SİYADê xelata kedê daye xebatkar û dildarên Sînemaya Beyoglûyê
Filmê Ahlat Ağaci yê Nûrî Bîlge Ceylanî di 51em Xelatên SİYADê de di 6 beşan de hêjayî xelatdayînê hatiye dîtin. Herweha Xelata Kedê ya SİYADê dane xebatkar û dildarên Sînemaya Beyoglûyê.
Kesên ku hêjayî xelatkirina Xelatên Komeleya Nivîskarên Sînemayê (SİYAD) a 51em hatine dîtin aşkere bûne.
Filmê bi navê “Ahlat Agaci” (Dara Xelatî) yê Nûrî Bîlge Ceylanî xelata Filmê Herî Serkeftî jî di nav de di şeş beşan de hêjayî xelatkirinê hatiye dîtin. Xelata Filmê Yekem ê Herî Serkeftî jî dane filmê bi navê “Guvercîn” (Kew) ê Banû Sivaciyê.
Xebatkar û dildarên Sînemaya Beyoglûyê hêjayî Xelata Kedê ya SİYADê hatine dîtin.
Şaredariya Peyasê dê “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” veke
Rêvebiriya Jinan a Şaredariya Peyasa Amedê xebatên ji bo vekirina “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” da destpêkirin. Rêvebiriyê ji bo komkirina pirtûkên ku jinan nivîsîne banga piştgiriyê kir.
Rêvebiriya Jinan a Şaredariya Peyasa Amedê ji bo projeya vekirina “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” xebatên xwe dan despêkirin. Ji bo pirtûkxaneyê pirtûkên ku jinan nivîsandine û yên ku li ser dîroka jinan hatine nivîsandin dê bên komkirin.
Têkildarî proje û navroka pirtûkxaneyê Rêvebira Xebatên Jinan a navçeya Peyasê Hedîye Gûneşê bi bianet kurdiyê re axivî.
Pirtûkxane ji bo berhemên jinan e
Di destpêka axaftina xwe de Hedîye Guneşê da zanîn ku ev demeke dirêj e projeya pirtûkxaneya berhemên jinan di rojeva wan de bûye û wiha got:
“Di şaredariyê de cihê me yê ku em odeyekê têxin pirtûkxanê hebû. Li ser pêşniyarê jî me biryar da ku em pirtûkxaneya berhemên jinan, pirtûkên nivîskarê jin, yên li ser dîrok, derûnî, berxwedan, çîrok... bi kurtasî pirtûkên derbarê jinan de çi hatibe nivîsîn liv ê pirtûkxaneyê bidin hev.”
“Cihê pirtûkxanê ji bo hemû çalakiyên jinan e”
Guneşê di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Cihê me wê tenê ne wek pirtûkxaneyê bi heman awayî dê bibe cihê çalakiyên rojên îmzeya nivîskarên jin, rojên helbestê, her wiha kesên bixwazin kar û xebatên xwe yên wek amadekariya tezê jî li wir pêk bîne. Yanî bi gelemperî dê jinên bixwazin, dikarin gelek karên xwe yên bi vî rengî li vê pirtûkxaneyê pêk bînin. Yanî em dikarin bêjin ku wê bibe navenda hafizeyê jî.”
"Li tevahiya cîhanê xwendina pirtûkan kêm in"
Hediye Guneşê bal kişand ser rewşa giştî ya pirtûkxaneyan û got: “İro cîhanê dem ali rewşa pirtukxaneyan binerin hejmara wan pir kem in. Tabî ev yek bi şert û mercên cihana dijîtalizebûyî ve jî girêdayî bêguman. Êdî ciwan berê xwe nadin xwendina pirtûkan. Armanca bi vê yekê hinekî teşvîqkirina xwendina pirtûkan û ya herî girîng jî berhemên ji destê jinan derketî, yên qala jinan dikin di cihekî de kom bikin. Minak li ser tenduristiya jinan, xebaten wan hertim di dirokê de hebûn lê ev yek hatin wundakirin. Em ê hewld bidin ku van aliyên di dîrokê de hatî wundakirin jî bi pirtûkên di van naverokan de derînin holê.”
"Bila hemû jin bibin alîkar"
Rêvebira Xebatên Jinan Hediya Guneşê di dawiyê banga ji bo pirtûkxaneyê li jinên nivîskar, aktivist û tevahiya jinan kir ku bi pirtûkên xwe bên bibin alîkarî ji bo vê xebatê.
Xebata muzîkê ya Burhan Berken ne tenê rêwîtiyek kesane ye, di heman demê de erkek e ku bibe dengê gelê Kurd. Berken dema ku mîrateya dengbêjiyê ya kevneşopî diparêze, bi dînamîkên muzîka nûjen re dike yek, bi gelek berhemên xwe derket pêşberî temaşevanên xwe. Muzîka wî ne tenê awazek, êş, hêvî û berxwedana gel vedibêje.
"Burhan Berken pireke hunerî ye ku mîrateya dengbêjiyê ya ku ji bavê xwe wergirtiye bi deng û ruhê gelê Kurd vediguhêze pêşerojê."
