Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, KURD-PEN, Komeleya Wejekarên Kurd û Komeleya Birca Belek bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê daxuyaniyeke nivîskî weşandine. Saziyan di daxuyaniyê de bal kişandine ser zext û zorên ku kurdî pê re rû bi rû dimîne û destnîşan kirine ku ji bo ji holê rakirina astengiyên li pêşiya perwerdeya bi kurdî têkoşîn bê dayîn.
Saziyan di di daxuyaniya hevpar de behsa zextên li ser zimanê kurdî kirine gotine: “ “Qeyûman li piraniya şaredariyên ku ji destê şaredarên hilbijartî girtine malper, tabela û gelek tiştên din ên têkildarî zimanê kurdî rakirine û ji kurdî re xweşbîniyê nişan nadin. Nîşaneya şaristaniyê ew e ku demokrasî, mafê mirovan û wekhevî mafekî bingehîn e û jiyan rengorengo û civak hemû pirçand û pirzman in. Divê jiyan bi hemû reng û dengê xwe pîroz bê dîtin û parastin ku mirov bextewar bijîn. Jixwe tunedîtin û tunehesibandin zordarî û tundiya herî mezin e, pêkutî ye. Ev nayê qebûlkirin, tu wijdan vê qebûl nake.”
Zimanê Dayîkê nayê înkarkirin
Di berdewamiya daxuyaniyê de jî têkildarî perwerdeya bi zimanê zikmakî ev nirxandin hatiye kirin:
“Zimanê zikmakî, zimanê dayikê, dengê herî şêrîn û qada mafê mirovan, qada çandî, qada mafê zarokan û wekeheviyê ye, mafekî herî însanî û jiyanî ye ku bi hebûnê re tê, nayê înkarkirin, tune nayê dîtin. Pêşîlêgirtina ziman, derûniya mirovan xira dike, dike ku xwe kêmî mirovan hîs bikin, tim û tim xwe kêm bibînin. Dîsa perwerdehiya bi zimanê zikmakî ango zimanê dayikê mafê zarokan ê herî bingehîne, nebûna vê divê wek pirsgirêka wekheviyê bê dîtin. Ziman gerdûna mirov e ku hest û ramanên xwe pê tînin ziman.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev daxwaz hatine kirin:
“Em perwerdehiya bi zimanê kurdî dixwazin.
Divê astengiyên li pêşiya zimanên kêmar rabin.
Divê statûyek Kurdî hebe û kurdî bibe zimanê fermî.
Divê zimanê kurdî bi zagon û destura bingehîn bê parastin.
Divê dewlet tu zimanan ji bo hebûna xwe xeter nebine û jê netirse.”(AY)