Ji bo nûçeya tirkî için tıklayın
Zîlan Tîgrîs û Mihemedê Neniyasî, herdu hunermendên ku di dema erdhejên 6ê Sibatê de li Amedê di bin kavilan de mabûn û can dabûn, wê bên bibîranîn.
Di 6ê Sibatê de li Mereşê bi pileya 7,7 û 7,6ê du erdhej pêk hatibûn. Cenazeyê Tîgrîsê piştî bi 7 rojan, yê Neniyasî jî piştî bi 10 rojan ji bin kavilan derxistibûn.
Wêjegeh Amed bernameya yadkirinê li dar dixe û bername wê 25ê Adarê saet di 15.00 deqîqeyan de pêk bê.
Udi Yervant, Koçer, Mihemedê Tapê, Zeynep Yaş, Ferat Memetoğlu, Deniz Karakaş, Zîlan Alparslan û Cemalê Neniyasî wê beşdarî bernameyê bibin. A. Rahîm Kiliç wê bernameyê birêve bibe.
Derbarê Mihemedê Nenîyasiyî de
Mihemedê Nenîyasî, di sala 1947an de, li gundê Nenîyas yê bi ser Licê ve, di malbateke ku kevneşopa dengbêjîyê tê de geş û zindî bû, ji dayika xwe re çêbû. Di dîwanên dengbêjên navdar ên dema xwe de ku bav, kal û apên wî datanîn, bi kilamên dengbêjan mezin bû. Malbata wî ya ku li gund, debara xwe bi cotkarîyê dikir, di sala 1968an de bar kir çû Amedê. Mihemedê Nenîyasî, ji hêlekê ve esnafî dikir ji hêla din ve jî di dîwanên dost, kesûkarên xwe de dengbêjîya xwe didomand. Di sala 2005an de, li Amedê Mala Dengbêjan hat avakirin û ew û birayê xwe Cemalê Nenîyasî bûn dengbêjên nasyar yên Mala Dengbêjan. Hunermend, di sala 2022yan de, bi awayekî fermî nasnavê guhêzkarê mîrateya çandî ya ne şênber wergirt. Mihemedê Nenîîyasî, bi dehan berhemên xwe ve û bi gelek kilaman ve ku bi usûlên gotina kilaman ew berhev kiribûn, bi salan ked di ber de da da ku kevneşopa çanda Kurdan, bi rêya Dengbêjîyê derbasî nifşa ciwan bibe û di siberojê de were gotin.
Derbarê Zîlan Tîgrîsê de
Zîlan Tîgrîs, di sala 1972yan de li Amedê, ji dê û bavekî ermen û li maleke ku lê kurdî û ermenîkî dihat axaftin, ji dayika xwe re çêbû. Dêya wê Cemîla Xanim, eleqe û nêzikatîyeke zêde nîşanî muzîkê dida û hevaltîya wê bi Ayşe Şan re hebû ku Ayşe Şan, jina kurd di muzîkê de heyî û xuyanî kiribû. Dêya wê, bi vê eleqeya xwe ve, piştgirîya keça xwe Zîlan Tîgrîs kir.
Di gava xwendina xwe ya dibistana navîn û lîseyê de, bala wê li ser kilam û stranan bû û di sala 1990î de wekî stranbêj hat hilbijartin ji bo koroya muzîka gel ya ku li şaredarîya Amedê hat avakirin û ev yek bû sedem ku stranbêjîya wê bigihîje rehendeke profesyonel. Bi salan, li şaredarîya Amedê, xebatên çandî û muzîkî kirin. Li Amedê, koroya yekem ya zarokan, koroya yekem a “kevanîyan” û koroya ciwanan ava kirin û bi salan şeftîya wan koroyan kirin. Gava wê ev xebatên xwe dikirin, di heman demê, di sala 2006an de, li Konservatuara Zanîngeha Dîcleyê de perwerdehîya dengî hilda.
Hunermendê, di sala 1992yan de, albûmeke bi navê “Îro”, di sala 1998an de albûmeke bi navê “Edlê”, bi tevayî du albûmên kurdî, di sala 2018an de jî, albûmeke tirkî ya bi navê “Geliver” amade kir. (FD)