Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ji bo serbestiya mafparêzan kampanyayek da dastpêkirin ku Îdîl Eser dîrektora şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûya Navdewletî û Taner Kiliç Serokê Lijneya rêveberiyê yê şaxê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê jî di nava mafparêzên girtî de ne.
Îdianameya derbarê 10 mafparêzan de çend roj berê hatibû amadekirin ku li Buyukadayê hatibûn desteserkirin û 8 ji wan hatibûn girtin. Parêzer Taner Kiliç Serokê Lijneya Birêveberiya şaxê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê weke “bersûc” di îdianameyê de cî girtibû ku di Hezîrana 2017yê de hatibû girtin. Li gorî vê encamê 9 jê girtî 11 mafparêz tên dadgehkirin.
Rêxistinê bangewaziya serbestiya mafparêzan kir û wiha got:
“Ji bilî baweriya wan a mafên mirovan ti sedema girtina mafparêzên dilêr nîn bû. Di dema ku ew di girtîgehê de ne, em ê ji bo wan bimeşin. Di dema ku dengê wan tê birîn de em ê ji bo wan biaxivin. Ji ber ku parastina mafên mirovan ne sûc e!”.
Ji bo beşdariya kampanyaya îmzeyê bitikîne
Çi bûbû?
10 parêzvanên mafên mirovan di 5ê Tîrmehê de dema ku li Buyukada ya Stenbolê li hotelekê civîna li ser ewlekariya dijîtal a parêzvanên mafên mirovan lidar dixistin hatibûn desteserkirin. 30 saetan agahî ji wan nehatibû standin. Derketibû holê ku piştî 5 saetên desteserkirinê biryara desteserkirina wan hatiye standin.
7 roj biryara desteserkirinê derbarê 10 kesan de hatibû standin û paşê derxistibûn 10 rojan.
Di 17yê Tîrmehê de 10 mafparêz derxistibûn edliyeyê û dozger, ew bi “bêyî ku endamên rêxistinê bin, li ser navê endamê sûc kiribin” û endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî” tohmet kiribûn û daxwaza girtina wan kiribû.
Di 18yê Tîrmehê de Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî), Ozlem Dalkiran (Komeleya Welatîbûnê ya Helsînkiyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Welatîbûnê ya Helsînkiyê), Ali Gharawi (Welatiyê Swêdê ye, dersdarê mafên mirovan), Peter Steudnter (Welatiyê Almanyayê dersdarê mafên mirovan) hatin girtin.
İlknûr Ustun (Koalisyona Jinan), Nalan Erkem (Komeleya Welatîbûnê ya Helsînkiyê), Nejat Taştan (Komeleya Şopandina Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsîyatîfa Mafan) bi şertê kontrola edlî serbest man.
Di 21ê Tîrmehê de dozger li hemberî biryara serbestiya van 4 kesan derket û daxwaza girtina wan kir. Ustun û Erkem ên li malên xwe hatin desteserkirin, di 23yê Tîrmehê de hatin girtin.
Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozmeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina ji derveyî welêt serbest man.
Serdozgerê Komarî Can Tûncayî di meha cotmehê de îdianame amade kir û 10 mafparêz bi sûcên “bêyî ku endamên rêxistinê bin, li ser navê endamê sûc kiribin” û endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî” tohmet kir. Taner Kiliç jî bi “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” hat sûcdarkirin. Mafparêz bi endamtiya û sûckirina li ser navê “FETO/PDY, PKK/KCK û DHKP/C” tên dadgehkirin.
Ozlem Dalkiran, Peter Steudtner, Ali Gharawi, Velî Acû, Gunal Kûrşûn, Îdîl Eser û Nalan Erkem hîna li Girtîgeha Sîlivriyê ya Tîpa F hejmar 9ê, Îlknûr Ustun jî li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên girtin. (ÇT/FD)