Rêvebira Karên Nivîsê ya Rojnameya Azadiya Welat Berfîn Ay li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat desteserkirin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê rojnameger Berfîn Ay di têketina Cizîrê hatiye desteserkirin û piştre ew birine Rêvebiriya Emniyeta Şirnexê.
Her weha sedema desteserkirina Berfîn Ayê heta niha diyar nebûye.
(AY)