Yekemîn veguherîna mezin di jiyana Burhan Berken de dema ku ew û malbata xwe koçî Bursayê kirin pêk hat. Malbata ku ji çanda resen a Amedê qut bû, li rojava li erdnîgariyeke cuda dest bi jiyanê kir, di jiyana xwe ya nû de jî dest ji parastina koka xwe berneda. Zindî kirina kurdî li malê, berdewamiya dengbêjiyê ya bavê wî û berdewamiya kevneşopiya dengbêjiyê faktorên sereke bûn ku nasnameya hunerî ya Berken ava kirin.
Dengbêjî ne tenê weke şêwazeke muzîkê, di heman demê de çîrokeke ku dîrok, êş û berxwedana gelê Kurd vedibêje jî dikare were şîrovekirin. Îboyê Qafo nûnerê vê hunera kevneşopî bû. Rêzên ku bi dengê wî dihatin, ne tenê melodî bûn, lê bangek bû ku cîhana hestyarî ya Berken kûrtir dikir. Ev mîrata ku ji bavê xwe standiye, bûye yek ji kevirên bingehîn ên kariyera wî ya muzîkê.
Meraqa Burhan Berken a bi muzîkê re bi demê re veguherî eşqê û karîbû ku ev azweriya xwe bi muzîkê re bi rê ve bibe. Hunermendê ku bi tevlîhevkirina kevneşopiya dengbêjîyê bi formên nûjen re nefesek nû da muzîka Kurdî, bi yekkirina awazên kevneşopî û binesaziyên muzîka nûjen şêwaza xwe afirand. Bi vî awayî ne tenê gelê Kurd bala guhdarên ji çandên cuda jî kişandiye ser xwe.
Yek ji berhemên herî girîng ên berhema Berken komkirin û şîrovekirina helbesta Cegerxwîn a “Gulfiroş” e. Ev berhem di mûzîka kurdî de wek berhemeke nejibîrkirî ku hêza wêjeyî ya Cegerxwîn û jêhatiya Berken a muzîkê li hev dike, cihekî girîng digire. Dema ku wateya kûr a helbestê bi dengê hestyarî yê Berken re hat yekkirin, ev berhem ne tenê stranek lê bû manîfesto.
Xebata muzîkê ya Burhan Berken ne tenê rêwîtiyek kesane ye, di heman demê de erkek e ku bibe dengê gelê Kurd. Berken dema ku mîrateya dengbêjiyê ya kevneşopî diparêze, bi dînamîkên muzîka nûjen re dike yek, bi gelek berhemên xwe derket pêşberî temaşevanên xwe. Muzîka wî ne tenê awazek, êş, hêvî û berxwedana gel vedibêje.
Berhemên ku wî heta niha afirandine nîşan didin ku muzîka kurdî ne tenê rengekî hunerê ye, di heman demê de berxwedan û têkoşîna hebûnê ye. Di Berhemên ên wî de dîtina şopên dîroka gelê kurd yek ji hêmanên bingehîn ên erka wî ya hunerî ye.
Burhan Berken îro yek ji nûnerên herî girîng ê muzîka kurdî tê dîtin. Ew ne tenê muzîkjenek e, di heman demê de hilgirê çandê ye, vebêjer û çavkaniya îlhamê ye. Her çend stranên wî di navbera rabirdû û îroyîn de pirekê ava dikin, ji bo zindîbûn û pêşvebirina çanda kurdî kedeke mezin didin.
Çîroka Berken yek ji mînakên herî balkêş ên dilsoziya ferdekî ji çanda xwe re ye û çawa ev dilsozî dikare bi hunerê bibe zimanek gerdûnî. Berken îlhama ku ji bavê xwe Îboyê Qafo wergirtiye ber bi paşerojê ve hildigire, di gerdûna muzîka kurdî ya nûjen de wek yek ji stêrkên herî geş dibiriqe.
Derbarê Burhan Berkenî de
Burhan Berken ê ku di sala 1969'an de li gundê Gîsgîs ê ku girêdayî navçeya Erxenî ya Amedê ji dayik bû, hunermendekî ku ji hunera dengbêjîyê ya kevneşopî heta muzîka nûjen a Kurdî şopeke jibîrnekirî hiştiye. Berken a ku bi dengê bavê xwe yê Dengbêj Îboyê Qafo û çîrokên ku wî vedigot mezin bû, di temenê xwe yê biçûk de dilsoziya xwe ya ji bo vê çandê pêş xist û bû bingeha pêşeroja wê. Di sala 1986an de dest bi muzîkê kiriye. Di rêzefîlma Seksenlerê de lîstiye û stran gotiye.
Stranên ku ew distirê: Binevş, Ço kera min ço, Gire sîra, Gulfiroş, Gulîşan, Kerwan, Pale, Pêjna te nayê, Sosin, Xifşê, Behra dur, Dilop dilop, Min go, Selîmo, Şev û roj, Tew weywike. , Were rindê, Keçê, Ferzê, Êvar e, Halme Çikir, Şev (entstrûmental), Qumrîkê, Çuyîn, Zerî, Ken, Kerwanê Helebê û gelek berhemên din.