Weqfa Mezopotamyayê ji bo danasîna “Rêbera Rastnivîsînê” resepsiyonek li dar xist
Weqfa Mezopotamyayê, bi armanca çapkirin, danasîn û parvekirina xebatên akademîk ên berhema bi navê "Rêber/Ferhenga Rastnivîsînê", li Koşka Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê resepsiyonek li dar xist.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, nivîskar, zimanzan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevli bernameyê bûn.
“Ferhenga Rastnivîsînê” ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di warê nivîsîna kurdî de hatiye amadekirin, ne tenê xebateke pirtûkî ye, di heman demê de encama pêvajoyeke dirêj a kolektîf e. Komîsyona Rêziman û Rastnivîsînê ya Weqfa Mezopotamyayê ji bo vê berhemê tam 7 salan lêkolîn û xebat meşandine. Di vê pêvajoyê de 10 atolyeyên cuda yên berfireh hatine lidarxistin û nêzî 30 zimanzan, nivîskar û akademîsyen li ser her peyv û pênaseyê bi hûrgilî sekinîne.
Resepsiyonêde Seroka Weqfa Mezopotamya Gevriye Atli axivî û bal kişand li ser ziman, bingeha neteweyî û çandî û got: “Her gel bi zimanê xwe dijî û bi zimanê xwe didi naskirin ji ber wê jî rastnivîs girîng e.”
"Em ê asîmîlasyona sed salî pûç bikin"

Hevşaredar Hatun bal kişand ser girîngiya hevparbûna kurdan a li dora ziman û diyar kir ku eger sazî, rewşenbîr û rêveberiyên herêmî bi hev re tevbigerin, kurdî dê bigihîje zemînekî bihêztir. Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku xebata ferhengê û standardîzasyona ku derketiye holê, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên sed salî bersiveke girîng e û anî ziman ku ew ê nehêlin kurdî careke din bi metirsiya tunebûnê re rû bi rû bimîne.
Hevşaredar Hatun diyar kir ku şaredarî û saziyên ku di warê ziman de dixebitin dikarin xebatên hevpar bimeşînin û li gorî standardîzasyona ku derketiye holê, ji bo dibistanan mufredateke hevpar dikare bê amadekirin. Hatun anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê bidomînin û destnîşan kir ku divê bêtir xwedî li saziyên di warê ziman de dixebitin bê derketin.
Editorê Ferhenga Rastnivîsê Bahoz Baran di bernamêde axivî û qala ferhengê, xebatên Weqfa Mezopotamyayê kir.
Bername bi nîşandana sînevizyonê bi dawî bû.
(AY)