayê Giran a Qersê doz hat kirin. Darizandin bi salan dewam kir û wekî tê zanîn tîmên taybet ên kujer rojekê jî nehatin cezakirin û dosye ji ber demboriyê hat girtin. Ew hêza mîlîtarîst a dewletê di ser sûc de hatibû girtin. Di bûyerê de bi hezaran fîşek hatibûn bikaranîn. Çimkî fîşekên hatibûn bikaranîn hemû jî ji çekên lûledirêj ên li ser navê dewletê qeydkirî bûn. Feraseta ku li Dîgorê komkujî pêk anî, piştî çend salan li Roboskî, Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Silopiya û gelek deverên din komkujî pêk anîn û ya wê demê heman feraset e. Ev feraset ji dema Qoçgiriyê heya Geliyê Zîlan û ji Geliyê Zîlan heya Dersimê û ji Dersimê heya niha didome û feraseteke devbixwîn e. Tenê tiştek guherî, ew jî kiryar in." (FD)