Fotograf: Jinnews
Çêkirina merşan bi keda destê jinan heta îro zindî maye. Li Şirnexê li gelek malan jin çêkirina merşan didominin. Di her girêkeke merşê de ked û di her neqşê de jî çîrokek heye. Merş û berikên ku reng bi reng tên çêkirin mirovan mest dikin. Li taxa Vakifkentê ya Şirnêxê Derya Kabula 55 salî ev 35 sal in merşan çêdike.
Derya Kabûlê ji Jinnewsê re behsa çêkirina merşan kiriye. Kabûlê gotiye ku ew ji dayika xwe hînê çêkirina merşan bûye û wiha behsa xwe kiriye:
“Dema ez zarok bûm dayika min tim çêdikir û min jî lê dinêrî. Em berê diçûn zozanan, dayika min jî merşên ku çêdikirin di konan de û li malê daliqand. Em berê hem diçûn zozanan û hem jî ji aliyekî ve xwedî li kevneşopiyên xwe derdiketin. Dema dibû zivistan me merş di malê de jî çêdikirin. Dayik û pîrka min tu carî dev ji kevnoşopî û çêkirina merşan bernedane. Ez dema 20 salî bûm, min dest pê kir û ev 35 sal in ez merşan çêdikim."
“Çekirina merşan zehmet e”
Derya Kabûlê bi lêv kiriye ku ew dixwaze kevneşopiyên xwe bidomînin û çêkirina merşan fêrî zarokên xwe jî bike: “Em ji gundê Avyanê ne û di salên 1990î de ji ber zordestiya dewletê em ji gund derketin. Ev 31 sal in em hatine bajêr. Çawa ku min li gund merş çêdikirin, li bajêr jî çêkirina merşan didomînim. Ez ê ti carî dev ji çêkirina merşan bernedim. Berê dema em koçer bûn bi hirîya pezan ve me bend çêdikirin. Lê niha ji ber ku em koçeriyê nakin, bendan jî ji ber ve dikirim û tînim pê çê dikim. Ev nexşan ez bi destên xwe yek bi yek çê dikim. Bi rastî jî çêkirina merşan zehmete, lê belê ew qas jî xweşe. Ji ber ku çanda me kurdan xweşe.”
“Çanda me bi rastî jî gelek dewlemend e”
Kabûlê, daye zanîn ku niha li bajêr çand û kevneşopî zêde nayên jiyîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jiyana li bajêr mirovan ji kevneşopiyan dûr dixe. Ji bo vê jî em xwedî li kevneşopiyên xwe dertên û didin jiyîn. Îro dema mirov lê dinêre kevneşopî û çanda kurdan bi destê jinan tê jiyîn. Jinên kurd tim xwedî çanda xwe derdikevin. Divê hemû jinên kurd tim xwedî çanda xwe derbikevin. Çanda me bi rastî jî gelek dewlemend e û em jî çanda xwe diparêzin. Wateya her nexşeyên li merşan tê kirin cudaye. Nexşên bi destê jinan tên çekirin şopa dema berê tîne bîra mirovan.” (FD)