Mîna muzîk û xebatên din ên kurdan ên di serdema Sovyetê de hatine kirin edebiyat ango wêjeya kurdî ya vê serdemê jî ji gelek helan ve balê dikişîne.
Piştî ku Bolşevîkan li Rûsyayê şoreş pêk anî, dest bi teşedana jiyana sosyalîst kirin. Ji bo vê serdema destpêkê ya piştî pêkanîna şoreşê re “serdema avakirinê” tê gotin ku hîmên jiyan û hizr û ramana sosyalîzmê tên danîn, tovên wê li nava welêt tên reşandin.
Hîmeke sereke ya Bolşevîkan ango rêveberiya Sovyetê heye ku ew jî “wekheviya gelan” e. Ji xwe ji ber vî esasî jî, ji destpêka sazkirina sîstema Sosyalîst û pê ve derfet ji bo gelan çêkirine û hiştine mafên xwe yên etnîk bi kar bînin.
Kurd jî ji ber ku di serdemên cuda cuda de li ser wê xakê bi cîh bûne û bûne niştecihên wê xakê, ji van derfetan sûdê werdigirin û mafên xwe yên etnîk û çandî bi kar tînin.
Bi saya van derfetan mîna muzîk û kar û xebatên din, tovên wêjeya kurdî jî liv ir tên avêtin.
Kesên mîna Erebê Şemo, Eliyê Evdirehman, Heciyê Cindî, Emerîkê Serdar, Şikoyê Hesen, Fêrîkê Ûsiv, Emîne Evdal, Wezîrê Nadîr û çendîn navên din di wê serdemê de dest bi karên nivîsandina çîrok, roman û helbestên kurdî kirin. Erebê Şemo yekem romana bi kurdî di vê serdemê de nivîsi. Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, çendîn pirtûkên dersxaneyên kurdî amade kirin û çîrok nivîsandin, ji zimanê rûsî û ermenkî çîrok û helbest wergerandin.
Akademîsyen Zulkuf Ergunî, ev edebiyata navborî kiriye mijara lêkolîneke akademîk û Weşanxaneya Nûbiharê jî ev pirtûk çap kiriye.
Navê pirtûkê “Edebîyata Kurdî ya Sovyetê” ye. Pirtûk ji şeş beşan pêk hatiye. Di destpêkê de kurteyek derbarê dîroka kurdan a li Qafqasya û Sovyetê de heye ku behsa bicihbûn û jiyana çandî, civakî û siyasî ya kurdan dike.
Di berdewamiyê de jî nivîskarî, taybetmendiyên edebiyata kurdî ya Sovyetê diyar kiriye ku ew weke du qonaxan nirxandiye: “Qonaxa damezirandinê” û “Qonaxa Geşepêdanê.”
Ergunî di pirtûkê de çendîn pirtûkên wê serdemê hatine nivîsandin nirxandine ku ew ev in: “Şivanê Kurmanca”, “Jiyana Bextewar”, “Hopo”, “Hewarî”, “Morof”, “Xezal”, “Kurdê Rêwî”, “Dê û Dêmarî”, “Dimdim”, “Gundê Mêrxasa”, “Xatê Xanim”, “Şer Li Ser Çiyayê Şêx Zayîrê”, hemû dîwanên Şikoyê Hesen û Fêrîkê Ûsiv û her sê pirtûkên çîrokan ên Emerîkê Serdarî yên bi navê “Destê De”, “Êdî Dereng Bû”, “Dengê Dil”.
Realîzma Sosyalîst
Nivîskarî di pirtûkê de ji bo taybetmendiyên û bandorên li ser wêjeya kurdî ya serdema sovyetê bê zanîn, behsa bingeha teorîk a edebiyata sovyetê kiriye. Di vî beşî de penaseya realîzma sosyalist kiriye û bi rêya nirxandinên Gorkî, Lenîn, Plexanov û çendîn navên din, taybetmendiyên wê rêz kiriye.
Çawa ku navên destpêkê yên edebiyata kurdî ya Sovyetê, bi hizr û ramanên sosyalîsmê perwerde bûne û bandoreke mezin a sosyalîzmê li ser wan heye, di berhemên xwe yên edebî de jî hewl dane fikr û ramanên sosyalîzmê belav bikin.
Zulkuf Ergunî şopên vî tiştî di wan berhemên me li jor behsa wan kirî ajotiye û bi rê û rêgezên nirxandina berhemên edebî nîşan dane.
Li gorî nirxandinê ku Ergunî di hemû beşan de gelek caran dubare kiriye, pesindayîna sîstema sosyalist, bolşevîkan, qedirgirtina rûsan û ermanan û alîkariyên wan bi kurdan kirine, nebaşiya sîstema feodal a axa, şêx û begên kurd, tiştên “Roma Reş” aniye serê kurdan xalên sereke ne.
Nivîskar gelek caran vê rewşê, weke rewşeke neyînî nîşan dide ku “nasnameya kolektif” a sosyalîzma Sovyetê xwestiye berbelav bike û wê bike hîmê esasî. Li gorî gotina wî, “hevbeşî û hevterîbîya fonksîyonên vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê cure ananîmîyekê bi xwe ra tîne û rê li ber şêwaza şexsî digire. Çawa k udi serî da jî hat dîyarkirin ev anonîmî xwe dispêre îdeolojîya zal a Sovyetê û bîra etnîk a kurdê êzîdî.”
Nivîskar diyar dike ku vê rewşê bandoreke neyênî li ser edebiyata kurdî ya wê serdemê kiriye û hiştiye berhemên wê serdemê “ji aliyê binyadê ve nêzî xeberojk û romansên Serdema Navîn nedibûn” û ji ber wê jî “ji aliyê hunerî ve jî dibe sedema qelsîyekê.”
Tê dîtin ku ev hemû berhemên navborî yên nivîskarên kurd nivîsîne. Ev prensîb di dema Kongreya Yekîtiya Nivîskarên Sovyetê de hatine diyar kirin ku nivîskarî ew di destpêka pirtûka xwe de bi cih kirine. Nivîskarên kurd jî ji ber ev prensîb pejirandine, berhemên xwe li gorî wan nivîsandine ku “pragmatîk e”, kolektîv e û takekesîtiya sosyalîst tenê di nav kedeke kolektîv de dikare bi pêş bikeve”, “optîmîst e” û “didaktîk e”.
(FD)