Şerên di navbera dewletan de ji sala 1946an vir ve di asta herî bilind de ne
Li gorî rapora nû ya Bernameya Daneyên Aloziyê ya Uppsalayê (UCDP) ku ser bi Zanîngeha Uppsalayê ye; di sala 2025an de şer û pevçûnên di navbera dewletan de, ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve gihîştiye asta herî bilind. Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2025an de, di bûyerên tûndkariya rêxistinbûyî de herî kêm 244 hezar û 600 kes mirin e.
Li gorî daneyên ku UCDPê di 9ê Hezîranê de weşandine; hejmara pevçûnên di navbera dewletan de di sala 2023an de 2 bû, lêbelê di sala 2025an de ev hejmar derketiye 8an. Ev rêje, ji sala 1946an vir ve ango ji dema ku saziyê dest bi berhevkirina daneyan kiriye asta herî bilind e ku hatiye tomarkirin. Di nav şerên ku wekî mînak hatine nîşandan de; şerê Rûsya-Ukraynayê, şerê Îran-Îsraîlê, pevçûna Hindistan-Pakîstanê û pevçûna Îsraîl-Sûriyeyê cih girtin.
Analîstê Bilind ê UCDPê Shawn Davies diyar kir ku ev zêdebûna di navbera dewletan de nîşan dide ku şerên navdewletî yên ku demeke dirêj kêm dihatin dîtin dîsa ketine rojevê. Li gorî nêrîna Davies, geşedanên salên dawî nîşana zêdebûna aloziyên navneteweyî û guherîna pergala ewlehiya cîhanî ye.
65 şerên çekdarî yên ku dewlet tê de alî ne
UCDPê tomar kiriye ku di dirêjahiya sala 2025an de, bi tevahî 65 pevçûnên çekdarî qewimîne ku dewlet di aliyekî yan jî di her du aliyên wan de cih girtine. Ev hejmar, ji sala 1946an vir ve wekî rêjeya herî bilind ket dîrokê.
Ji van pevçûnan 13 jê wekî 'şer' hatin pênasekirin. Li gorî pênaseya UCDPê; ji bo ku pevçûnek wekî şer were qebûlkirin, divê di nav salekê de ji ber wan pevçûnan herî kêm 1000 kesan jiyana xwe ji dest dabe. Ev 13 şerên ku di sala 2025an de qewimîne, ji sala 1992an vir ve hejmara herî bilind e ku hatiye tomarkirin.
Sala 2025an, ji sala 1994an vir ve sala herî bixwîn e
Li gorî daneyên UCDPê, di sala 2025an de di bûyerên tundkariya rêxistinbûyî de herî kêm 244 hezar û 600 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ev daneyan nîşan didin ku sala 2025an, ji komkujiya Ruandayê ya sala 1994an vir ve, bûye sala duyemîn a herî bixwîn.
Di vê heyamê de tenê hejmara mirinên di sala 2022an de ji ya sala 2025an zêdetir bû. Di hejmara zêde ya mirinên sala 2022an de, bi giranî şer û pevçûnên li Etiyopya û Ukraynayê bandor kiribûn.
Analîsta Bilind a UCDPê û rêvebira projeyê Therese Pettersson diyar kir ku daneyên sala 2025an ne tenê zêdebûna hejmara şeran, her weha nîşan didin ku tundkariya kuştinê gihîştiye astên pir bilind. Petterssonê bal kişand ser wê yekê ku bi taybetî li Sûdanê, di tundkariya ku sivîlan dike armanc de zêdebûneke pir giran û tirsnak çêbûye.
Şerê herî zêde bû sedema mirinan yê Rûsya-Ukraynayê ye
Li gorî daneyên UCDPê, şerê Rûsya-Ukraynayê di sala 2025an de jî wekî şerê herî zêde bûye sedema mirinan. UCDPê tomar kiriye ku di vî şerî de di nav salekê de herî kêm 94 hezar û 700 kes mirine.
Ev hejmar, li seranserê cîhanê ji sedî 62ê hemû mirinên ku ji ber şer û pevçûnan çêbûne pêk tîne. Şerê Îsraîl-Hamasê û şerê li Sûdanê jî di nav şerên herî xwînewî ên salê de cih girtin.
Şerêm koman kêm bûne
Di şerên ku dewlet tê de alî ne zêde bûne û şer û pevçûnên di navbera komên ku ne dewlet in de kêm bûne.
Li gorî UCDPê, pevçûnên di navbera aktorên ne-dewletî de wek kartelên madeyên hişbir yên li Meksîkayê di sala 2025an de bûne sedema mirina nêzî 14 hezar û 500 kesan. Ev hejmar, ji sala 2013an vir ve asta herî kêm e ku hatiye tomarkirin.
Derbarê UCDPê de
Bernameya Daneyên Aloziyê ya Uppsalayê (UCDP), di mijara tundkariya rêxistinbûyî de wekî yek ji çavkaniyên daneyan ên herî pêşeng ên cîhanê tê qebûlkirin. Ev bername, bi pênaseyên xwe yên ku di polînkirin û analîzkirina sîstematîk a şerên çekdarî de tên bikaranîn, wekî yek ji pîvanên gerdûnî tê hesibandin.
UCDP, ji sala 1946an vir ve daneyên şer û pevçûnan bi awayekî birêkûpêk berhev dike û diweşîne.
Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(NÖ/AY)