Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di salên 80yan de dîmenekê gelek meşhûr heye. Emily Kimberly birêvebira nexweşxaneyekê ye. Diçe di odeyekê de ku jinek tê de ye. Mêrê wê jinê lê daye. Jinek li ser cihê xwe ye. Rûyê wê şînûreş bûye, çavên wê werimî ne. Gazindan dike û dibêje “cihek tine ku biçimê, ti kesên min nînin. Xanima Emily guh nade senaryoya fîlmê û dibêje “çima dema mêrê te li te dide tu mecbûr î derbikevî?” Xwe nagire û gotinên xwe didomîne “heke heman tişt bihatiyan serê min, min ê tiştek bidîtîya û li ser ê wî bidaya.”
Li seta çêkirina rêzefîlmê her kes matmayî dibin. Jina ku rola birîndariyê dilîze gotinên di senaryoyê de dibêje: “Pereyên min têra terapîyê nake.” Emîliy li ser van gotinan zêdetir aciz dibe û ev gotin ji devê wê derdikevin:
“Ma kê behsa terapîyê kiriye? Jineka bêpere û çar zarokên wê heyî çi hewceyî terapîyê ye.”
Senaryoya bi hişmendiya mêran hatî nivîsîn têk diçe. Ev gotin di rêzefîlmê de têne weşandin. Ji nişkê ve birêvebira nexweşxaneyê dibe parastvana mafên jinan. Ji her derên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) ji bo televizyonê nameyan dişînin û heyraniya xwe ya ji bo fîlmê diyar dikin. Di rêzefîlmê de Dorothy Michaelsa ku rola Emily Kimberly dilîst li hemiya welatî nav dide.
Rêzefîlma ku em behsê dikin “Tootsie” ye û ew kesa rolên Emily Kimberly û Dorothy Michaels lîstî jî Dustin Hoffman e. Serlehengê fîlmê lîstikvanekê fîlman e. Dema bêkar dimîne ji bo li nexweşxaneyekê kar bike daxwaza karî dike. Ew dema tê hilbijartin, ne bi tenê reng û dermanên jinan li xwe dide, hest û îdeolojiya jinbûnê jî li wî der dibe.
Di rastiyê de Hoffman bi hin kiriyaran tê sûcdarkirin û diyar e wî dersa xwe ji wê rolê nestandiye lê ew mijara bi henekan hatî nîşandan rêya rast e.
Ew mêrên ku li dijî tûndkariyê ne. Divê dest ji gotinên “tootsie” (cana min, nazika min, delala min) berdin û sîngê xwe li hemberî vê yekê vegirin.
Heke “tootsie”bûn xeyalek û fantaziyek be ku nekare bê pêkanîn, ma zordarî û tûndkariya mêran jî nayê astengkirin?
**
Hefteya borî fîlma Muslum hat nîşandan. Beşên biçûk ên jiyana wî bûye bi kêmayên xwe ve jî be bûye fîlmek. Ew tiştê ku gelek ji me ji bîr kiriye, lêdan jî beşek ji fîlmê ye.
Piştî Muslum li jina xwe Muhterem Nurê dide poşmaniya wî û bi vê yekê germtirbûna evîna wan hatiye nîşandan. Ev ne kêmayîyek afîlmê lê ya vê dema em dijînn e ku welê hat nîşandan.
Rastîyek heye: Muhterem Nur ew jimanê mêrane yê wek arabesk tê nîşandan ji Muslimî zûtir û baştir temsîl dike.
Muhterem Nur pêşiyê jinek bû ku hema digiriya. Di sala 1967ê de hewil dide dest ji sînemayê berde. Li gazînoyên çînên duyem dest bi dansoziyê dike. Hingê strana “Ömrümce Ağladım, di hemîya emrê xwe de giriyame” gotiye û plakeka 45î derêxistiye. Gulseren Işerîyê sala 2017ê biyografiya Muhterem Nurê kiriye kitêbek û bi heman navî weşandiye.
Gotinên staranê Ümit Yaşar Oğuzcanî nivîsîne. Wî li ser bergê paşiyê yê plakê holê nivîsîye.
“Muhterem Nura ku ji dûr ve li jiyana wê ya dilşewat dinêrim, pîroz dikim ku hewil dide li ser pêyên xwe wek şitlekê bisekine. Ji ber wê dema xwest ez ji bo yekem plaka wê stranekêê binivîsim min rasterast qebûl kir.”
Muhterem Nurê Yeşîlçam kir Yeşîlçam.(Yeşîlçam: Fîlmên klasîk ên Tirkan.)
Bi tenê em li îlanên rojnameyan binêrin em ê bibînin ka ew çawa dihat nasîn. “Mijara Fîlmê felaketeka malbatekê ye ku ji jiyaneka rastî hatiye aamadekirin.(Son Şarki-Strana Dawiyê).
