Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana koça dawî kir
Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana demeke dirêj bû bi nexweşiya KOAHê ketibû û li nexweşaxaneyê dihat dermankirin. Zana li beşa nexweşiyên giran a nexweşxaneyê de bû.
Siyasetmedar Zana li Amedê li nexweşxaneyeke taybet, di saet 18:35an de canê xwe ji dest da.
Cenazeyê Mehdî Zana dê sibê li Goristana Yenîkoyê ya Rezana Amedê bê binaxkirin.
Her weha Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Zana peyamên ser saxiyê weşandin.
Bakirhan destnîşan kiriye û gotiye:
"Ji ber wefata Mehdî Zana gelek xemgîn im. Serê malbatê, heval û hogiran sax be. Mehdî Zana têkoşerê demên herî zor û zehmet bû. Ji bo doza gelê xwe berdêlên giran da, jiyana xwe di vê rêyê de derbas kir. Cihê wî bihuşta nûranî be."
Ji ber wefata Mehdî Zana gelek xemgîn im. Serê malbatê, heval û hogiran sax be.
— Tuncer BAKIRHAN (@tuncerbakirhan) August 29, 2026
Mehdî Zana têkoşerê demên herî zor û zehmet bû. Ji bo doza gelê xwe berdêlên giran da, jiyana xwe di vê rêyê de derbas kir. Cihê wî bihuşta nûranî be.
Diyarbakır eski Belediye Başkanı, Kürt… pic.twitter.com/glgp1nVBnZ
Nêçîrvan Barzanî jî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:
“Ji bo koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê Kurd Mehdî Zana, sersaxiyê li xanim Leyla Zanayê û hemû malbat, kes û kar û hevalên wî dikim. Xwedêjêrazî yek ji kesayetiyên diyar ên karwanê xebata siyasî ya Kurdan a li Tirkiyeyê bû. Wî salên dûr û dirêj ji temenê xwe ji bo parastina mafên gelê xwe derbas kirinû di vê rêyê de gelek qurbanî dan. Ez hevparê xema malbat, kes û kar û hevalên wî me. Ji Xwedayê mezin hêvîdikim ku canê wî bi dilovaniya xwe şa bike û sebr û hedarê bide wan hemûyan.”
Ji bo koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê Kurd Mehdî Zana, sersaxiyê li xanim Leyla Zana û hemû malbat, kesûkar û hevalên wî dikim.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) August 29, 2026
Xwedêjêrazî yek ji kesayetiyên diyar ên karwanê xebata siyasî ya Kurd li Tirkiyeyê bû, salên dûr û dirêj ji temenê xwe ji bo parastina mafên gelê…
Derbarê Mehdî Zana de?
*Mehdî Zana û Leyla Zana
Mehdî Zana di 20ê Kanûna Pêşîna 1940an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayîk bûye.
Siyasetmedar Mehdî Zana di navbera salên 1977-1980yî de bû Şaredar û Serokatiya Şaredariya Amedê kir. Zana yek ji fîgurên herî girîng ên tevgera siyasî ya Kurdan bû ku weke siyasetmedar, çalakvan û nivîskarekî Kurd dihat naskirin.
Mehdî Zana di sala 1963an de tevlî Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) bû û dest bi kariyera xwe ya siyasî kir. Zana di sala 1965an de bû serokê TÎPê yê navçeya Farqîna Amedê.
Di hilbijartinên herêmî yên sala 1977an de wekî namzedekî serbixwe bû Serokê Şaredariya Amedê. Zana ev peywira xwe heta darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî domand. Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê hat girtin.
Zana di Girtîgeha Amedê ya Bi Hejmar 5an de ma ku bi îşkenceyan dihat naskirin ma. Her weha Zana bi giştî 16 salan di girtîgehan de ma.
Zana ji ber xebatên xwe yên di xeta Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK / RêyaAzadî) û DDKOyê de di dozên sereke de hat darizandin.
Piştî ku ji zindanê derket, bi salan wekî penaberekî siyasî li welatên Ewropayê yên wekî Siwêd û Almanyayê jiya. Zana sala 2004an vegeriya Tirkiyeyê.
Mehdî sala 1975an bi Leyla Zanayê re zewicî. Leyla Zana yek ji parlamenterên jin ên Kurd ên yekem ên Tirkiyeyê ye û xwediya Xelata Ramanê ya Sakharovê ya navneteweyî ye. Ji vê zewacê du zarokên wan hene.
Zana gelek pirtûk nivîsandine ku tê de qala bîranînên xwe yên zindanê û têkoşîna siyasî ya Kurdan dike.
Pirtûkên wî ev in:
Li Bendê Be Amed (1991), Rojnivîsa Hovîtiyê - Ji Zindanên Amedê) (1992), Leylaya Delal - Ew Şev Sirgûniyeke Dirêj Bû (1995), Zelal Ji Nû Ve Jidayîkbûn (1996).