Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka bi navê “Mîtos û Edebiyat / Mîtosen Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de” çap kiriye.
Pirtûk ji heşt nivîsan pêk hatiye. Edîtorên pirtûkê akademîsyenên Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê Shahab Vali û Kenan Sûbaşi ne.
Pirtûk bi penaseya teorîk a mîtos, mîtolojî û têkiliya wê ya bi wêjeyê re destpê kiriye. Di vê nivîsê de Shahab Valiyî, çarçoveyeke teorîk ji bo gotarên pêş, daniye ku tê de ji gelek lêkoler û pisporên mîtolojiyê nêrînên cuda hatine bicihkirin.
Di nivîsên mayî de jî Samî Çelîktaşî mijara “teoriyên lehengê mitolojik”, Kenan Sûbaşiyî di edebiyata gelêrî ya kurdî de kesayetên mîtolojîk û karvedanên wan û di folklora kurdî de dêw û formên wan, Yakûp Aykaçî şah û pahlewanên mîtolojîk di edebiyata kurdî ya klasik de girtiye dest.
Mehmet Şîrîn Fîlîzî berê xwe daye helbesta kurdî ya modern û ev mijar ji mîtosê heta logosê di çavkaniyên mîtolojîk de nirxandiye.
Her weha di pirtûkê de nivîsek li ser berhemên edebiyata Goranî/Hewramî heye ku tê de kesayet u heyberên mitolojîk lêkolîn kiriye. Shahab Vali û Cumhûr Olmezî ev nivîs amade kiriye.
Nivîsa dawî jî Ahmet Kirkanî di edebiyat û folklora kurdiya zazakî de ketiye pey motîfên mîtolojîk.
Li gorî ku di pêşgotin û danasîna metna pirtûkê de hatiye nivîsîn, rola mitosan û mîtolojiyê ya di avakirina netewan de gelekî girîng e û nîqaşa vê mijarê, di sazkirina vê pirtûkê de xuya dibe. Ji ber wê ye ku wiha hatiye gotin, derbarê vê pirtûkê de: “Di dused salên dawî de bi hişyarkirina hestên neteweyî gelek milet li dû esl û binyad û paşxaneya xwe ketine. Ji bo xweîsbatkirin û bidestxistina mafê gotinê di dinyaya îro de reh û rîşên kevin bûne çavkanû û meşrûyeta hebûnê ji bo qewman. Weku gelek miletên din Kurdan jî xwe li vê lidaçûnê qelibandine û xwestine nîşan bidin ku ew, yek ji qewmen Îranî yê herî qedîm bûne. Ji bo îsbatkirina vê yekê serî li mitos û çanda xwe ya kevnar dane û di înşakirina miletbûnê de ew bi kar anîne.” (FD)