“Fîlmek e ku dê hemî jinan hor-û-hor bigirîne, mêran pey xwe bibezîne û ji ciwanan re dersan bide.”(Annemin Gözyaşları-Hêsrên Dayika Min).
“Şaheser e ku her jina gunehkar, her mêrê lewçe û her kesên hûnerhez dê bi heyraniyê temaşe bikin.” (Ben Kahpe Değilim, ez ne qehbik im.)
**
Strana Tracy Chapmanî “Behind the Wall” strana Suzanne Vega “Luka”, ya Billy Bragg “Levi Stubbs’ Tears” ya Eminem “Stan” behsa tundkariyê kirine û me ew stran kirine taca serê xwe.
Lê ti kesan stran wek Bertrand Cantat bi êşê gav bi gav nedaye hestkirin.
Kurd Cobain li ser navdarbûna xwe weha gotiye:
“Ez wan kesên albûmên me dikirin nas nakim. Nizanim kî ne, dengê xwe didin kê. Hinek ji wan belkî li jina xwe didin. Hinek jî belkî dema bar dikin kûçikê xwe li kolanan dihêlin.”
Ma kê dikarî bizane ku rojekê Cantat dê li gor teirîfa Cobainî be. Mirov nikare garantiya vê yekê bide ku berhem û xwedanên berheman dê wekî hev bin.
Ji stranên li ser tûndkariyê hatî nivîsîn strana herî baş rasterst behsa lêdanê dike straneka tirkî ye. “Pata-Pata (Dayak Cennetten Çıkma, Tep û rep, lêdan ji Cinetê hatiye).” Tûndkarî bêyî kînaye û henekan wek tişteka şîrîn tê nîşandan wê meşrû dike.
**
Miriam Makeba, piştî salên 1960ê li Efrîqayê yek ji sembolên tevgerên azadîxwaz û femîzmê bûye.
Jiyana wê di nav tekoşînê de borî. Bi saleke biçûk zewicandina xwe ya pêşî bi polêsek re kir û rastî heqaret û lêdanan hat. Piştî ku çû Amerîkayê di salên 60î de jiyana xwe bi trompetçî Hugh Masekela re berdewam kir. Hugh Maskela yek ji pêşengên tevgera antî-apartheîdê yê hunerê ye. Piştre dersînorkirina xwe ya ji Amerîkayê jî da berçavan û bi Stokely Carmichael re zewicî. Stokely Carmichael yek ji serokên tevgera Panterên Reş e.
Strana “Pata Pata” di sala 1967an de li seranserê cîhanê bi nav û deng bû. Strana “Pata Pata” bi ahengeke herikbar , bi awazeke xwezayî û bi gotinên di zaravêyê Xhosa ya herêmî de guhdarvanan dikêşe nava xwe. Strana “Pata Pata” straneke nuwazeya dansê ye. Di beşên resîtatîfên îngilîzê yên stranê de behsa Johannesbûrgiyên ku di dawiya hefteyê de coşbûna wan a bi vê dansê tê kirin.
Aliyên stranê yên polîtîk, him di yek girtina dans û berxwedana ku li dijî desthilatdariya spiyên nijadperest de him jî di şêwaza dansê de hebû. Dema polês di kolanên Johannesburgê de li ser û go yê xelkê digeriyan bi tevgerên dest û piyên xwe xelk bêzar dikirin. Fîgurên bingehîn yên dansa “Pata Pata”yê jî tevgerên dest û piyê polêsanin yên dema gerîna li ser û goyê xelkê de bikardianîn. Herweha peyva “Pata Pata” jî tê wateya “ destlêbide destlêbide”.
Nivîskar Ulku Aker û stranbêj Rana Alagoz strana “Pata Pata” bi vî awayî wergerandiye :
“Nebe wî eciz(hêrs) bike
Dê lê bide tep û rep
Paşê min kar pê nînin
Ew pir bi rike tep û rep
Binêre lêdan li beheştê derketiye
Dê lê bide tep û rep
Nebe bigrî tu megrî
Lê me de tep û rep
Li cîhanê kesên lêdan nexweriye nîne
Em hemû vîya dizanin
Pêşî dayika me, piştre mamosteyê me
Piştre dê kî lê bide ?
Ka bizanibin
Ax eman hêrs meke
Dê lê bide tep û rep
Hezkiriyên we jî li we didin?
Li berxwe nekevin tiştên weha dibe
Herî dawî kengî sîle li we da ?
Dê veneşêrin canê min
Her kes lêdanê dixwe .”
(DB/ŞA/APA/AY/MB)
* Wêne: Kemal Gökhan Gürses